|
Herwiha di esla
30 a yasaya bingehîn ya rejîmê de hatiye: “Divêt dewlet gişt îmkanatên
perwerdehiyê bi awayekî belaş bo gişt neteweya Îranê heya bi dawî anîna dewreya
destpêkî û navendî pêk bîne û herwiha gişt îmkanatên xwendinê ên di astên serê
de heya ew ciyên ku hewce be bi awayekî belaş bixe ber destê xwendekaran”.
Lê di kiryar de ne madeya 28 a Peymannameya Cîhanî ya Mafê Zarokan û ne esla 30
a yasaya bingehîn ya rejîma Komara Îslamî a Îranê ku rejîma han her du ne bi
zorî, belku bi terzeke azad û bi dilê xwe pejirandine, nehatiye birêvebirin.
Divê were gotin hêj zaf maye ku ew îmkanatên hewce ên elimandin û perwerdehiyê
bi awayekê baş û hewce bikeve ber destê xwendekaran.
Îsal xwendingeh di demekê de dest bi karê xwe dikin ku li gor serhejmariyek ku
di malpera “bbc.persian”ê de hatiye weşandin, 15 milyon xwendekar li 140 hezar
kilasên dersan de mijûlê xwendinê ne.
Li gor serhejmariya han pitir ji %13 ji xelkê Îranê heya niha jî nexwendewar in
û pitir ji %5/1 ji zarokên Îranê ji çûna bo xwendingeh û navenên xwendinê bêpar
in. Herwiha hejmareke zaf ji zarokan seba hebûna pirsên cur bi cur dest ji
xwendinê berdane.
Ji aliyeke din ve, kêmbûna hejmara kilasên waneyan yê bûye sebeb ku di her
kilasekê de pitir ji 30 zarokan cî bigirin û 9 milyon ji wan 15 milyon
xwendekaran di xwendingehên dudanî de mijûlê xwendinê bin û bi vî terzî Îran di
nava 17 welatên ku di warê xwendinê di rewşeke nebaş de ne, xwediyê pileya duyem
e.
Evane hemû ji aliyekê û ji aliyekê din ve giran û buhabûna îmkanatên xwendinê
weke pirtûk, defter, kîf, kinc û... ku di rastî de di welatê demokratîk de
kirîna wan hemû alavan li stûyê dewletê ye, lê di Îranê de ne wisa ye û herwiha
xirabbûna rewşa aborî a xelkê Îranê ku di encama siyasetên şaş ên rejîmê de pêk
hatiye, bûye sebeb ku gellek ji malbatên Îranî nekarin wan hewcehiyên xwendinê
bo zarokên xwe dabîn bikin û li encam de neçar bûne ku zarokên xwe ji xwendinê
bêpar bikin.
Pirsiyara sereke eva ye ev hejmar ji zarokan ku li gor serhejmariyan pitir ji
3/5 milyon kesan e, çi dikin ?!
Di rastî de piraniya wan zarokan yan di şeqaman de mijûlê karkirinê ne ku li
encam de gellek ji wan ji aliyê kes û girûên nesalim ve tûşî madeyên sirker yan
dizî û.... dibin, yan di kargehên raçandina mafûran de mijûlê karkirinê dibin ku
li encam vî karî de jî piraniya wan hem ronahiya çavên xwe ji dest didin û hem
tûşî zaf nexweşiyan dibin û sîstema leşê/a wan bi tevahî têk diçe.
Bi hebûna van hemû kirîz û pirsên aborî ên li ser rêya malbatên Îranî, derheq
xwendina zarokên wan, rejîma Îranê li ciyê wê çendê ku çareseriyeke baş bona vê
pirsê peyda bike û bi afirandina delîveyên karî rewşa xelkê ber bi başbûnê bibe
û di siyaset û kiryarên xwe de guhertinan pêk bîne, mixabin bi pejirandina
gelaleyên nû û ciyê heyirmanê weke cezakirina yek milyon tûmenî bo ew kesên ku
nikarin zaokên xwe di dewreya destpêkî û navendî de bişînin xwendingehan,
zêdetir xelkê dixe bin zext û givaşên aborî û ruhî de.
Bê wê çendê ku ji xwe bipirsin çima ew dayîk û bav nikarin zarokên xwe bişînin
xwendingehan? Bi rastî çi dayîk û bavek hez nake ku zareokên wan di jiyana xwe
de serkevin û nebin xwediyê zanist û agahî û têgihîştinê?!
Hêjayê gotinê ye ku astê nexwendewariyê di hemû herêmên Îranê de ne wek hev e.
Li gor wan serhejmariyên nû, Parêzgehên Kurdistan û Azerbayca Rojavayê ku her du
parêzgehên Kurdakincî ne, di nav gişt parêzgehên Îranê de di warê nebûna
îmkanatên xwendewarî û kesên nexwande û zarokên ser rê û şeqaman, di pileya
yekem de ne.
Diyare sedema vê yekê vedigere bo Kurdbûna xelkê van Parêzgehan. Çimku neteweya
kurd herdem di xebat li dijî zilm û zordarî û bêedaletiyê de pêşeng bûye û
rejîma Îranê bi başî dizane ku zanist û xwendewarî yek ji fakterên herî sereke
ên pêşkevtin û zanayiya xelkê û nasiyarbûna wan tevî mafên xwe ye, lewra rejîma
Îranê bi pêkanîna asteng û kospan li hember zarokên kurd derheq xwendinê,
dixwaze wan ji xwendinê dûr bixe da ku herdem netewaya kurd bê ziman û di bin
zilm û zordariyê de be.
Li dawiyê, em hêvî dikin ku zarokên Kurdan li her ciyekê ku bin xwendina xwe
bidomînin û bi komkirina zanist û zanyariyan bibin çirayeke ronahiyê bona
rizgariya neteweya kurd di bin zilm û zordarî û bê edaletîyê de. |