Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Serhejmariya Dawîn Derheq Tûşbûyiyên Bi Nexweşiya “HIV”ê Li Îranê

 

Li gor rapora Nûçegihanên “ISNA”ê, heya roja 22.12.2007’an, hejmara kesên tûşbûyî bi nexweşiya “HIV”ê, gihîştiye 16679 kesan û di vê serhejmariyê de, 1269 kes di pileya xurt a nexweşiya “HIV”ê de ne. Eva di demekê de ye ku li gor serhejmariya Wezareta Tendurustî a rejîmê, sê meh berî bervara han, hejmara kesên tûşbûyî bi nexweşiya Îdzê, 1690 kes bûn. 

 Li gor serhejmariya han ji koma 16679 kesên tûşbûyî bi nexweşiya Îdzê, %94 ji wan mêr û %6 jî jin in.

Her wiha 11537 kes, anku %67/5 ji kesên tûşbûyî bi vê nexweşiyê ji rêya bikaranîna sûreng û derziyên pîs tûşî nexweşiya han bûne. Her wiha heya niha sedema tûşbûna %22/9 ji kesên tûşbûyî bi vê nexweşiyê ne rohn e. 

 %7/6 jî ji rêya pêwendiyên cinsî (zayendî), %1/5 jê ji rêya xwîna pîs û %16 jî ji rêya veguhestina vîrûsa “HIV”ê bo zarokan pêk hatiye. 

 Li gor rapora “ISNA”ê, heya niha 2382 kes li Îranê bi sedema tûşbûn bi nexweşiya Îdzê, jiyana xwe ji dest dane ku di vê hejmarê de 91 kes jin û 2291 kes jî mêr in.

Karnasên vî warî, serbarê ragihandina hejmara kesên tûşbûyî bi nexweşiya Îdzê ku pitir ji 100000 kesan tê texmênkinin, li ser vê baweriyê ne ku nexweşiya han bi sedema girîngînedana desthilatdarên rejîmê roj li pey rojê zêdetir dibin.  

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî