|
Serok Wezîra Almaniyayê daxwaza
xurtbûna kiryarên li dijî zewicînên bi zorî kir. Angêla Mêrkêl, Serok Wezîra
Almaniyayê daxwaz kir ku zewicîna bi zorî di yasaya bingehîn a Almaniyayê de bi
fermî weke tawan were nasandin û kesên tawanbar bên cezakirin.
Li gor rapora “Rueters”ê, sala borî
jî di vê derheqê de di qanûna bingehîn a welatê Almaniyayê de hinek guhertin pêk
hatibûn. Bo mînak her jin yan mêrek ku daxwaza niştecihbûna hevjîna/ê xwe bike,
nabe li jêr temenê 18 saliyê bibin.
Mêrkil her wiha berevanî ji yasaya
nû a derheq kuçberên malbatî bi merca zanîna zimanên Almaniyayê kir. |