|
dema kar di sala
1857’an de hate lidarxistin û meş ji aliyê Polîs ve hate tepeserkirin.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî sala 1975’an, ew roje bi awayekî fermî weke Roja
Cîhanî a Jinan pejirand. Ji vê demê vir de hemû salekê jin li seranserî cîhanê
bi meş, çalakî û şahiyan pêşwaziyê ji wê rojê dikin û bi awayên cur bi cur vê
rojê pîroz dikin. Tevgera jinan xwe amade dikin ku ji berê xurttir daxwaza maf û
azadiyên xwe ên zevtkirî bikin. Ev roje dibe sedema çêbûna hêviyeke nû û mezin
ji pêşerojeke ron û zelal re di nav dilê tev jinan de ku di vê pêvajoyê de
bixebitin. Azmûn û ceribînên xwe ên salên borî bikin bi hêvênê hevgirtin, yekîtî
û bi hevrebûn û selimandina karîn û şiyanên xwe.
Bêguman xebat û tekoşîna mafxwazane a jinan û daxwaza wekheviyê ji bo edalet û
wekheviyê di nava malbat û civakê di hemû warên siyasî, aborî, çandî û civakî de
ye. Heta zilm û binpêkirina maf û azadiyên jinan bi vî awayê niha bimeşin, cehd
û xebata wan dê her bidome.
Xaleke balkêş eva ye ku di gellek welatên cîhanê de pîrozkirina vê rojê qedexe
ye. Desthilatdar pêşiya meş, semînar, konferans û şahiyên gel, nemaze jinan
digirin û rê nadin çalakiyên taybet bên lidarxistin. Heke em gellek dûr neçin,
welatê Îranê yek ji wan welatan e ku herdem berlêgirtinê li hember pîrozkirina
vê roja cîhanî dike, yan bi her awayekê be, astengan li hember çalakiyên jinan
di vê rojê de pêk tîne.
Di hikûmeta kevneperest ya Komara Îslamî de jin weke hevwelatiya duyem tê
hesibandin. Ji bilî vê çendê ku jin ji gellek hiqûqan bêpar in, heta maf û
azadiyên mirovî ên wan jî nahên berçavgirtin. Bo mînak dema ku jinek tê kuştin,
li gor zagonên vê rejîmê, xwîna jinekê nîva xwîna mêrekî ye! Di qanûnên cezayî û
sivîl ên Komara Îslamî de, dehan xalên wilo hatine bicihkirin û bi awayekî fermî
jî tên rêvebirin ku bi tevahî zilm, neheqî û binpêkirina eşkere a maf û azadiyên
mirovî ên jinan didin xuyakirin. Mafên dadweriyê, lixwekirinê û sepandina
lixwekirina kincên îslamî, azadiyên civakî, tund û tûjiya sîstematîk a qanûnên
dewletê weke yasaya kevirbarankirina jinan, cudakirina jin û mêran di nava
civakê de, bêhiqûqî, zilm û çewisandin û wd... .
Di çarçoveya vê hikûmetê de, desthilatdarên olî hewlê didin ku her tiştî li ser
bingeha olê ava bikin. Bo mînak di Komara Îslamî de, ji aliyê vê dewletê ve roja
8’ê Adarê, Roja Cîhanî a Jinan bi awayekî fermî nahê naskirin û xebat û
çalakiyên vê rojê qedexe ne. Ew felsefeya vê rojê vedigerînin bo vê yekê ku
diyarîkirina 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan li ser bingeha raman û mêjiyê
biyaniyan yan bi gotina wan “Rojavayiyan” hatiye danîn, lewra vê rojê wek
destkevta cîhana derve dizanin û bi fermî nas nakin. Rêberên vê rejîmê roja
jidayîkbûna Fatime keça Pêxemberê Îslamê weke Roja Jinan bi fermî nas dikin! û
xelkê neçar dikin ku vê rojê pîroz bikin û çalakiyan bimeşînin. Lewra dema ku
jinên Îranê dixwazin Roja 8’ê Adarê pîroz bikin û xebat û çalakiyan bimeşînin,
rastî gellek asteng, dijwarî û tund û tûjiyan dibin.
Jinên xebatkar û çalakên mafên mirovan li Kurdistana Rojhilat, îsal jî di
rewşeke ewlekarî – leşkerî de, roja 8’ê Adarê pîroz kirin. Rejîmê rê neda ku
Pervîn Erdelan, jina xebatkar a Kurd û çalaka mafê jinan biçe Swêdê û di rê û
resma wergirtina Xelata Olaf Palme’yê - ku xelata han a 2007’an, ji wê re hate
dan - de beşdariyê bike. Jinên Kurd li bajarê Sine bi neçarî li çiyayê Avyerê ew
roja cîhanî pîroz kirin, Li Merîwanê gef ji Şehîn Mihemedî, berpirsa Civata
Jinên Merîwanê hate xwarin ku nabe Civata han bi vê boneyê tu çalakiyekê
bimeşînin.
Peyama ku 8’ê Adarê bi xwe re tîne, azadî û wekhevî ye. Bê guman heta wekhevî û
mirovserdestî di civaka Îran û Kurdistanê de cihgir nebe û maf û azadiyên mirovî
ên nîva civakê anku jinana nehên ewle û garantîkirin, xebata heqxwaziya jinan dê
her dom bike. |