Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Cinayetên Rejîma Komara Îslam Derheq Gelê Kurd Berdewam  İn

 

Siyamend Terbî

Rejîma dijî gelî a Komara Îslamî ya Îranê, yek ji wan reîjmên kevneperest û dijî mirovî ye ku derheq gelê Kurd ji encamdan û meşandina çi cinayetekê xwe neparastiye û bi awayekî berdewam ji bo biçokdaanîn û derbelêdan ji vî gelî, dek û pîlanên gemar birêve

biriye û dibe. Zaf caran hatiye mêzekirin ku ev rejîme ji wan alavan mifahê distîne ku di asta navneteweyî de ne tenê dijî mirovî, belku cinayet li dijî mirovahiyê tên hesibandin. 

Fêl û pîlana herî nû ku rejîma Îslamî a Îranê li Kurdistanê de dimeşîne, şandina derziya Ensolînê, ji bo Kurdistanê(Kurdistana Baûş) ku hilgirê vîrûsa Îdzê ye. Heftînameya Hawlatiyê di raporkê de, roja çarşem, 23’ê Çileya Paşîn, da zanîn ku rejîma Îranê li rêya derziya Ensolînê, cehda vê dike ku vîrûsa “HIV”yê di Kurdistanê de belav bike. Jêderekê li Wezareta Tendurustî a Herêma Kurdistanê bo Hawlatiyê re ragehand ku rejîma Îranê derziya Ensolîn ku ji bo nexweşiya Şekrê(Diyabêt)ê tê bikaranîn, ji bo Herêma Kurdistanê dişîne. Çavkaniya han her wiha dibêje ku li gor van ceribandinên ku li ser derziya han hatine kirin, kifş bûye ku gumana hebûna vîrûsa “HIV”yê jê tê kirin, lewra me bi nivîskî gişt nexweşxane haydar kirine wan derziyên ku ji Îranê re tên bikar, neînin. Di vê derheqê de birêveberê nexweşxaneya Soran, Dr. Refîq Mela Mihemed, ev nûçeye pitrast kir û got: “Me gişt nexweşxane û berpirsiyarên ewlekariyê ji vê yekê haydar kirine ku nabe derziya han were bikaranîn û berî hatina wan ji bo Kurdistanê, pêşî ji hinartina wan were girtin. Îdz nexweşiya bitirs û bêderman e ku rojane çendîn mirov li ser topa gerdûnê jiyana xwe bi sedema vê nexweşiyê ji dest didin. Nexwşiya ku îro di asta cîhanê de, bi milyon kes tûşî wê dibin û serbarê pêşveçûna zanista bijîşkî û cehda zan û pisporên vî warî, hêj dermanek baş ji bo çareserkirina wê nesaxiyê peyda nebûye. Nesaxiyek ku heta bi başî kifş nebûye ku bo cara yekemîn û li kuderê nesaxiya han çêbûye. Salane bi dehan semînar û konferans li ser vê nesaxiyê û şêwazên berevanîkirin li hember wê di seranserê cîhanê de tên meşandin û dehan û sedan navendên zanistî di cîhanê de ji bo çareseriya nexweşiya han û peydakirina dermanê pêdivî dixebitin.

 Di zirûfeke wiha de, em mêze dikin ku vîrûsa han a bitirs ji aliyê rejîma dijî mirovî a Komara Îslamî ya Îranê ve têkelî derziya Ensolînê tê kirin û ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin. Eva nîşan û berjenga korbûna wê rejîmê ye ku ji meşandina tu cinayetekê li dijî gelê Kurd xwe naparêze.

 Heke rejîma Bees a Sedam ji bo qirkirina gelê Kurd ji Enfala reş mifah distand û 180000 Kurdên wê para Kurdistanê di newalên Başûrê Îraqê de bê ser û şûn kirin û 5000 kes ji xelkê Helebçê bi gazên kîmyayî fetisandin, rejîma Xumeynî, ji bo biçokdaanîna gelê Kurd li Kurdistana Îranê ji enfala sipî mifahê distîne!! Enfala ku gellek ji enfala rejîma sedam xirabtir û bandorên wê kûrtir û bingehîntir in. Ew nexweşiya ku çendîn milyon kes di Îran û Kurdistanê de tûşî wê bûne û roj bo rojê ji hejmara wan zêdetir dibe û mirov berbi mirina hêdî dibe, ev jî nexweşiya madeyên hişber e.

 Derheq vîrûsa “HIV”yê eva yekemîn mînak nîn e ku rejîma Komara Îslamî dest bi belavkirina wê di Kurdistanê de dike. Di salên derbazbûyî de, kirêgirtiyên rejîme taqimek ji jinên hilgirê vîrûsa han di nava bajarên Kurdistanê de belav kiribûn, daku bi karên kirêt û têkiliyên cinsî ciwanên Kurd tûşî wê nesaxiyê bin.

 Baskirin ji cinayetên wê rejîmê derheq gelê Kurd, di dehan mijarên wiha de cih nagirin. Ji ber ku ew rejîme bi xwîna Kurdan tênî ye û her carê cinayetekê dimeşîne. Em dikarin bibêjin dujminatiya wê rejîmê tenê digel Kurdên Kurdistana Îranê nîn e, belku li cem wê rejîmê, Kurd her Kurd e, wê rejîmê çavê dîtina ala rengîn a Kurdistanê tune ye, tîrojên wê alayê mîna qîfarekê di çavê wan de diçeqin. Lewra gişt şiyan û karîna xwe bona derbelêdan ji wê hikûmetê xistiye kar, heta bi anîna madeyên sirker bo nav Kurdistanê, anîna madeyên teqînê ji rêyên cur bi cur, piştevanîkirin û şandina taqimên terorîst mîna Cundulah û Ensar El Îslam, şandina terorîstan di bin navê dîplomat, bazirganan û wd... vê carê jî di bin navê xizmetên bijîşkî bona tûşkirina xelkê belengaz bi nexweşiya Îdzê.

 Li vir em digihîjin vê encamê ku eva rûçikê rastîn û kakila eslî rejîma dijî mirovî a Komara Îslamî ya Îranê ye.       

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî