|
nav malbatê de jinên ciwan yan jî
keçên 15-20 salî li gundan yan jî li navçeyan ger bi awayekî nehînî ligel mêrekî
di nav peywendiyê de be û ev peywendî ji layê malbatê ve bête bihîstin, hingê
malbat vê yekî herwekî “namûsa me herimî, divêt bê paqijkirin…” têdigihê, wisa
fêm dike. Dibe ku ev peywendî bi zora mêrî jî çê bûbe. Aşkera bûyîna peywendiyê
jî, pirranî bi hemîlebûnê re derdikeve meydanê. Malbat, ji ber ku leke li şerefa
malbatê daye, hingê di vî warî de biryara kuştina keçikê didin û vî karî jî yan
bi destê birayê piçûk yê jinê/keçikê, ger birayekî wisa nîn be, bi destê birayê
mezin yan jî pismamekî wê didin kirin. Mezintirîn tundreviya li hemberî jinê bi
vî awayî tê pêkanîn. Herwisa, ev jî tê zanîn, ew malbatên ku karên wisa dikin,
di nav civakê de qedrê wan zêdetir dibe.
Televîzyon, rojname û radyo dema ku
nûçeyên bi vî rengî belav dikin bal dikşînin ser meclisa malbatê: “Meclisa
malbatê civiya. Bona paqijkirina vê lekeya li ser malbatê û bona parastina
şerefa malbatê biryar hatiye dayîn ku ew jin yan jî keça ku di nav peywendiyên
nehînî de ye, bête kuştin.”
Li gund yan jî li navçeyê ger destê
mêrekî li porê keçek yan jî jinekê bikeve, ev yek dibe meseleya namûsê. Bûyereka
wisa dikare bibe destpêka şerekî xwînî. Aliyekî vê diyardeyê ev e. Lêbelê
aliyekî din yê diyardeyê jî heye, ku tê zanîn, lê behsa wê nayê kirin,
diveşêrin. Her kes pê dizane lê ji nedîtî ve tê. Di vê gotarê de ez ê hewl
bidime xwe da ku pîçek bal bikşînim ser vê yekê.
Di herêma kurdan de ji sala 1984an û
vir de, ev serê 25 salan e şer heye. Hêzên asayîşê her tim li gundan, li
navçeyan operasyonan dikin. Carînan, jin û mêr û ciwan û pîr, giş bi hev re bi
komelî têne girtin. Kesên ku têne grtin, carînan bi zincîran bi hev ve têne
girêdan û wan dibin polîsxane yan jî meqerên leşkerî. Li van deran, hêzên
asayîşê, jinên ciwan ji yên pîr cihê dikin û wan li cihekî din girtî ddihêlin.
Di lêpirsînê de ligel îşkenceyê tecawuz (destdirêjiya namûsa jinê) jî heye. Di
vê prosesê de korucî (cehş), endamên JİTEMê, tîmên taybet (quwetî xas),
cendirme, polîs û leşker bi darê zorê namûsa jinan diherimînin. Mêrên ku hatine
girtin, ango bav û bira û mam û hwd. hay ji rewşê hene. Lêbelê li hemberî tiştên
bûyî bêdeng in. Ji nedîtî ve tên, her wekî ku tiştek wisa çê nebûye. Ew meclisa
malbatê ku li gund, li navçeyê ji ber peywendiyeka li derveyî edetan dikare
derbareyê jinan de, derbareya keçan de biryara kuştinê bide, lêbelê li hemberî
wê herimandina namûsê ku li meqera leşkerî ji layê hêzên asayîşê ve çê bûye,
bêdeng dimîne. Ger destdirêjiyeka wisa ji layê hêzên asayîşê ve çê bûbe, ji
nedîtî ve tên, her wekî ku tiştekî wisa çê nebûye. Ger li gund, li navçeyê, li
bajêr ev peywendî bi yekî ji gelê wan re çê bûbe, hingê dibêjin “namûsa me
herimî, tenê kuştin dikare viya paqij bike”, lêbelê ger ev destdirêjî ji layê
endamekî hêzên asayîşê ve bête kirin, hingê nabe mesele. Ew mêrê ku dibêje
namûsa me herimî û bi xwînsarî gule berdide xwîşka xwe, qet bala xwe nade ser
pêvajoyeka wisa, li ser vê yekê nafikire. Diyardeya namûsê çawa ku li gorî cih û
zemanê ku bûyer rû daye diguhere, herwisa, li gorî nasname û pîşeya mêrî jî
diguhere. Divêt ev peywendî, ev têgihaştin bi têgehên antropolojiyê bêyne
fêmkirin, bêne têgihaştin û rexnekirin.
Meclisa malbatê saziyeka pîrîmîtîv
e. Wekî mînak, di warê rêvebirina debara malbatê de, di warê kirîn û firotinê,
yan jî bo kirê dayîna milk de biryareka meclisa malbatê tune ye. Bona biryarên
ekonomîkî ti pêwîstiyek bi meclisa malbatê nîn e. Derbareyê arîşeyeka aboriyê de
nayê gotin ku “malbat civiya û biryareka wisa girt” û hwd. Wezîfeya meclisa
malbatê tenê ew e ku derbareyê jin yan jî keçekê de bi mebesta ku li derveyî
edet, dab û nêrîtan peywendî bi yekî re daniye biryara kuştinê bide… Ji bilî
viya tu roleka wê nîn e. Dema ku çapemenî dibêje “meclisa malbatê civiya”,
“meclisa malbatê biryar da” hingê ev yek ji bilî ku vê meclisê zinde bihêle, ne
ti tiştekî din e. Ger mesele were ser pirsa kurd, hingê ev saziyên kovî yên wisa
ji layê dewlet û hukûmetê ve, ji layê çapemeniyê ve berevaniya wan tê kirin, wan
teşwîq dikin. Statu didin van saziyên kovî, wan geş dikin, pêşde dibin. Û bi vî
awayî dikin ku ev sazî xwe birêxistin bikin, mayînde bibin. Wekî mînak, di
zivistana sala 1990’î de hindek serekên korucuyan (cehşan) bo Anqereyê hatibûn
vexwendin. Ligel wezîrê navxweyî û serekwezîr û serokkomarî hevdîtinan çê
kiribûn. Wê demê jî çapemeniyê wisa nûçe belav kiribûn: “Serekê eşîra Batûwan …,
serekê eşîra Tayan …, serekê eşîra Jirkî …, serekê eşîra Mexmûran … li Anqereyê
ne. Ev serekên eşîran ku li ser vexwendinê hatine Anqereyê …” Li televîzyonan bi
tevî dîmenên wan ve bername hatibûn çêkirin. Bi vî awayî dezgayê eşîretiye
hatibûn zindekirin, hatibin parastin û geşkirin, hewl dabûn xwe da ku statu
bidin van dezgayan. Di proseya berxwedanê de bi destê polîtîkaya dewletê eşîret
wekî dezgayek hatibûn rêxistinkirin. Lêbelê ji layê din ve serokwezîr Bülent
Ecevitî di dema serokwezîrtiya xwe de destûr nedabû şaredarên HADEP’î da ku
werin pirsgirêkên xwe rabigihînin wî. Ecevitî bi mebesta ku “ew xwe ji rêxistina
terorê dûr nagrin” jî van nedabû wan.
Ez dixwazim bibêjim ku çapemenî
têgeha meclisa malbatê derdixîne pêş, hewl dide xwe da ku statuyekê bide vê
dezgeya prîmîtîv, bi baldarî dixwaze vê diyardeyê bike saziyekê. Gelo ev meclisa
malbatê dikare biryarek wekî “di girtinên komelê de em naxwazin jinên ciwan li
cihekî din girtî bimînin, wan ji komelê veqetînin û bibin cihekî din, em qebûl
nakin ku ew li cihekî din girtî bimînin…” bigrin? Dikare biryarek wek “em ê
jinên xwe nespêrin bextê wan…” bigre? Nikare wisa bike. Lêbelê di bûyerekê ku li
gund yan jî li navçeyê rû daye, dikare tundtirîn zorbaziyê li jinan bike, qet
texsîr nake ku girantirîn cezayê ango cezaya kuştinê pêk bîne. Di têgihîna
namûsê de, di têgihîna “namûsa me herimî” de, li gorî cih û zemanê wê, li gorî
nasname û pîşeya mêrî cihêtiyên mezin nîşan dide. Divêt meriv bi teferuat li ser
sedemên vê yekê raweste. Herwisa, di vira de şaşîtiyek jî heye. Gelo divê meriv
li ku derê li vê şaşîtiyê bigere? Gelo divê meriv di nav edetên civakî de li vê
şaşîtiyê bigere yan di wê texrîbata ruhî de ku di encama mekanîzmayên zordariyê
yên hêzên ku bi awayekî hevpar kurdan xistine bin kontrolê pêk hatiye de bigere?
