|
Mem Mîrxan
mmirxan@hotmail.com
Meha borî du nûçeyên balkêş di rojname û ajansan de derketin. Nûçeya yekem bi
sernavê ‘Çîroka Melehatê ya kezebşewat’ a di Ajansa Nûçeyan a Firatê de derket,
a din çîroka Geşav a Hewlêrî ye, bi sernavê ‘Bûkên ku hêj keç in’ di rojnameya
Agirî
de derket. Herdu nûçe jî weke ku di sernavê wan de diyar dibe kezebşawat in.
Melahat: Li navçeya Adilcewaz a bi ser Bedlîsê ve dijîya. Li gorî bavê wê di
malê de mabû. Qels û lawaz bû. Ferhat jî bi ser 40’î ketibû, kut bû, lingê rastê
ji yê çepê kintir bû. Ji ber wê êdî emeletî jî pê nedibû. Tevî diya xwe li
qeraxa bajarê Enqereyê di xaniyekî du çavî de dijiya. Rojekê dema li înşeatê
dişixulî ji hevalê xwe yê emele re got ez dixwazim bizewicim. Hevalê wî jî hema
dest avêt telefonê û bi bavê Melahatê re peyivî. Wî jî beyî ku ji Melahatê
bipirse got ‘belê’.
Melahatê nizanibû wê bi kê re bizewice. Dema bihîst heyecan pêre çênebû. Ne wê
ne jî bavê wê zilamê ku dê pê re bizewice nedîbû. Pismamê Melahatê ji qelsiya
Ferhat rû girt û 7 milyar qelend jê stand. Dotmama wê çû ew bi otobosê anî. Dema
Ferhat dît xwest destê wî maç ke lê piştre hîn bû ku dane wî. Melahatê bi tirkî
nizanibû, Ferhat jî deh panzdeh peyvên kurdî dizanibû. Bi wan peyvan bi hev re
dipeyivîn. Melahat, yekcaran diçû mala cîranan û bi cîranên kurd re dipeyivî.
Melahat her roj zeîf û qels dibû. Pîştî Melahatê Ferhat jî jar û pêrîşan bû.
Hate hînkirin ku herdu jî bi nexweşiya Hepatîtê ketibûn. Melahatê ew nexweşî di
Ferhat gerandibû. Bi rojan Melahat di malê de hepiskirin û lêxistin. Melahatê
rojekê derê darîn şikand û ji malê reviya. Piştre hîn bû ku pismamê xirab ew bi
7 milyaran firotiye. Û piştre kaxizek ji mehkemeyê ket destê wê…
Geşav: Wiha dest bi axaftina xwe dike ‘12 sal in ez zewicî me. Hîn jî ez keç im.
Dema ku em zewicîn li gorî edet û kevneşopiyên kurdewariyê doza peroya sor li me
kirin. Lê ji ber ku abûra mêrê min neçe, me pero bi xwîna mirîşkê sor kir. Her
çend ku mêrê min çend caran serdana doktoran kire jî baweriya wî zêde bi
doktoran tuneye.’ Geşav 12 salan beriya niha bi riya jin bi jiniyê (Görücü) dane
mêr. Jinbira wê niha xwediyê komek zarokan e û lê ew hîn niha jî bi hêviya
jinbûnê dijî. Gellek caran behsa pirsa zavanebûnê hatiye kirin ku bi her
sedemekê be mêr nikare di şeva yekem a zewicînê de kiryara cotbûnê bi encam
bike. Ji ber wê kêm jin 12 salan serê xwe dane ser heman balîfê û weke Geşavê 12
sal in ku tevî mêrê xwe jiyan kiriye û weke bi xwe dibêje di vê zewacê de ‘xeynî
namûs û şerefê’ tu tiştek din jê re nemaye.Nivîs wiha berdewam dike; ‘Dema ku
mirov ji rewşa Geşavê mêze dike, pê seh nake ku jineke xwedî mêr û mal dîtiye.
Belkî zêdetir weke keçeke bi hêvî û xwedî awat tê berçav.’ Xem û kulek din ku
her dem dibû sedema nerehetbûna xatûna Geşav, nebûna zarokan e. Di çavên Geşavê
de xuya dike ku jineke bi kul û kovan û xwediyê xwezî û hêviyan e, çendekê berê
kulmek heb xwarine xwestiye intihar bike.Weke xatûna Geşav dibêje: ‘salek beriya
niha birê wê jî ji pirsa han agahdar bûye, lê tu tiştek li ba wê behs nekiriye.
Ew dibêje gişt malbata me weke jineke xwedî şeref û namûs mêzeyî min dikin û eva
jî ji min re hemû tişt e’. Çîrokên jinên Bedlîsê, Hewlêrê, Batmanê, Amedê û
bajarên din Kurdistanê wekhev in. Tenê em nizanin. Ger yek rabe û lêbikole wê
têbigihê ku, di bin her xwekuştinêkê de jiyan û evînên qurmiçî veşartîne.
Pêwîst e kurd rojekê zûtir xwe ji vê nezanî û şerma giran rizgar bikin.
|