|
encamên erênî hene û hem nerênî.
Bo mînak jiyana hevbeş di temenê jor
de dibe sedem ku ciwan tûşî zext û givaşên pîskolojîkî, xemgînî, tirs û ...bibin
û navbeynê bixe navbera emrê dayîk, bav û zarokan.
Ji aliyekî din ve jordeçûna temenê
zewacê dibe sedema zêdebûna sermayeyên civakî û ciwan dikarin bi dîtineke
vekirîtir hevjîna/ê xwe hilbijêrin. Mirov dikare bibêje ku ev yeka di jiyana
mirovan de xwedî bandoreke erênî ye.
Lê pirr caran jordeçûna temenê
zewacê dibe sebebê bêhêvîbûnê û li ser pîskolojiya mirovan bandora xirab heye.
Heta şiyanên takekesî jî nikarin wan pirsgirêkan çareser bikin.
Her civakek derheq metod û şekla
têliliyên cinsî(zayendî), xwedî yasayek e, yek ji wan qanûnan temenê zewacê ye.
Her civakek temeneke taybat bona pêkanîna jiyana hevbeş ji bo jin û mêran bi baş
dizanin. Di Îranê de jî temenê qanûnî yê zewacê ji bo keçan 13 sal û ji xortan
re 15 sal e. Lê li gor serhejmariyên ku hatine encamdan, temenê pêkanîna jiyana
hevbeş ji bo jin û mêran di Îranê de di navbera 12-35 saliyê ji bo jinan û 15-40
saliyê ji bo mêran e.
Temenê zewacê, temenek e ku takekes
di wî temenî de pê davêje nava jiyana hevbeş. Li gor lêkolînên ku hatine
encamdan, sedemên diyarîkirina jiyana hevbeş li berê û niha guheriye. Lê berê
temenê jinan di yekemîn zewacê de girêdayî bû bi evraz û nişîvên aborî di jiyanê
de.
Serhejmariyên heyî nîşan didin ku
navinca temenê zewaca mêran li Îranê tevî guhartineke berfireh berbirû nebûye û
hêj li derdora temenê 25 saliyê di rewşeke serjêr û serjor de ye. Lê temenê
zewaca jinan di navbera salên 1996-2002’an de, jorde çûye û jordeçûna han di du
dehsalên borî de xurtbûneke zêdetir hebûye. Bi terzekê ku di sala 2002’an de
pitir ji yek ji çar ya keçên 25-29 salî, hêj nezewicî bûn.
Pirsên aborî yek ji sedemên
jordeçûna temenê zewacê ye. Bêkarî û berfirehbûna pirsgirêka han di asta civakê
de, tevî jordeçûna çavnihêriyên aborî yên malbatan, beşeke zaf ji hêz û şiyana
ciwanan kêm dike. Kêmbûna hêz û şiyana han yekemîn mînak e derheq jordeçûna
temenê zewacê.
Hejmareke zaf ji keç û kur li ser vê
bingehê hevjîna/ê xwe hildibijêrin.
Li gor serhejmariyên fermî û ne
fermî, asta bêkariyê di welatê me de bi qasekê ye ku ji navinca cîhanî gellek
jordetir e û yek ji kirîzên civakê tê hesibandin.
Her çiqas pirsgirêka bêkariyê hemû
çîn û qatên civakê bi xwe ve digire, lê bêkarî di nava xwendekarên asta karnasî
û karnasiya bilind de weke yek ji pirsgirêkên bixeter a civaka me tê zanîn.
Bêkariya mêran û kêmbûna asta
heqdestê wan, yek ji pirsgirêkan tê hesibandin ku dibe sebeb xortên ciwan
hevjîna xwe bona zewacê û pêkanîna malbatê hilbijêrin.
Ciwanên îro rojê bi sedema
pêşkevtina teknolojiyayê û nûjenbûna civakê, di hilbijartina hevjîna/ê xwe de
hinek form û pîvanên cîhana nûjen li ber çav digirin. Îro rojê ji bo jinan
pîvanên weke rola civakî, asta xwendinê, wekheviya jin û mêran, karkirin li
derveyî mal û ... girîng in. Xwendin di asteke bilind de dikare di jordeçûna
temenê zewacê de bandor hebe. Bi gotineke din destkevtên xwendinê dibe sedema
beşdarî di hêza kar de û di encam de hezkirin bona pêkanîna jiyana hevbeş, kêm
dibe.
Pirraniya keç û kur seba vê çendê ku
nikarin hevjîna/ê dilê xwe hilbijêrin, hez nakin jiyana hevbeş pêk bînin.
Serbarê vê yekê, çawaniya fikirîn û bîrkirina malbatan jî di vê derheqê de xwedî
rol e. Ji ber ku malbat hez dikin zarokên wan di çarçoveya bîrkirina wan de tev
bigerin.
Di encam de divêt em bibêjin ku
temenê zewacê di her civakekê de di navbera jin û mêran de biferq e.
Sedemên xwedî bandor di temenê
zewacê de navhatî ne ji temenê balixbûnê, hevjîneke/î baş, yasayên civakî, çanda
civakê, rewşa aborî, kar û asta xwendinê.
Çavkanî: “Aftab.ir” |