Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Li Kurdistanê Pirsgirêka Şewatê Jiyana Xelkê Dijwar Kiriye

 

Hemîd Muxtarî

Xwendevanên hêja, her weke hûn agahdar in, heyemekê beriya niha bi sedema qetbûna gazê di sir û seqema çendîn pileya jêr sifrê de, xelkê Îranê bi giştî û nemaze xelkê Kurdistanê, di rewşeke gellek dijwar de dijiyan û niha jî rewşa han li hinek deveran berdewam e û xelk bê hebûna şewatê

jiyanê diqetînin.

Herwiha bi vê sedema han pirraniya karmend û karkerên îdare û kargehên dewletî û nedeweletî û xwendingehên Îranê bo heyamê çend rojan nekarîn kar û xebatên xwe yên rojane bimeşînin.

Hêjayê gotinê ye ku kirîza qetbûna gazê gellek parêzgehên Îranê weke Tehran, Loristan, Simnan, Hemedan, Erdebîl, Zencan, Qom, Qezwîn, Azerbaycana Rojhilat tevî sê ji çar parêzgehên Kurdistana Rojhilat anku Kirmaşan, Kurdistan û Azerbaycana Rojava bi xwe ve girt ku pirsa qetbûna gazê li hinek ji wan parêzgehan piştî yek an du rojan çareser bû, lê piştî derbazbûna heftiyekê ji qetbûna gazê li her sê parêzgehên kurdakincî, hêj pirsa han nehatiye çareserkirin û niha jî di hinek deverên Kurdistanê de xelk tevî pirsa han berbirû ne.

Qutbûna gazê û nebûn û kêmbûna şewatê di Kurdistanê de bû sedema jordeçûna bihaya nan, bi terzekê ku li bajarê Urmiyê, buhaya her nanekê gihîşte 200 tûmenan. Li gor çavkaniyên “kurdistanmedia”yê, li hinek bajarê Îranê û nemaze Kurdistanê, bi sedema nebûn û giranbûna buhaya nan, di navbera xelk û nanpêjan de, pevçûn çê bûye.

 Her bi vê sedemê, bihaya her 20 lêtir nifta sipî di Îranê de gihîşte 6 hezar tûmenan û çendîn kes di sir û seqema dijwar de, jiyana xwe ji dest dan. Eva di halekê de ye ku Îran çaremîn welatê dewlemend di warê niftê di cîhanê de ye û pitir ji %80 ji dahata rejîma Îranê ji rêya firotina niftê dabîn dibe!

Serok Komarê Îranê, Ehmedînijad, bo derbazbûn ji sir û seqema zivistana dijwar de, daxwazê ji xelkê Îranê dike ku li cihê bikaranîna gaz û niftê, kincên zaf li xwe bikin.

Rejîma Îranê li cihê çareserkirina pirsên xelkê weke giranî, nebûna gaz, feqr û xizanî, fehşa, bêkarî, îtiyad û ... ku civaka Îranê ji dest wan dinale, dest û pêyên hevwelatiyên Îranê, tenê bi tawana azadîxwazî û eyankirina nerazîbûna xwe derheq rewşa heyî, qet dike yan wan didaliqîne.

Bo mînak kuştina hevwelatiyekî Kurd di roja 16.01.2008’an, di binkeya ewlekarî a rejîma Îranê li bajarê Sine, bi tawana azadîxwaziyê ku tevî nerazîbûna gellek sazî û rêxistinên Parêzvanên Mafê Mirovan û herwiha welatên weke Amerîka û gelek jî kesayetiyên mirovhez, hem di asta navxweyî û hem di asta navnetewî de berbirû bû û hate mehkûmkirin.

Rejîma Komara Îslamî a Îranê bi milyonan dolar ji dahata xelkê Îranê ku ji rêya firotina nift û gazê bi dest ve tê, ji bo girûpên terorîstî yên weke Hizbulaha Lubnanê, Hemas, Sipaha Mehdî, El Qaîde yan bidestveanîna çekên etomî û çek û kereseyên leşkerî û destavêtin di nav kar û barên welatê cîhanê û ... serf dike, di halekê de ku pitir ji 12 milyon ji xelkê Îranê li bin hêla feqr û hejariye de dijîn, bi milyonan kes bi sedema nebûna kar tûşî madeyên sirker bûne, bi hezaran kes ji welatê Îranê ber bi welatek din koç kirine. Heta li hinek deverên Îranê xelk ji hebûna ava paqij ya vexwarinê jî bêpar in. Piştî derbazbûna 4 salan ji bûyera dilêş a erdhejê li bajarê Bemê, ku pitir ji 45 hezar kes bûne gorî û canê xwe ji dest dan û mal û avahiyên wan bi giştî wêran bûn, niha jî di bin xîwetan di rewşeke pirr xirab de dijîn.

Erê gelo erk û wezîfeyên xelkê Îranê ji bo sernixuniya rejîma desthilatdar li Îranê û gihîştin bi azadî û demokrasiyê çi ne?

Her wek şehîd Dr. Qasimlo, rêberê navdar yê Kurd dibêje: “Neteweyek ku azadiyê bixwaze, divêt nirx û bihaya wê jî bide”. Netewên Îranê, nemaze netewa Kurd jî gellek xwîn ji bo gihîştin bi azadiyê dane û bi hezaran zarokên wan bûne goriyê azadîxwaziyê, heta niha jî negihîştine armancên xwe yên pîroz, lê bi armancên xwe nêzîk bûne.

Lewra bo vê çendê ku em gavek din bi azadiya welat nêzîk bibin, daxwazê ji hemû xelkê Îranê, nemaze xelkê Kurdistanê dikin ku di hilbijartinên gerra Heştem a Meclîsa Şewra Îslamî a Îranê ku qirar e roja 16.03.2008’an, birêve here, beşdariyê nekin û bi beşdarînekirina xwe di hilbijartin de carek din “NA”yê bêjin rejîma Îranê û berheqbûna rejîma Îslamî a Îranê di asta navxweyî û navneteweyî de zêdetir bixin bin pirsiyarê.  

 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî