|
Tê gotin berpirsên rejîma
desthilatdar di Îranê de ji ber tûşbûna van kesan bi
nexweşiya
Îdzê agehdar in û ji wan bona tûşkirina xelkê Îranê bi nexweşiya Îdzê û madeyên
sirker û karên bêexlaqî mifahê werdigire. Wîkîpedya, bi vî awayî pênaseya
nexweşiya “HIV”’yê dike: bi Îngilîzî AIDS yan (Acquired Immune Deficiency Virus)
bi wateya nîşaneyên hebûna lawaziyên di sîstema berevaniya laşê mirov de ye. Ew
yeka jî rê ji bo îfûnetên(Çilk) bi navê derfetperest xweş dike ku di rastî de
laşek saxlem dikare wan ji nav bibe û di encam de bihêzbûna û berfirehbûna
îfûnetên han dibe sedema mirina kesê/a nexweş. Bi awayekê ku nexweşiya
Koqizîtî(Tuberosity) sedema sereke a mirin di nava kesê/a tûşbûyî bi
“HIV”yê, li gişt cîhanê ye.
Li herêma Rojhilata Navîn û Bakûra
Afrîkayê û welatên weke Îran, Cezayir, Lîbya û Merakêşê, tirsa tûşbûn bi vîrûsa
Îdzê di asteke bilindorbilnd . berfirehbûna îfûnetên
han dibe sedema mirina an derheq çavaniya pêşîgirtin li gişt cîhanê de ye.
de ye. Li gor sehejmariyên fermî û tomarkirî ên Wezareta Tendurustî ya rejîma
Komara Îslamî a Îranê, heya meha Çiriya Paşîn a sala 2007’an, 14 hezaer û 544
kes tûşî nexweşiya “HIV”yê bûne û hatine destnîşankirin. Li gor gotina Mihemed
Mêhdî Gûya, berpirsê Binkeya Birêvebriya Nexweşiyên Wezareta Tendurustiyê,
serhejmariyên texmînî didin xuyakirin ku nêzîk 70 hezar kes tûşî nexweşiya han
bûne. Bi liberçavgirtina nifûsa 70 milyonî a Îranê, em dikarin bibêjin ku di her
hezar kesan de kesek tûşî nexweşiya Îdzê bûye. Têkiliyên zayendî tevî kesên
tûşbûyî bi nexweşiya “HIV”yê, bikaranîna alavên pîs û nepaqij ên derzî lêdanê di
nava kesên tûşbûyî bi madeyên sirker, dana xwîn û berhemên xwînî ên pîs ji
dayîka tûşbûyî bi zarokê/a xwe, ji rêyên herî girîng ên tûşbûn bi îdzê tên
hesibandin. Li gor serhejmariyan, bikaranîna alavên pîs ên derzî lêdan di nava
kesên ku madeyê hişber dikişînin û herwiha têkiliyên zayendî de, weke yekemîn û
duyemîn rêyên tûşbûn bi vîrûsa îdzê di Îranê de tê hesibandin. Li gor
serhejmariyên li asta jor ên derheq têkiliyên zayendî û kesên tûşbûyî bi madeyên
sirker û... wisa xuya ye ku hejmara kesên tûşbûyî bi nexweşiya han zêdetir ji 70
hezar kesan be. Ew rêyên ne eşkerebûyî ên tûşbûn bi nexweşiya Îdzê gellek ji
wan rêyên eşkerebûyî bitirstir e. Çimku çawaniya nêrîna bi ser kesên tûşbûyî bi
Îdzê di Îranê de, ne nêrînek ji ber berlêgirtinê pêşgirane ye û weke
nexweşiyekê nahê hesêb. Kesên tûşbûyî bi nexweşiya han di civakê de weke
tawanbar tên mêzekirin. Lewra bi raya xelkê Îranê kesên tûşbûyî bi nexweşiya
Îdzê divê ji civakê bên dûrxistin û ev nêrîna jî dibe sedema wê çendê ku kesên
tûşbûyî xwe nedin eşkerekirin û eva jî dibe sedema jordeçûna asta nexweşiya han
di civakê de.
Ji aliyekî din ve xelkê Îranê bi
awayekî giştî û bi taybetî ciwanan derheq çawaniya pêkanîna têkiliyên zayendî
ne xwediyê zaniyariyek pêwîst in. Zêdebarê vana, bertenegkirina pêwendiyên
zayendî, ji sedemên girîng ên tûşbûna ciwanan bi nexweşiya Îdzê tê hesibandin.
Weke em asta kesên bêkar, xizanî û belengaziya berfireh, feqra çandî, bêmeraqiya
di nava ciwanan de û... zêdeyî vî nexweşiyê di Îranê de bikin, wê demê xuya dibe
ku hewce ye tirsa micid a tûşbûn bi nexweşiya Îdzê û rêyên tûşbûn bi vî vîrûsê,
ji xelkê re were gotin û xelk ji van pirsan werin agehdarkirin.
Komara Îslamî a Îranê ne tenê di
çarçoveya pêşîgirtin ji belavbûna nexweşiya Îdzê de tu pêngavek ne avêtiye,
belku hinek caran – ku mînakên wan di Kurdistanê de gellek in – bi belavkirina
nexweşiya “HIV”yê di civakê de hewlê dide civakê ji nav bibe.
Veguhastin û akincîkirina çendîn
malbatên tûşbûyî bi nexweşiya Îdzê li bajarê Ciwanroyê dibe weke beşek ji terhên
dewletî ên birêveçûyî di Îranê de were hesibandin. Encama vê pirosesê cinayet li
dijî mirovahiyê ye.
Cinayet li dijî mirovahiyê bi
awayekî giştî kar û kiryarên dewletî ne ku di çarçoveya ji navbirina hejmarek ji
xelkên xwediyê taybetmendiyên wekhev in ku xwediyê du xalên eşkerec û cudabûyî
ên bigehîn di cinayetên şer de ye. Di dema aştiyê de jî egera bikaranîna vê
terhê li dijî hevwelatiyên vî welatî heye. Niha li gor vê yekê, ev kiryara
rejîma desthilatdar bi ser Îranê di çarçoveya akincîkirina çendîn malbatên
tûşbûyî bi vîrûsa Îdzê li bajarê Ciwanroyê cinayet li dijî mirovahiyê nahê
hejmartin, nirxandin.
Berbirûbûn tevî siyaseta gemar û
nemirovî a belavkirina “HIV”yê ji aliyê rejîma Komara Îslamî di nava xelkê Îranê
de, hewcehî bi eşkerekirina siyasetên rejîma han û belavkirina zaniyariyên
derheq çawaniya pêşîgirtin ji tûşbûn bi nexweşiya Îdzê heye.
Binkeya Gehandina Zanyariyên derheq
“HIV”yê, li berçavgirtina xalên jêrîn derheq parastina mirovan ji nexweşiya Îdzê
bi hewce dizane:
Emegnasbûna mirovan
bi hevjînên xwe û pêbendbûn bi pirensîpên sincî. Xwe parastin ji kişandina her
cure madeyên bêhişker bi taybetî curê derzî lêxistinê. Mifahwernegirtin ji
ampûl(derzî) û tîxên bikarhatî. Dehn û balkişandina li dema mifahwergirtin ji
derzî yan her alavekê bona xwînê. Ravêjkarîkirin tevî kesên pispor bona
jordebirina asta zanyariyên xwe li dema hebûna riftarên ciyê tirsê.
|