|
Amadekar. Hemîd Muxtarî
Gişt sîstemên civakî
ên paremayî û olî di cîhanê de xwediyê armanceke wekhev in, ew jî parastina çand
û deb û edetên paşverû û dûr ji sinc û pirensîpên mirovahiyê ên derheq jinan
weke sinetkirina keçan, kuştina jinan bi hêceta parastina namûsê, zewicandina bi
zorî a keçan, zewicandina keçan di temenê zarokatiyê de ji aliyê dayîk û bav û
xizm û kesên wan û ... hemû ji wan deb û edetên paremayî ne ku mixabin civaka me
ya Kurdan bi xwe ve digire.
Roj nine ku di civaka me de çend keç yan jin bi egerên cur bi cur xwe
neşewitînin yan nedaliqînin yan bi her terzeke din dawiyê bi jiyana xwe neînin.
Her dema ku mirov guhdariya nûçeyan dike, yan seredana malperên Kurdî dike, tevî
nûçeyên têkilîdar bi xwekuştina jinan bi awayên cur bi cur ber bi rû dibe. Yan
roj nine ku jin bi destê mêran bi hêceta parastina namûsê nehên kuştin.
Bi rastî egera wan hemû bûyer û kirîzên civakî divegere ser çi?!
Emê çawa bikaribin xwe ji wan deb û edetên kevneşop ku îznê nadin civaka me ber
bi civakeke nûjen û pêşketî ku têde mafê jin û mêran wek hev tê parastin, rizgar
bikin?!
Berî ku bersiva van pirsiyara were dan, hez dikim bala we bo çend serhejmarî û
nêrînên Civaknasên Kurd û pisporên vî warî bikşînin.
Civaknasa Kurd xatûna Sirwe Hemecan, derheq sinetkirina keçan dibêje: li gor
lêkolînekê ku çend saziyên pêwendîdar li 160 gundên ser bi parêzgeha Hewlêr û
Silêmaniyê, encam dane, eşkere bûye ku li koma 5920 jinan, 4155 ji wan hatine
sinetkirin.
Malbatên Kurd weke edeteke civakî û olî, keçên xwe sinet dikin, ew bawer in ku
sinetkirin dibe sebebê emegnasiya jinan derheq mêrên xwe, lê Feraz Baban yek ji
pisporên warê zayînê, li ser vê baweriyê ye ku: tirsên sinetkirina jinan pitir
ji xiyanetkirina wan bi hevjînê xwe, gefê li jiyana civaka Kurdan dike. Birêz
Feraz Baban sinetkirina jinan weke jinavbirina bingehên jiyanê dihesibîne û
dibêje: sinetkirina jinan dibe sebebê kuştina seha seksî ya wan û wê demê jin
weke alavekê bona zarokbûnê tê bikaranîn, eva jî tevî yasayên Ola Îslamê û
yasayên berevanî ji mafê jinan dijberî heye.
Firaz Mihemed Selîm, berpirsê Navenda Xwarezmî li bajarê Kerkûkê, dibêje: zû
zewicîna keçan bûye sebebê dest kişandina %30 ji wan ji bo dawîanîn bi xwendinê.
Herwiha saziya Omînzîş, piştî lêkolînekê eşkere kir ku sinetkirina keçan bi
awayekî eşkere li piraniya bajarên Kurdistana Başûr û bi taybetî li deverên
gundakincî tê encamdan.
Yek ji pizîşkên pispor di warê zarokbûnê di yek ji nexweşxaneyên bajarê
Silêmaniyê de ku hez nekir navê wî were eşkerekirin, ragihand: %70 ew jinên ku
bi armanca zarokbûnê tên, hatine sinetkirin. Wî herwiha eşkere kir ku zaf caran
malbatên han, beriya kemilîna zarokên xwe, wan sinet dikin û hejmarek ji wan ji
tirsa çûna heya û şerefa malbata xwe, li pêşerojê de?! Zarokên xwe ên keç li
temenê 7 heya 9 saliyê de sinet dikin.
Di rastî de îro rojê mijarên weke çend jinî, sinetkirina jinan, xweşewitandina
jinan, kuştina jinan bi hêceta parastina namûsê, zewicandna bi zorî ya keçan û
... bûye ciyê nigeraniya gişt saziyên fermî û nefermî ên parêzerê mafê jinan,
gişt mirovên azadîxwaz û mirovhez û saziyên din ên sivîl ku ji bo pêşvebirina
civaka me ber bi demokrasî û medeniyetê cehdê dikin.
Derheq xwekuştina keçan, Birêveberiya Saxlemiya Hewlêrê, li gor serhejmariyekê
ragihand ku sala borî 1711 jin li parêzgeha Hewlêrê, cehd kirine ku xwe bikujin
û hejmareke zaf ji wan jî, ji çekên sivik mifah wergirtine.
Divêt were gotin ku di civaka Kurdewarî de, jin hem ji ber kurdbûna xwe dikevin
ber yasayên biferq û hem ji ber jinbûna xwe tên tepeserkirin. Heke em bixwazin
xwe ji diyardeyên han bi giştî rizgar bikin, tenê rêçareyek heye, ew jî pêkanîna
guhertinan di raman û bîrkirinên me de ne. Ji ber ku heya dema ku em wiha
bifikirin ku jin rihbereke lawaz e û divê di bin desthilata mêran de be û nabe
di piroseyên siyasî, aborî, civakî ûçandî de beşdar bibin, em nikaribin pêş
bikevin. |