Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Totalîtarîzm Û Tepeserkariya Rejîma Komara Îslamî A Îranê, Baxçê Zarokan Jî Li Xwe Girt

 

Siyamend Terbî

Pêvajoya zext û givaşan, tepeserkirin, girtin, îşknceyên hovane ji aliyê desthilatdarên kevneperest ên rejîmê bo ser tex û qatên civaka Îranê berdewam e û bi awayekî berfireh li ser gelên Îranê tên meşandin. Bi nihêrînekê, ji me re kifş dibe ku tu yek ji çîn û qatên civaka Îranê

nemane ku ji aliyê rejîmê ve nehatibin serkutkirin û bersiva daxwaz û xwestekên berheq û demokratîk ên wan bi îşkence û batoman nehatibe  dayîn. Di çend heftiyên derbazbûyî de, xwenîşandan û civînên nerazîbûnê ên xwendekaran li Zanîngeha Tehranê bo heyamê çendîn rojon berdewam bûn. Kedkarên çendîn karxaneyan jî dest bi gireva nerazîbûnê kirine û daxwaza cîbicîkirina xwestekên sinfî ên xwe dikin.

 Tişta herî balkêş di vê derheqê de eva ye ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê vê carê baxçên zarokên Kurdistanê jî xist bin zext û givaşên xwe.

  Li gor hin nûçeyan, di heyama meha borî de, berpirsên sê navendên baxçên zarokan(pêşdibistan) ji bo binkeyên siyasî – ewlekarî ên Parêzgeha Kurdistanê hatin gazîkirin. Sedema vexwendina kesên han, xwendin û perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê zigmakî anku zimanê Kurdî bûye. Her wiha gef ji wan hatiye xwarin ku heke li ser wê helwesta xwe berdewam bin û karên han bidomînin, dê para şîrê rojane bi ser wan de were qutkirin.

 Ya balkêş eva ye ku ger em mêzeyî yasaya bingehîn a Îranê bikin, di wê yasayê de îşare bi gelên din hatiye kirin û derheq vê çendê hatiye ku: Gel û kêmaniyên Îranê azad in ku li kêleka zimanê fermî yê welat, bi zimanê dayîkê ê xwe bixwînin û binivîsînin. Lê berevajiyê yasaya bingehîn û Carnameya Gerdûnî a Mafê Mirovan, rejîma Komara Îslamî ya Îranê tu girîngiyekê bi perwerdehiya zimanê dayîkê di nava gelên Îranê de nedaye û nade, belku ber ji her terze perwerdehiyekê bi zimanên han digire. Neteweyên Kurd, Azerî, Ereb, Belûç û Turkmen bi nifûsa xwe berçav a xwe hêj ji perwerdehî bi zimanê dayîkê bêpar in.

 Yek ji taybetmendiyên rejîmên dîktator di welatên pirnetewe de eva ye ku hertim hewlê didin ku ji bîr û raya giştî re wiha nîşan bidin ku tenê yek netewe û yek ziman di welat de heye. Eva ji ber vê çendê ye ku daxwaz û xwestekên siyasî, çandî û kulturî ên neteweyên din serkut bikin.

 Rejîma Şah jî ziman, çand û kultura neteweyên din qedexe kir û dixwest ku yek netewe û yek ziman di wî welatî de bimîne.

 Di sedsala 20’an de ku bi serdemê demokrasî, mafê mirovan, azadî û cîhanîbûnê hatiye nasîn, hêj li Îranê rejîmek li ser desthilatê ye ku tu hurmetekê ji bo mafê mirovan û mafê gelên wî welatî liberçav nagire. Roj nîn e ku em şahîdê lidarvekirina keç û xortên wî welatî nebin.

 Rejîmek ku li asta cîhanê de weke piştevanê herî bihêz ê terorîzmê hatiye nasîn û bi awayekî eşkere destêwerdanê di kar û barên hundirîn ên welatên cîran de dike. Lewra ji vê rejîmê tiştek xêncî tepeserkirin, kuştin, girtin û îşekncekirina azadîxwazên Îranê nahê kirin. Rejîma han ketiye zirûfekê ku ji baxçên zarokan(pêşdibistan) jî ditirse û izndê nade ku ew bi zimanê dayîkê werin perwerdekirin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 25’ê Rezbera 1387’ê Rojî