Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Berfirehtirbûna Bikaranîna Madeyên Bêhişker Di Xwendingehan De

 

Cihgirê Wezîrê Perwerde û Werziş yê rejîmê, îtiyad di xwendingehan de weke tirseke micid hesiband.

 Hejmara kesên tuşbûyî bi madeyên sirker di xwendingehên Îranê de roj li pey rojê zêdetir dibin û berpirsên pêwendîdar di demekê de nigeraniya xwe derheq rewşa han eyan dikin ku heya niha tu gavek derheq pêşîgirtin ji xurtbûna tûşbûn bi madeyên hişber di nava şagirdan de neavêtine. Heta li gor gotinên xelkê sivîl, hejmarek ji berpirsên rejîmê di belavkirina madeyên sirker di nava xwendingehan de dest hene.

Li gor rapora rojnameya hikûmetî a “Comhoriyê Îslamî”, Seyîdbaqir Pêşnemazî, Cihgirê Wezîrê Perwerdehiyê di warê perwerde û werzişê li bajarê Sine de, bikaranîna madeyên sirker di xwendingehên Îranê de weke tirsek micid zanî û nigeraniya xwe derheq xurtbûna madeyên bêhişker di navendên xwendinê ên welat de diyar kir.

 Li gor gotinên navhatî şagirdên navendên perwerdehî yên parêzgehên ser sînor pitir ji şagirdên navendên perwerdehiyê yên parêzgehên navenda welat li hemberî gefa madeyên hişber û zirar û ziyanên madeyên han de ne.

 Navhatî sedema han vedigerîne ser kilkevta demografî a parêzgehên ser sînor di warê qaçaxa madeyên sirker de.

 Pirraniya akinciyên parêzgehên ser sînor ku ji neteweyên bindest ên weke Kurd, Ereb, Belûç, Turkmen û ... pêk hatine, li ser vê baweriyê ne ku rejîma Komara Îslamî a Îranê bi armanca dûrxistina ciwanên neteweyên bindest ji xebata li dijî zulm û zordariyê, ji rêyên cur bi cur ve madeyên hişber di nava wan de belav dike. Her wiha nebûna kar di parêzgehên ser sînor weke sedemek din a jordeçûna asta tûşbûn bi madeyên sirker tê hesibandin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî