|
pirsgirêkan.
Ger jin û mêr di pêkanîna pêwendiyên
hewce de bona
çareserkirina pirsên di
navbera xwe de xwedî şiyan nebin, heta pirsgirêkên wan ên herî biçûk jî nehên
çareserkirin. Gotûbêj dibe sedema xurtbûn û pêşveçûna têkiliyan û herwiha îznê
dide her du aliyan da ku di xwezî, nerehetî, hêvî û hezkiriyên xwe de bi hev re
şirîk û hevbeş bin.
Bê hebûna gotûbêjan jin û mêr
nikarin bi wî awayî ku hewce ye bi hev re nêzîk bin û tevî hev baş bin. Herwiha
hebûna pêwendî û gotûbêjan, vê derfetê dide jin û mêran da ku pirsên xwe bi
terzeke salim û eqlanî çareser bikin. Ger yek yan her du alî ji bo çareserkirina
pirsên di navbera xwe de xwedî şiyan nebin, çareserkirina pirsên jiyanê gellek
dijwar dibe. Ji ber ku vê demê her du alî nikarin qisên hevdu guhdarî bikin û
hevdu fêm bikin. Ger zewacek tevî pirsgirêkan berbirû dibe, jin û mêr divê hemû
şiyana xwe ji rêya gotûbêj û qinaetpêanînê bikar bixin da ku jiyana xwe rizgar
bikin.
Hebûna pirsgirêkên aborî jî yek ji
sedemên veqetiyana jin û mêran ji hev tê hesibandin. Bi taybetî zext û kirîzên
ku di encama pirsgirêka han de pêk tên di vîwarî de gellek bibandor in. Livîn û
tabkirina pirsgirêkên aborî, karekî gellek zehmet e ku zext û givaşeke zaf bo
her du aliyan pêk tîne.
Zext û givaşên han bi tenê dikare
bingehên jiyaneke salim têk bişkîne. Heke yek ji aliyên zewacê girîngiyeke zaf
bide pirsgirêkên aborî, nikare aliyên din yên zewacê bibîne û wan jî li ber çav
bigire.
Karê han dibe sedem ku aliyê din yê
zewacê wiha bifikire ku ji aliyê hevjîna/ê xwe îdî girîngî pê nahê dan û eva
gellek bitirs e.
Hinek caran hawîrdor û mercên
têkildar bi zewacê jî dibe sedema têkçûna jiyana hevbeş. Zewicînên meslehetî, ne
zewacên salim in. Dema ku zewacek li ser bingeha hezkirineke rastîn pêk
nehatibe, haleta dan û standinekê bi xwe ve digire. Bo mînak ew zewacên ku her
du alî bi sedema zext û givaşên malbat, xizm û kes û dostên xwe neçar in qebûl
bikin, yan hinek kes ku ji ber hebûna zarokan dizewicin. Sedemên han ne nîşaneya
salimbûna zewacan e û bêşik zewacên han tevî têkçûnê berbirû dibin. Yek ji
sedemên din ên berdanê zû zewicîn e. Piraniya pisporên warê civakî li ser vê
baweriyê ne ku zewicîn di nûciwanî û temenê 20 saliyê de ne baş e û kesên ku di
vê temenê de dizewicin, nikarin bi awayekî eqlanî tevî pirsên jiyanê bilivin û
biçûktirîn pirsgirêk dikare bingeha jiyanê têk bide.
Bi kurtî hebûna lawazî di pêkanîna
pêwendiyan de û pirsgirêkên aborî û herwiha rewşa hawîrdor ji sedemên girîng yên
têkçûna zewacan tên hesibandin. |