|
Rapora han nav û nîşanên wan kesan
bi xwe ve digire
ku li heyamê Çiriya Pêşîn a sala 2006’an, heya Îlona 2007’an, di Îranê de yan bi
îdamê hatine mehkûmkirin yan hatine daliqandin. Agahiyên hatî di vê raporê de bi
giştî li gor agahiyên nûçegehanan, rojname, malperên nûçegehanî yên cur bi cur
di hundirê Îranê û herwiha hejmarek ji çavkaniyên derveyî welat e. Bi li
berçavgirtina sansorên heyî li ser nûçeyan û jêderên hundirê Îranê, nûçeyên
derheq kesên daliqî di Îranê de nahên weşandin yan bi kêmî tên weşandin, lewra
rapora han tenê beşek ji wan kesên daliqî yan li benda îdamê di Îranê de bi xwe
ve girtiye.
Rapora berbest du lîsteyan bixwe ve
digire.
1-Lîsteya kesên îsambûyî
2-Lîsteya kesên li benda birêveçûna
biryara îdamê ne
Lîsteya hejmara yek:
Li gor lîsteya han bi giştî biryara
li darvekirina 265 kesan di heyama 10 mehên borî de hatiye birêvebirin ku li gor
sala borî %140 jorde çûye.
-3 kes ji wan jin in.
-34 kes ji wan girtiyên siyasî bûne
ku hejmara wan 6 hemberî sala borî ye.
-Îdamkirina li berçavê xelkê, li gor
sala borî 2 hember zêde bûye.
-Yek ji kesên mehkûmbûyî bi îdamê li
ber çavên xelkê hatiye berbarankirin.
-Temenê 77 kes ji wan mirovên
lidarvekirî ku di vê raporê de hatiye, bi vî awayî ye: 47 kes ji wan 30 salî
bûne û 30 kes ji wan temenê jordeyî 30 saliyê hebûne. Kesê îdambûyî yê herî kal
û bi temen, 65 salî bûye.
-Agahî derheq 57 kes ji wan, bi
terzekî nekemilî berdest e.
Lîsteya hejmar du:
Li gor lîsteya han, 218 kes li benda
lidarvekirinê ne. Herwiha li gor agahiyên ketî berdest, biryara daliqandina 39
kesên din ku di salên borî de biryara îdamê derheq wan hatibû dan, carek din ji
aliyê Dada Bilind ya Îranê hate pejirandin. Hêjayê gotinê ye ku navê van kesan
di vê Lîsteyê de ber dest nine.
Hejmara dana biryara îdamê li gor
sala borî %60 jorde çûye.
-11 kes bi kevirbaranê (recimkirinê)
hatine mehkûmkirin.
-26 kes ji wan jin in.
-5 kes girtiyên siyasî ne.
-Li gor agahiyên berdest, temenê 98
kes ji wan bi vî awayî ye:
4 kes ji wan jêr 18 saliyê ne, 63
kes di nava 18 heya 30 saliyê de ne û 31 kes ji wan jordeyî 30 saliyî ne. Hêjayê
gotinê ye ku 7 kes ji wan li dema encamdana cezayê, di bin 18 saliyê de bûne.
-Agahî derheq 76 kes ji wan, bi
awayekî nekemilî ye.
Çalakên Îranê yên Parêzerê Mafê
Mirovan li Ewropa û Amerîkaya Bakûr
10.10.2007 |