|
Hevalên
hêja!
Bo min ciyê rûmet û şanaziyê ye ku
weke yekemîn nûnera Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, di vê civînê de
beşdar im û hêviya civîneke serkevtî û tejî destkevt dixwazim.
Beşdarên hêja!
28 sal ji temenê rejîma Komara
Îslamî a Îranê derbas bûye. Gelên Îranê 28 sal ji temenê xwe di bin tirs û
bêhêvîtî ji pêşerojê di bin sîbera vê rejîmê de bihurandine. Komara Îslamî ji
destpêka hatine serkara xwe de, tepeserkirina xelkê, binpêkirina hemû azadiyên
siyasî, takekesî û civakî di seranserê welat de, fetisandina her dengeke dij û
ji nav birina her bîr û rayeke cuda, weke esleke neguher di sîstema birêvebirina
welat de bikar aniye.
Di Kurdistanê de serkut û
tepeserkirin ji beşên din ên Îranê zêdetir bû. Ragehandina fermana cîhad li dijî
neteweya mafxwaz a Kurd, topbarana bajar û gundan û kuştina xelkê sivîl û
bêtawan yê Kurdistanê, serkut û îdam û îşkenceya azadîxwazan di bin navê dijberî
tevî bi gotina wan neyarên şoreşê û kirêgirtiyên biyaniyan! ji kiryarên berçav û
sereke ên vê rejîmê di Kurdistanê de bûne.
Terora rewşenbîr, şoreşvan û
rêberên siyasî li derveyî welat, îdama bikom û kuştina xelkê sivîl yê
Kurdistanê, zîndanîkirin û îdama çalakên siyasî û dûrxistina malbatên
Pêşmergeyan ji bo herêmên din ên Îranê, zîndanîkirina jinan û ciwanan beşeke din
ji siyasetên dijî gelî ên rejîmê li dijî neteweya Kurd bûne. Her niha piştî 5
salan nêzîk 1200 penaberên siyasî ên Kurd li welatê Turkiyê ku di zirûfeke nebaş
de dijîn, di bin metirsiya teror û vegerandina bizor a wan bo Îranê de ne. Her
wiha zêdetir ji 100 Kurdên penaber ku piraniya wan jin û zarok in, di sînorê
navbera Îraq û Urdinê de di bin gefa kuştin û nemanê de ne û hewceyî bi alîkarî
û hevkariyan ji bo derbasbûn ji vê rewşa nexwestî hene. Serbarê vana zêdetir ji
8000 Kurdên Îranî ji ber siyastetên gemar ên Komara Îslamî a Îranê koçberî
Kurdistana Îraqê bûne.
Beşdarên rêzdar!
Berxwedana neteweyên Îranê di sala
1997’an, rejîm neçarî encamdana hinek kiryarên bi nav reformîstî kir. Piştî
hatine serkar a Xatemî weke Serok Komar, rejîmê bi xapandina bîr û raya derve,
di bin navê reform û guhrînxwaziyê de, hewl da ku rûçikeke însanî ji xwe nîşan
bide û cehd kir ku guherîn û reforman gellek ji vê çendê ku hene, mezintir bike.
Mixabin karbidestên Komara Îslamî a Îranê heya qasekê karîn di wê siyaseta xwe
de serkevin û raya giştî û dewletên Rojavayî bo aliyê xwe rabikişînin.
Niha piştî hatine serkar a
Ehemedînejad etmosfera tirs û xofê li Îranê bi giştî û bi taybetî di Kurdistan
de ji hemû demekê zêdetir bandor xistiye ser jiyana xelkê. Rûyê rastîn ê rejîmê
ku dujminê her dengeke neyar e, ji bo gişt alî û komeleyên navneteweyî eşkere
bûye, bi baweriya min niha cîhan ji hewlên Ehmedînejad ji bo vegeriyan bo tund
û tûjiyên serdemê hatine serkar a rejîmê, bihêzkirina hesta dijî biyaniyan bi
taybet Amerîka û Îsraîlê û xebat ji bo bidestxistina çekên komkuj bi tevahî
haydar in. Ehmedînejad bi dehan car bi eşkere bas ji redkirina cinayeta
Holokastê û ji nav birina Îsraîlê li ser xarîteya coxrafiyaya cîhanê kiriye.
