|
welatan de cezayê îdamê birêve çûye
û %91 ji van daliqandinan tenê di 6 welatan de hatiye encamdan, ku Îran yek ji
wan welatan e.
Diyare ne tenê Îran di nava wan
welatan de ye, belkî îsal cezayên lidarvekirinê di Îranê bin desthilatdariya
rejîma Komara Îslamî de zêdebûnek berçav bi xwe ve dîtiye. Bêtir ji 210 kesan di
dema wan 9 mehên borî de hatine daliqandin. Di meha borî de di doma rojekê de 21
kes li ber çavên xelkê , di şeqam û cihên giştî de hatine darvekirin.
Herçend ku rejîma Îranê yek ji wan
rejîman e ku dijberiya xwe tevî dana biryara îdamê derheq zarokên jêr 18 saliyê
de nîşan dide û Carnameya mafê zarokan pejirandiye, lê heta rehmê bi wan jî nake
û mixabin em dibînin ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de zaf zarokên bin
18 saliyê de hene ku bi sûçên cur bi cur cezaya îdamê bi ser wan de hatiye
sepandin û li benda wê rojê ne ku bibin 18 salî û herin bin dara îdamê. Rojek ku
di piraniya welatên pêşkevtî û demokrat yên cîhanê de zarok bona girtina cejna
ji dayîkbûna xwe û vexwandina hevalên xwe û derbaskirina rojek pir xweş benda vê
rojê dikişînin. Lê zarokên Îranê ên di girtîgehê de berevajî vê yekê ne, ew ji
rojeke han ditirsin. Ji ber ku roja dawiya jiyana wan e û li ciyê girtina cejnê
divê xatira xwe ji dayîk û bav, xûşk û bira, kes û kar û hevalên xwe bixwaze û
herin bin darê îdamê.
Rejîma Îslamî a Îranê bi
birêvebirina siyaseta kuştina bi enqest û girtina canê zarokên xelkê, bi hezaran
malbatan xembar û reşpoş dike û zêdetir raya giştî a cîhanê bi dijî xwe han
dide.
Di rastî de piraniya ew kesên ku di
bin desthilatdariya rejîma Komara Îslamî de tên daliqandin, mirovên azadîxwaz,
xebatkar, rewşenbîr û welatperwer in ku rejîma Îranê wan weke mirovên rezîl û
bêbiha binav dike, da ku hem bikaribe neyarên xwe yên siyasî ji nav bibe û tirs
û xofê bixwe di nava dilê xelkê Îranê û hem bi xapandina raya giştî ya cîhanê
wiha bide nîşandan ku di Îranê de neyarên siyasî tune û xelkê Îranê azad in û
hemû rejîma Komara Îslamî ya Îranê dipejirînin.
Her di vê derheqê de, roja 24’ê
Îlona 2007’an de, Mehmûd Ehmedînijad, Serok Komarê rejîma Komara Îslamî a
Îranê, di Konferanseke Çapemeniyê de ku li ser daxwaza “KLOP PIRS”ya
Amerîkayê li bajarê “NEW YORK” ê hate lidarxistin, got: “xelkê Îranê
xelkê herî azad yê cîhanê ye”. Lê bi rastî wiha ye? Xelkê Îranê azad e? Gelo
heta çawaniya lixwekirinê ji bo jin û mêran ji aliyê rejîma Komara Îslamî tê
diyarîkrin. Roj nine ku kes seba eyankirina raya xwe nehê daliqandin yan nehê
girtin. Her li dirêjahiya salekê pitir ji 73 rojnamevan di Îranê de hatine
girtin û pitir ji 20 weşan hatine daxistin, bi sedan kes ji xelkê sivîl li ber
çavên xelkê hatine daliqandin. Her niha 2 ciwanên rojnamevan yên Kurd bi navên “Hîwa
Botîmar û Ednan Hesenpûr bi buxtana “Moharibe” (dijberîkirin bi xwedê
re), ji aliyê Dadgeha Şoreşa Merîwanê, bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin û niha
di girtîgeha bajarê Sine de li benda birêveçûna biryara îdamê ne û rewşa ruhî û
cismî ya wan pirr xirab û dijwar e.
Di rastî de cezaya van du ciwanan
tenê eyankirina raya wan bû ku ew tûşî cezaya han ya giran kirin. Eva ew azadiya
ye ku birêz Ehmedînejad qala vê dike.
Em carek din daxwazê ji hemû mirovên
azadîxwaz û mirovhez û saziyên mafê mirovan û “NGO”yên çeleng di vê warê
de dikin ku bi xistina zext û givaşan bo ser rejîmê canê van du ciwan û sedan
ciwanên din ji destê rejîma Komara Îslamî ya Îranê de rizgar bikin û di
pêşveçûna pirosesa demokrasî di Îranê de piştevaniyê ji neteweyên azadîxwaz yên
Îranê bikin. |