Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Li Seranserî Cîhanê, Jin Tevî Ferq Û Cudahiyan Berbirû Ne

 

Li gor raporekê ku li ser daxwaza Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belavkirin, jin di pirraniya welatên cîhanê de, tevî newekhewiyê berbirû ne.

 Di rapora han de hatiye destnîşankirin, eva di halekê de ye ku 185 welatên cîhanê heya sala 2005’an, soz dabûn yasayên ku ferq û cudahiyê dixin nava jin û mêran de, betal

bikin.

Rapora han zêde dike ku %70 ji xizanên cîhanê jin  in û jin tenê xwediyê %1 ji erdên belgedar di cîhanê de ne.

Ev rapore ku ji bo Luîz Arbor, Komîsara Mafê Mirovan a Saziya Neteweyên Yekbûyî hatibû amadekirin, dibêje ku hêj tecawuz di çarçoveya jiyana hevbeş di 53 welatên cîhanê de weke sûç nahê hesibandin.

 Xatûna Forîde Banda ku rapora han amade kiriye, di konferanseke çapemeniyê de li Jenevê got: “Hin yasayên din ku li dijî jinan ferq û cudahiyan pêk tînin weke qanûnên pêwendîdar bi jihev veqetiyanê, îmtiyaz û hevkariyên piştî zarokbûna jinan û mafê xanenişîniyê ne.

Ev, rapora pêşniyarê dide ku mekanîzmek nû derheq xebat li dijî ferq û cudahiyan pêk were, çunku yasayên heyî yên mafê mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konvansyonên navneteweyî li berçav nahê girtin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 22’ê Rezbera 1387’ê Rojî