Niha piştî derbasbûna 28 salan ji
temenê rejîmê, xelk ji hemû demekê zêdetir ji naverok û kakila rastîn a vê
rejîmê û berheqbûna daxwazên xwe têgihîştiye. Bizava kedkarî, jinan û xwendekar,
parêzerên mafên mirovan û her wiha tevgera rizgarîxwazî a neteweyên mafxwaz ên
Îranê û neteweya bindest a Kurd bi taybetî, rejîm ji hemû demekê zêdetir munzewî
kiriye û Komara Îslamî roj li pey rojê tepeserkirina xelkê xurttir dike.
Hejmara wan kesên ku di sala
2006’an de hatine darvekirin, du qat zêdetirî sala 2005’an bûye. Di Çiriya Pêşîn
a sala 2005’an heya Îlona sala 2006’an, 111 kes hatine îdamkirin û 171 kes jî bi
îdamê hatine mehkûmkirin. Ji kesên ku hatine îdamkirin, 5 kes jin û 8 kes di
dema îdamkirinê de temenê wan ji 18 saliyê kêmtir bûye û 2 kes li ber çavê xelkê
hatine berbaran(recim)kirin. Di nava wan kesên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin,
11 kes jin û 14 kes jî ji ber çalakiyên siyasî bi wê hukmê hatine mehkûmkirin û
2 kes jî li benda birêveçûna hukmê berbaranê ne. Li gor rapora Rêxistina Efûya
Navneteweyî, Îran yek ji berçavtirîn welatên cîhanê ye ku tê de hêj îdama
zarokan tê de berdewam e û her li gor vê çavkaniyê her vê gavê 61 zarok di Îranê
de çavnihêriya hukmê îdamê dikin.
Li gor rapora rojnameya
“Economist”, çapa Londonê, di salên 2005 û 2006’an de, bi sedan Îranî ji ber
beşdarî di xwenîşandan û daxwazkirina mafên însanî ên xwe ji aliyê hêzên
întizamî ên rejîma Îranê ve hatine destbiserkirin û ji girtîxaneyan re hatine
şandin. Ji destpêka sala derbasbûyî ve heya niha girtin û zîndanîkirina çalakên
mafê mirovan, çalakên mafê jinan, xwendekaran, endamên sendîkayên karkerî,
rojnamevan û dijberên rejîmê bûye sedema tejîbûna zîndanên asayî ên rejîmê û
rejîm neçar maye ku dest bi ser hinek malan de bigire û ji wan weke zîndanên
demkî mifahê bistîne.
Di rewş û zirûfeke wiha de ye ku
YJDK Îranê ku ji bo parêzvanî ji mafê mirovan di Kurdistanê de dixebite, ji
Enternasyonala Sosyalîst a Jinan, kom û komeleyên mirovhez ên cîhanê dixwaze ku
li hember binpêkirina mafê mirovan di Îranê de bêdeng nemînin û helwesteke
jêhatî û çavnihêrîkirî bigirin. Di Îranê de jin û zarok hemû rojê bi awayên cur
bi cur dibin goriyên siyasetên dijî însanî ên rejîmê. Werin bila em hemû bi hev
re û hevdeng vê rejîmê ji ber binpêkirina mafê mirovan, ne parastina yasayên
navneteweyî, siyasetên ferq û cudahîdanîn li dijî kêmaniyên olî, tepeserkirina
neteweyên mafxwaz ên Îranê bi taybet neteweya Kurd, tund û tûjî li dijî jinan,
dijberî tevî aştî û tenahiyê di Rojhilata Navîn de, rola wêranker di Îraq û
Efxanistan û di dawiyê de piştevanî ji terorîzma navneteweyî, mehkûm û şermezar
bikin û ji tevgera azadîxwazane a gelên Îranê piştevaniyê bikin.
Di dawiyê de ji we hemûyan, di bin
navê riha hevkarî û bawerî bi mafê mirovan, daxwazê dikim bona rizgarkirina
penaberên Kurd li Turkiye û sînorê navbera Îraq û Urdinê, azadiya girtiyên
siyasî di Îranê de bi taybet birêz Mihemedsidîq Kebûdvend, Berpirsê Rêxistina
Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê ku ji meha Gulana 2007’an ve hatiye
binçavkirin, her wiha betalkirina hukmê îdamê di Îranê de bi giştî û
hilweşandina hukmê îdama du rojnamevanên Kurd, Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar bi
taybetî, ji tu hewl û xebatekê xwe neparêzin.
Dubare ez sipasiya we dikim bona vê
çendê ku we ev derfete da min.
|