|
û mifahwergirtinê ketine û di halê
xirabûnê de ne û zarok
bi tirs ve di xwendingehan de amade dibin. Wî zêde kir, hêj navendên perwerdeyê
bona destpêka xwendina îsal amade ninin. Li gor gotinên Fermandarê rejîmê yê vî
bajarî, gişt xwendingeh li bajarê Nehavendê bi awayê du danî tên birêvebirin.
Berpirsê saziya perwerdeyê li
Azerbaycana Rojavayê jî îtiraf kir ku %13 ji xwendekarên xwedî merc bona
xwendinê di vê parêzgehê de ji xwendin û perwerdeyê bêpar in.
Hemîd Îbrahîmî di konferanseke
çapemeniyê de ragihand, piraniya van zarokan seba nebaşbûna rewşa aborî nikarin
xwendina xwe bidomînin. |