 |
Kavûs Ezîzî
Heyamekê beriya niha
ez li ber deriyê banka ew bajarê ku ez li wir dijîm, rûniştibûm û li benda wê
bûm heya ku dora min dêt û herim nava bankê.
Min dîmenek pir balkêş dît, lewra jî min hez kir ku weke mînakekê ji bo
xwendevanên hêja ên Agirî binivîsim.
Demjimêr 12’ê nîvro bû, xwendingeh xilas bibûn, |
|
xwendekar deste deste
ber bi malên xwe dimeşiyan, lê dîmena herî balkêş bal min hatina 5 keçan
bû ku bi hev re dimeşiyan.
Ew keç dema ku nêzîkî min bûn, silav kirin û derbaz bûn. 4 ji wan keçan ku
temenê wan di navbera 14 heya 15 saliyê de bûn, ez dinasîm, lê nêzîk bankê
xwaringeheke Kurdekî Bakûrê Kurdistanê heye. Diyar bû ku van keçan dixwastin
xwarinekê bikirin. Lê çimku dîmen ji min re pir delal û balkêş bû, min jî mêzeyî
dîmenê dikir. Wan berî mêzeyî lîsteya xwarinê kirin, piştre di nava xwe de pere
kom kirin û dane keçek çermreş a Afrîqayî bû, wê keçê ji bo hemûyan xwarin kirî
û piştre ber bi malê meşiyan.
Lê ewa balkêş bo min eva bû ku ew kê bûn?
Yek ji wan keçeke çermreş xelkê welatê Kongoyê li Afrîqayê bû û diya wê yek ji
parêzerên naskirî yê bajar bû. Ew heyamê çar salan cînarê me bûn.
A duyan keçeke Peştû xelkê Celal Abadê bû, Celal Abad bajareke welatê
Efxanistanê ye. Dayîk û bavê wê 2 salan tevî min di xwendingeha zimanê Danîmarkî
de bûn û me hev du nas dikir.
A sêyem keçeke Kurd xelkê bajarê Serpêla Zehave bû ku li bajarê Romadiyê li
Îraqê ji dayîk bibû, me bi hevre hatin û çûna malbatî heye.
A çaran keçeke Ereba Şîî ya Îraqê bû ku dayîk û bavê wê jî tevî min di
xwendingeha zimanê Danîmarkî de bûn.
A pêncan jî keçeke Danîmarkî bû.
Xwendevanên hêja, renge eva tiştekî biçûk be, lê eva nîşana vê yekê ye ku civaka
saxlem dikare mirovan bê liberçavgirtina ziman, ol, nejad, çerm, coxrafiya û ...
bi hev re bike heval. Lê em weke Kurd di welatê xwe de biyanî ne. Neyarên netewa
me, me li ser axa me bi biyanî dizane. Ez hêvîdar im ku rojek were ku em jî di
welatê xwe de bi aştî û azadî bijîn û kes tu kesê/î bi biyanî nezanibe. |