Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Zext Û Givaşên Hêzên Ewlekarî Ên Rejîma Koamra Îslamî A Îranê Bo Ser Çalakên Mafê Jinan Li Kurdistana Îranê Ber Bi Zêdetirbûnê Diçe

 

Roja yekşem, 04.11.2007’an, xatûna Hana Ebdî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê, li bajarê Sine, di mala bapîrê xwe de hate gitin.

 Hana Ebdî, keça Kurd a 21 salî, xwendekara rişteya derûnnasî û yek ji endamên çalak a Kampayna Yek Milyon Îmzeyan e. Piştî binçavkirina Hana Ebdî, hêzên Ewlekarî  ên rejîma Komara Îslamî a Îranê kêysa kumpyoter û her wiha belgenameyên çalakiyên kampaynê tevî xwe birin.

 Heyamekê berî niha li bajarê Sine, çalakeke din a Kampayna Yek Milyon Îmzeyan bi navê  Ronak Sefarzade ji aliyê hêzên rejîmê hate girtin û niha jî di rewşeke neron de ye.

 Li doma zetx û givaşên hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê bo ser jinên mafxwaz ên Kurdistanê, Nûçegihaniya Rêxistina Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, ragehand ku roja çarşem, 31.10.2007’an, xatûna Niştîman Ehmedî, yek ji çalakên warê çandî û akinciyê bajarê Sine ji aliyê hêzên Ewlekarî ên vî bajarî ve hatiye binçavkirin. Rapora Rêxistina “RMMK”ê, basê vê çendê dike ku hêj sedemên girtina xatûna Nîştiman ne zelal e.

 Her di vê derbarê de, Ajansa Nûçegihanên “Mukriannews”ê eşkere kir ku tayê yek a Dadgeha Şoreşa Îslamî a bajarê Seqizê, xatûna Çinûr Fethî, nivîskar û wergêra Kurd bi zîndanê mehkûm kiriye.

 Jina xebatkar a Kurd, Çinûr Fethî, li gor madeya 499 a  yasay cezayî a rejîma desthilatdar di Îranê de bi tawana endambûn di yek ji partiyên siyasî ên Kurd de bi 5 sal cezaya girtîgehê “tezîrî” hatiye mehkûm kirin.

 Hêjayî gotinê ye ku zetx û givaş, girtin û îşkencekirina jinên çalak li gişt Îranê û bi xasmanî li Kurdistanê, bi sedema xebat û tekoşîna aştîxwazane û mafxwazane ên wan, rastî rewşeke nû a serkut û tepeserkirinan hatiye.

 Bêşik rewş han ne tenê nabe sedema tirsandina van xebatkaran, belku ew li ser maf û daxwazên xwe zêde biîsrar dibin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî