 |
Hemîd Muxtarî
Kurdistan bi hebûna
çavkaniyên xwe yên binerd û girîngiya wê a jeopolîtîkî, her tim bala dagirkaran
ber bi aliyê xwe ve kişandiye. Ji ber vê yekê jî pir caran hatiye dagirkirin.
Lewra netewa kurd herdem ji bo azadkirina Kurdistanê ji destê dagirkeran xebat û
tekoşîn di warên cur bi cur de meşandiye. Her di vê pêxemê de bi dehan û bigire
bi sedan rêber û pêşengên netewa Kurd weke Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza Dêrsim,
Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şererfkenî û hezaran mirovên
dilêr û |
|
şervan canê xwe ji bo
azadiya netewa xwe gorî kirine.
Dagirkaran
herdem hewl daye ku netewa kurd bê serok û rêber bihêlin û bi pêkanîna dubendî û
dijminatiyê di nava Kurdan de şerê birakujiyê di nava wan de çê bike û hinek ji
wan ber bi aliyê xwe ve bidin rakişandin. Yan mezinên Kurdan ji war û welatên
xwe dûr bixin û wan ber bi welatên dinê koçber bikin, heta Kurdistan perçe perçe
kirin da ku kurdan ji hev dûr bixin û hêza wan kêm bikin, da ku bi rehetî
bikaribin serhildanên netewa kurd ji nav bibin. Kurdan herdem ji bo diyarîkirina
mafê çarenivîsa xwe a neteweyî xebat kirine. Di rastî de netewa Kurdan yek ji
wan netewan e ku herdem hatiye qirkirin û kuştinê. Lê kuştin, qirkirin,
dûrxistin, zîndanîkirin û... qet nebûye sedema bidawî hatina xebat û
berxwedaniya Kurdan. Belku berevajî vê yekê, netewa Kurd herdem li dijî zilm û
zordariya welatên dagirkar şer kiriye.
Di pêvajoya dîroka azadîxwaziya Kurdan de xebat tenê ji aliyê mêrên Kurdan ve
nehatiye kirin. Belku gellek keç û şêrejinên Kurdan jî hebûne ku beşdarî
piroseyên xebat û berxwedana neteweyî bûne û rolên berbiçav lîstine û dîroka
xebata netewa Kurd herdem zindî ragirtine. Bi rastî ger di xebat û serhildanên
Kurdan de jinên Kurdan jî bi her awayekê ku be, beşdar neban, renge îro rojê
xebat û pirsa netewa Kurd di cîhanê de negihîştiba vê astê.
Di serhildanên Seyîd Reza Dêrsim û Agirî û Komara Kurdistanê ve bigere heya îro
rojê, bi sedan jinên dilêr di xebatê de beşdarî kirine û di çepera xebata
azadiya Kurdistnê de, mil bi milê mêran xwe li dijî zilm û zordariyê şer kirine.
jinên weke “Rabîe Xanim”, hevjîna Biroyê Hesikê Têlî, ku di destpêka şerê Agirî
de çû cem hevserê xwe û di girê Sîna de bi wî re li hember leşkerên Îranê şer
kir û bi mêr û zarokên xwe ve di nava şerê han de hate şehîdkirin.
Herwiha “Asiya Xanim” diya Ferzinde Beg. Wê pîrejina birûmet bi kur, bûk û
neviyên xwe di nava şoreşa Agirî de şer dikir û roja 17.09.1930’an bi destê
leşkerên Îranê hate şehîdkirin.
Yan “Mîna Xanim” a hevjîna Qazî Mihemed, Pêşewayê Kurdistanê ku di avakirina
Komara Kurdistanê de beşdar bû. “Mîna Xanim” weke şêrejineke Kurdan herwiha di
damezirandina Yekîtiya Jinên Demokrat yên Kurdistana Îranê de xwediyê rolekê
girîn bû.
