Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Kuştin Û Xwekuştina Jinan Li Kurdistana Îraqê Pir Zêde Bûye

 

Li gorî agahiyên malpera “amude.com”ê, Wezareta Mafên Mirovan a Hikûmeta Kurdistana Îraqê vê dawiyê raportek weşand, tê de ragihand ku di sala 2006’an de 533 jinan an xwe kuştine yan jî hatine kuştin. Li gorî raportê, hejmara jinên ku rastî kuştinê hatine, sala borî 289 bûn.

 Di raportê de herweha hatiye nivîsandin, ku di sala 2005’an de radeya jinên ku xwe kuştine, 22% bû, lê ew di sala 2006’an de giha 88%. Herweha li gorî raportê, temenên piraniya jinên ku rastî zordariyê tên, di navbera 13 û 18 salî de ne. Raportê destnîşan kir ku ji şêweyên zordariyê yên ku li dijî jinê têne bikaranîn, lêdan, zordariya cinsî, zewicandina bi zorê, revandin û rêlibergirtina bi zorê ya xwendinê ne.
Wezîrê Mafê Mirovan ê Hikûmeta Kurdistana Îraqê, Yûsiv Mihemed Ezîz, got ku li nik wezaretê projektek heye ku rê li ber zordariyê bigire. Ezîz diyar kir ku ev projekt dê bi hevkariya hikumeta Birîtanî pêk bê. Ji ber ku li Pakistanê projekteke Birîtanî ji bo çareserkirina pirsa zordariya li dijî jinê li dar e, wezareta kurdî şandekê şandiye Pakistanê da ku hikumeta kurdî sûdê ji vê projektê bigirin.

amude.com

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî