|
Pitir ji 80 girûpên Parêzvanên Mafên
Jinan nerazîbûna xurt a xwe li dor pêşnivîsa nû ya yasaya bingehîn a Turkiyê, ku
tê de jin weke rihbereke lawaz ku hewcehî bi piştevaniyê hene, pênase kiriye dan
xuyakirin.
Li gor rapora BBC’yê, yasaya
bingehîn a pêşniyarkirî li pişt deriyên daxistî hatiye nivîsandin. Li gor
belgeyan, di vê yasayê de gavên mezin derheq mafê jinan ber bi paş hatiye
avêtin, lewma girûpên jinan daxwaza beşdarîkirin di qonaxên nivîsandina yasaya
han de kirine.
Sêlên Lirmîglu, çalaka mafên jinan,
di hevpeyvînekê de tevî BBC’yê, dibêje: pejirandina vê yekê ku jin heyberên
lawaz û hewceyî bi piştevaniyê heye, di yasayên bingehîn a Turkiyê de nîşaneya
dîtingeha wan derheq jin û mêran e, lê me hewceyî bi piştevaniya tu kesê/î tune,
me pêwîstî bi wekheviyê heye û tenê em daxwaza wekheviyê dikin, ne piştevaniya
tu kesê/î. |