Yan “Zerewşan Xanim” diya sê Şehîdên serbilind ên Kurd bi navên Ehmedxan Faroqî,
Ebdulahxan Faroqî û Mihemedxan Faroqî li bajarê Seqizê, dema ku piştî têkçûna
Komara Kurdistanê, digihîje bin sêdara xortên xwe, hinkî disekine û dibêje:
Kurên min, şîrê Diya we ji we helal be, gerdena we aza be, rûyê we sipî be, çawa
ku we rûyê diya xwe sipî kir. Ez ji bo we tazî û şînê nagirim, xaliyê li ser xwe
nakin, çimku we bi mêrxasî û serfirazî jiyan kir û bi mêratî çûne bin sêdara
îdamê. Hûn li ser dizî, mêrkujî, xeyanet û xwefiroşiyê nehatne kuştin. We di
pêxema azadiya welat û azadiya gelê xwe, li ser şeref û namûsê canê xwe kire
gorî. Lewra hûn qet namirin, ji ber ku hûn şehîdên Kurdistanê ne û herdem di
nava dilê netewa xwe de zindî ne.
Piştî wê çendê ku termê wan sê şehîdên Kurdistanê li bajarê Seqizê, li ser
sêdarê anîne xwarê, Zerewşan Xanim nav çavê wan radimûse û hinek ji xwîna birîna
sûmetê xwe li rûmetê zarokên xwe dihusû. Mamostayekî olî ku li wir dibe jê re
dipirse: Zerewşan Xanim tu çima wiha dikî? Zerewşan Xanim dibêje: “Mamosta ez
dizanim ku kurên min qet ji mirinê natirsin, ji ber ku min ew welidandine, wan
şîrê min vexwariye û di hembêza min de mezin bûne. Lê tu bi xwe dizanî rengê
mirovên bê can namîne û rûmetê wan sipî dibe, lewra ez rûmetê wan bi xwîna xwe
sor dikim da ku neyar û nehezên netewa me nebêjin, kurên Zerewşan Xanimê, ji
mirinê tisiyane”.
Herwiha jina weke Leyla Zana, weke nûnera netewa xwe, bi kincên Kurdî û bi ala
Kurdistanê diçe Parlemana Turkiyê û bi zimanê Kurdî daxwaza mafê netewa xwe
dike. Lewra ji aliyê dewleta nejadperest a Turkiyê ve di roja 02.03.1994’an de,
tê girtin û bi 15 sal cezayê girtîgehê tê mehkûmkirin ku piştî qetandina 10 sal
ji zîndana xwe bi zext û givaşên bîr û raya giştî yên cîhanê tê azadkirin.
Herçen ku Leyla Zana 10 salan di zîndana dewleta Turkiyê di bin îşkence, lêdan û
bêhuremtîkirinê de dimîne, lê zîndanîkirin û îşkencekirina Leyla Zana ji aliyê
dewleta Turkiyê ve qet nekarî wê ji xebat û berxwedaniya netewa xwe dûr bixe û
ew niha jî xebata xwe a gihîştin bi azadî û demokrasiyê li Turkiyê didomîne.
Ger em dîroka xebata mirovahiyê ji bo azadiyê mêze bikin, dibînin ku tu
serhildanek bê beşdariya berçav a jinan nekariye serkevtinê bi dest bixe. Ji ber
ku jin nîviya civakê pêk tînin û bê mifawergirtin ji hêz û şiyana jinan ku yek
ji nîşaneyên pêşkevtina civakê jî tê hesibandin, şoreş nikare ser bikeve. Lewra
hewce ye ku partî û saziyên siyasî yên Kurd di her 4 parçên Kurdistanê de bihayê
bidin rol û beşdariya jinên Kurd di pêvajoya xebata siyasî, azadîxwazî,
çalakiyên sivîl û... di civakê de.
Em dikarin bibêjin eva gavek nûjen e ku asoya azadiya Kurdistanê nêzîktir dike. |