Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

 Bûkên Ku Hêj Keç İn

 

Çîroka Jinên Ku Mêrên Wan Hêj Nebûne Zava

 “12 sal e ku ez zewicîme. Heya niha jî ez keç im. Dema ku me jiyan a hevbeş pêk anî, li gor ew deb û edeta Kurdewarî ku hêj jî dom dike, daxwaza peroya sor ji me kirin, lê ji ber ku abûra mêrê min neçe, me pero bi xwîna mirîşkê sor kir. Herçend ku mêrê min çend caran seredana doktoran kiriye, lê wî gellek bawerî bi pijîşkan tune. Niha jî ger çareseriyek hebe, ez hez dikim ku jê re bê kirin. Lê dema ku ez vê pirsê tevî wî bas dikim, tu dibêjî ew kevir e û kir û bêdeng dibe.

Xatûna Geşav ku 2 sal bû bal xezûr û xesûya xwe

bas ji zavanebûna mêrê xwe nekiribû û heya niha jî birayên wê ji vê pirsê agahdar ninin, nerehet e ku bikaribe qisên dilê xwe tevî  rojnameyan eşkere bike. Ew keça ku di sala 1976’an de, ji dayîk bûye û hevjîn heye, 12 salan beriya niha ji rêya jin bi jiniyê ve ew dane mêr. Hevjîna birê wê niha xwediyê komek zarokan e û ew niha jî bi hêviya jinbûnê dijî.

Gellek caran basa pirsa zavanebûnê hatiye kirin ku bi her sedemekê be mêr nikare di şeva yekem a zewicînê de kiryara cotbûnê encam bide”.

Di vê raporê de hejmareke kêm ji wan jinên ku mêrên wan nekarîne bibin zava, bi eşkerekirina sira veşartî a dilê xwe bas ji wan pirs û arîşeyên jiyana xwe dikin. Hejmarek ji van  jinan bi qasî çend mehan bal mêrên xwe mane û hejmarek jî çend heftiyan. Lê jinên wiha jî hene ku bi salan tevî mêrên xwe jiyan kirine û bûne goriyên deb û edetên civaka me ya Kurdewarî. Bo mînak jinek bi navê Geşav, 12 sal e ku tevî mêrê xwe jiyan dike û weke bi xwe dibêje di vê zewacê de xincî  namûs û şerefê, tu tiştek din jê re nemaye.

Dema ku mirov ji rewşa Geşav mêze dike, seh nake ku jineka xwedî mêr û mal dîtiye. Belku zêdetir weke keçeke bi hêvî û xwedî awat tê berçav. Qet jî Hez nake ku di vê derbarê de bipeyve. Li encama pirsiyarên zaf, bi vî awayî bi eşkere û zelal derbazbûyiya xwe ji me re anî ziman: ”12 salan beriya niha malbata min ji rêya jin bi jin kirinê ve ez dame mêr. Xûşka mêrê min dane birê min, mêrê min nekarî kiryara cotbûne bi min re pêk bîne. Me got renge rewşa han gellek dom neke û bê çareserkirin, ji aliyek din ve malbata xezûrê min daxwaza peroya sor ji me dikirin, da ku bawer bikin  ez bi keçînî hatime mala wan. Lewra me jî pero bi xwîna mirîşkê sor kir da ku abûra mêrê min neçe. Rewşa han heya 2 salan dom kir û me îzn neda  ku bê eşkerekirin”.

Helbet piştî 2 salan jî ev yeka ne ji aliyê xatûna Geşavê ve eşkere dibe, belku hevjînê wê ew yeka eşkere kir. Derheq vê pirsê Geşav dibêje: ”Xesûya min pir zext dianî ser min da ku ez bibim xwedî zarok û herdem bi min re şer dikir. Wê ji min re digot tu nabî xwedî zarok û divêt em ji kurê xwe re jineke din dê bixwazin, min jî taba wan qisan dikir û min bersiva xesûya xwe nedida. Heya ku rojekê mêrê min ji rewşa han nerehet dibe û hemû tiştan eşkere dike. Herçend min daxwaz ji mêrê xwe kir da ku ev yekê eşkere neke, ezê taba qisên xesûya xwe bikim. Îdî piştî wê demê ve malbata xezûr û xesûya min bi başî bi min re diliviyan û ji min re pir baş bibûn.Wan piştre bi dilovanî û rehm ve mêzeyî min dikirin”. Xem û kulek din ku her dem dibû sedema nerehetbûna xatûna Geşav, nebûna zarokan bû. Lewra herdem zarokên jinbirayê xwe ku tevî wê hatibû jin bi jinkirin, dianî mala xwe û bi meh û salan bal xwe xwedî dikir. Yek ji sedemên vê çendê  ku niha tevî mêrê xwe maye û ji wî cuda nebûye, ewa ye ku hem bixwe hez nekiriye û hem jî wek xwe dibêje dayîk û xûşkên wê daxwaz ji wê kirine ku li hember vê pirsê xwe bêdeng bike û ji aliyekî din ve jî tirsa vê çendê hebû ku eva bibe sedema têkçûna jiyana birê wê. Ji pirsa han tenê çend kes ji malbatên her du aliyan agehdar in û tu kes pê nehesiyaye. Weke xatûna Geşav dibêje: “salek beriya niha birê wê jî ji pirsa han agahdar bûye, lê tu tiştek bal wê bas nekiriye. Ew dibêje gişt malbata me weke jineke xwedî şeref û namûs mêzeyî min dikin û eva jî ji min re hemû tiştek e”.

Helale ku keçeke temen 24 salî û rûniştvanê yek ji kolanên bajarê Hewlêrê ye. Ew jî piştî wê çendê ku dizewice, tevî pirsek han berbirû dibe, lewra daxwza jihevveqetiyanê ji mêre xwe dike, lê ji aliyê hevjînê xwe ve tevî lêdan û îşkencekirinê berbirû dibe. Helale, keçeka 24 salî û porreş e ku heya astekê jî bedew û xweşik e. Lê di çavên wê de xuya ye ku jineka bi kul û kovan û xwediyê xwezî û hêviyan e. Wê bi zehmet dikarî ku ji me re bas ji biserhata xwe bike, çimku tenê çend roj bû ku ji nexwşxaneyê hatibû malê. Ji ber ku heyamekê beriya niha bi xwarina çend heban hewla xwekuştinê dabû, lê di vê hewla xwe de serkeftî nebibû û gihîjandibûne nexweşxaneyê.

Helale di pola yek a dibistana navîn de pêwendiya evîndariyê tevî xortekî di kilasa xwe de, pêk tîne. Her weke bi xwe dibêje “me bi başî hevdu fam dikir û em ji hev têdigihîştin û em bibûn evîndarê hev. Lê xincî dema çûna ser kilasê û hinek caran jî li demên êvariyan nebe, me qet hevdu nedidît. Me dixwast ku piştî bidawîanîna xwendina xwe, jiyana hevpar bi hev re pêk bînin”. Pêwendiya han a di navbera Helale û evîndarê wê her berdewam dibe, heya ku rojekê yek ji kurmamên wê hate xwastina wê. Herçend ku Helale bi vê zewacê razî nebû, lê weke bi xwe dibêje tu kes guhdariya qisên wê nedikir û heta îzn nadinê ku xwendina xwe bidomîne û wê bi zorî didin kurapê wê. Mehekê piştî marekirinê, Helalê ji bo mala mêrê xwe tê veguhestin. Lê pirsa mezin ji bo Helalê, di şeva yekem a bokîniyê de dest pê dike ew dibêje:“min ji şeva yekem a bokîniyê tu agahdariyek tune bû da ku ez bizanibim divêt çawa bilivim. Kurmamê min nedikarî bibe zava. Ew rewşa heya heftiyekê dom kir û wî nekarî bibe zava. Piştre mala bavê wî zanîn û ew xistin ber rexne û gazindeyan. Piştre mala Bavê min jî zanîn. Lewra bo heyamê 2 rojan em bi hevre kirin di nava odeyekê de û her du malbat li benda zavabûna mêrê min bûn. Wan kurê xwe hay dida da ku bi her awayekê be, ew bibe zava, hekene dê abûra wan here û tu kes weke mêrekê, hesabê jê re nake. Lewra kurê wan dixwast ji rêya din anku (bi dest) ve min bike jin û bal wî tenê ewa girîng bû ke peroya sor nîşanî dayîk û bavê xwe bide. Lê ez bi vê karî razî nebûm. Herçend ku wî ez azirandim û pir êşandim, lê dîsan jî min rê neda ku bi vê metodê min bike jin.

Helale dibêje” piştî vê bûyerê, ew ji mala xezûrê xwe de direve û diçe mala bavê xwe. Lê di mala bavê xwe de jî ne tenê nahê pêşawazîkirin, belku wê dixin ber lêdanê û îşkenceyan. Ew dibêje mala bavê min gellek li min xistin û ew bawer bûn bi her awayekê diba ez bibam xwediyê peroya sor. Birê min yê mezin gellek ez kutam ku çima min ev yeka eşkere kiriye. Helale piştî vê lêdanê ji rêya xwarina çend heban hewla xwekuştinê dide. Lê hewla wê serkeftî nabe. Herçend Helale ji mêrê xwe cuda dibe, lê weke ew dibêje piştî vê bûyerê gişt xizm û kesên wê bi çavekên pir ji kîn û nefret ve mêzeyî wê dikin. Çimku ew bawer in ew bûye sedema abrûçûna kurmamê xwe.

Xatûna Gewher a 30 salî hêj ciwan û xûşik dixuye. Lê mirov bi mêzekirina rûçika wê seh dike ku tiştek di nava dilê wê de heye. Ew xwe gellek bi serbilind û bextewer dizane ku piştî 7 salan hêj ew yeka bal tu kesê bas nekiriye û weke bi xwe dibêje abûra malbata xwe parastiye.” min bîr ji jiyan û hez û xweziyên xwe nekiriye da ku weke jineke bê abûr mêzeyî min nekin. Min gişt xweziyên xwe ji bîr kiriye, heta dayîkbûn xwe, ku hemû hêviyên min di jiyanê de ev yeka bû ku rojekê ez jî bibim dayîk. Lê ger ez ji mêrê xwe re veqetiyabam, dê xelkê gotiba ew jine bêşeref û bênamûs e.

Di dawiyê de divê em bibêjin ku jin û mêrên ku bi vê pirsgirêkê re berbirû dibin, divê bi awayekî zanistî û asayî bi pirsê re tevbigerin û nabe hestên kevneşop bibin sedema çêbûna pirsgirêk û zirar û xisarên zêdetir. Divê malbat jî bi awayekî hemdemî û zanistî bi van cure pirsgirêkên evladên xwe re bilivin û rê nedin ku pir aloztir bibe û bi taybet tund û tûjî û rewşên dijwar ji bo jinan pêk were.

Jêder: ji bo amadekirina nivîsê, ji rapora Heftînameya Cemawer, hejmar 249 a roja 19.11.2007 mifah hatiye wergirtin.           

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî