|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Dijwariyên Jiyanê
Nahêlin Ku 13 Milyon Ciwan Bizewicin
 |
Rêxistina Neteweyî a Ciwanan ku
saziyeke dewletî di Îranê de ye, li ser rewşa zewaca ciwanan raporek weşand û da
zanîn ku 13 milyon ciwan(keç û xort) di temenê pêkanîna jiyana hevbeş de ne, lê
dijwarî û nebûna rewşa hewce a jiyanê ji bo ciwanan ê bûne sedem ku ciwan
pirseke girîng bi navê zewacê paşde bixin. |
|
Berpirsiyarekî vê rêxistinê,
Seyîd Mehdî Sedrî eşkere kir ku ji vê hejmarê tenê nêzîk 2 milyon kes di
sala borî de heta niha karîne jiyana hevbeş pêk bînin, lewra 8 sal hewce ye ku
rewş ji bo 11 milyon ciwanên mayî pêk bîne. Lê ji ber ku nifûsa Îranê ciwan e,
hejmara nifûsa ku diçe nav temenê ciwanî û zewacê de du qat zêdetirî şêniyekê ye
ku di salê de dizewicin. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|