|
Rapor/ Rojhilat
Wergeran/ Hemîd Muxtarî
Rewşa aloz a
aboriya Îranê bandoreke xirab li ser îdareyên birêveber ên kar û barên dewletê
heye, bi taybetî ew beşên ku tenê bi hezîneya dewletê birêve diçin û dahata wan
tune ye anku xwediyê dahateke nebaş in. Du Wezaretên Zanist, Tendurustî û
Perwerdehiya Bijîşkî û Wezareta Perwerde û Elimandinê ku her du wezaretên
dewletî ne, tevî rewşa xirab a aborî û pirsgirêkên sereke berbirû ne.
Wezareta Zanist,
Tendurustî û Perwerdehiya Bijîşkî, car bi car ji bo çareserkirina pirsgirêka
bêdahatî û kêmiya budcê, neçar dimîne ku nirxa vîzît û dermanan zêde bike, lê bi
vî awayî jî nikare pirskirêkan çareser bike, ji ber ku Îdareya Bîmeyê hezîneya
dermanan dabîn nake û roj bi roj nirxa pêdiviyên dermanî jorde diçe. Pirsgirêka
han yê bûye sedema nerazîbûn, girevgirtin û destlikarkişandina perestarên
nexweşxaneyên pêşgirî û pêdeçûn bi rewşa nexweşên Diyalîzî.
Herçend miaşê
perestarên beşa nexweşiya Diyalîzê sala borî ji aliyê dewletê ve hate zêdekirin,
lê jordeçûna roj bi roj a nirxa pêdiviyên xelkê, çareserbûna vê pirsgirêkê
bêencam hêlaye.
Wezareta
Perwerdeyê ji sedî sed girêdayî bi dewletê ye, ji ber ku tu çavkaniyeke aborî a
taybet bi xwe nîne.
Li gor qanûna
bingehî a welat, xwendin heya qonaxa dawî a navendî belaş û xorayî ye û
dabînkirina her cure pêdiviyeke xwendinê, bo hemû xwendekaran li stûyê dewletê
ye.
Ji ber vê çendê ye
ku her sal di dema destpêka navnivîsîna xwendekaran de ji bo xwendinê, Wezareta
Perwerdeyê bi rêya Televîzyon, Radyo û weşanên îdareyî, radigihîne ku pêwîst
nake malbat ji bo navnîsîna xwendekaran hezîneyekê bidin navendên xwendinê û
xwendegeh jî nabe ji tu kesê dirav bistînin, lê di dawiyê de derket ku hemû
propagandayên dewletê bûn.
Digel destpêka
sala xwendinê, budceya Wezareta Perwerde û elimandinê nahê dan û piştî çend
mehan ew wezarete dikare budceya xwe ji dewletê bistîne û di navbeyna parêzgeh û
bajaran de dabeş bike. Ev yek ji bo berpirsên xwendingehan dibe sedema çêbûna
hin pirsgirêkan.
Berpirs ji ber
nebûna budcê neçar dimînin heqê av, elektirîk, gaz û telefon û heta majîkên
(wayt bord)ê bi xwe dabîn bikin û bo dabînkirina kaxeza nivîsînê bi mehan
qerdarê bazarê dimînin. Di rewşeke wiha de, berpirsên xwendingehan bi neçarî
daxwaza alîkariyê ji malbatan dikin, hêjayî gotinê ye ku hinek car jî berpirs ji
aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve mecbûr bi vî karî dibin. Di sala xwendinê a
1386-87’a
Rojî(2007-2008) de Wezareta Perwerdehiyê berpirsên xwendingehan neçar kirin ku
ji bo dabînkirina gaza navendên xwendinê daxwaza arîkariyê ji malbatên
xwendekaran bikin, eşkere ye ku bi vî awayî dewlet gaz û nefta xwendingehan
dabîn nake.
Herwekî me qala wê
kir, îsal budceya xwendingehan gellek dereng gihîşte destê berpirsên xwendegehan
û bû sedema pêkhatina pirsgirêkan.
Bo mînak li bajarê
Merîwanê, budceya xwendingehan di meha Reşemê(Adarê) de bi awayekî nebaş gihîşt
destê wan, ev yek bû sedema vê çendê ku rêjeyekî zaf ji berpirsên navendên
xwendinê qerdarê bazariyan in. Li gor çavkaniyan, xwendingehên şev û rojane û
beşa Çinare li bajarê Merîwanê, her yek 20 milyon tûmen qerdar in û bi tu
awayekê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û hewl û cehda berpirsiyarên
xwendingehan bêencam maye.
miaşê zêdekariya
mamostayan nêzîk bi 5 mehan e ku nehatiye dan, hinek mamostayan heqdestê du
salan wernegirtiye û ne xuya ye ku dê çi demekê bigihîje destê wan.
Hêjayî gotinê ye
ku dewleta Ehmedînijad, bûdceya salê di demekê de terxan kiriye ku nirxa her
bermîlek neftê gihîşte 48 dolaran, lê di destpêka sala nû de nirxa neftê jorde
çû û dewletê du qat zêde petrol firotiye.
Gelo ev dahate ger
negihîje destê girûpên terorîstî û nebe xerca kirîna alav û amûrên hêza Etomî di
dest kê de ye, çi jê hat? |