Kurd civakeka wisa ne ku nikarin xwe
bi rê ve bibin, rê nayê dayîn ku ew xwe bi rê ve bibin. Kurd û welatê wan
Kurdistan hatine cihêkirin, parçekirin û parvekirin… Di navîna Rojhilata Navîn
de 40 milyon kurd bêstatu ne. Hêzên ku bi awayekî hevpar kurdan îdare dikin,
gelek xirab îdare dikin. Di vê îdarekirinê de heq û huqûq tune ye; pelaxtin
heye, piçûkxistin heye. Li cîhanê ti miletekî din yê ewqas mezin û bê statu nîn
e. Helbet em hay ji pêşveçûnên ku li derdora Dewleta Federe ya Kurd ku li
Kurdistana Başur çê dibin hene. Herwisa, ev jî têye zanîn ku ev yek piştî çendîn
berxwedaneka dûr û dirêj û dijwariyan de çê bûye. Ew hewldanên xwe îdarekirinê
ku li parçeyên din yên Kurdistanê rû didin, ji layê hêzên ku bi awayekî hevpar
kurdan îdare dikin ve têne fetisandin. Ger bêhtirî sed salan ev proses li dar
be, hingê dibe sedem ku di warê edetên civakî û tenduristiya ruhî de gelek
xirabûn derkevin meydanê. Psîkolojiya/derûniya kesan, ya civakê xira dibe. Civak
û kes êdî ji xwe dûr dikevin, dikevin nav prosesa tevlîbûna wê kultura ku li ser
wan hatiye sepandin/empozekirin. Ger ev proses demeka dirêj dewam bike, dibe ku
ev yek êdî bikeve nav DNAya meriv û civakan. Ewên ku dikanin li hemberî gelê xwe
gelek tund bin lêbelê li hemberî hêzên dagîrker, li hemberî kesên ji wan
hêzdartir fis dibin. Ev reftariyên berovajiyê hev, ku di meseleya namûsê de
derdikevin meydanê, di wateya rizandinê de ne. Dema ku civaka kurd, nirxên
kurdan bi vî awayî di bin fişardinê de bin, hingê psîkolojiya wan jî xira dibe,
rizandineka wisa derdikeve meydanê.
Gelo riya rizgarbûna ji van
peywendiyên lanetî, riya rizgarbûna ji vê prosesa lanetî û xwe dirêjî azadiyê
kirinê, çi ye? Beriya her tiştî gelek girîng e ku divêt meriv hay ji vê prosesê
hebe, ji van peywendiyan agahdar be. Ew kesên ku hay ji vê prosesê bibin, gelek
aşkera ye ku dê bi nirxên xwe re bijîn, dê xwedîtiyê li nirxên xwe bikin, dê van
nirxan geştir bikin, dê nirxên ku li ser wan hetine sepandin/empozekirin red
bikin, her ku biçe dê vegerin ser reseniya/orîjînalîteya xwe. Piştî ku meriv
bibe ‘xwe’, hingê gelek hêsan e ku meriv bigihê mafê xwe, qet nebe di fiîliyatê
de meriv dê bibe xwediyê mafên xwe. Ev prosesa lanetî, ev peywendiyên lanetî
tenê dikanin bi vê yekê bişkên
Wergêr: Roşan Lezgîn
Zarathustra News & Peyamaazadi |