 |
Nivîskar: Hacî
Tawanî
Werger: Hemîd Muxtarî
Wekî hemû kedkarên
din, bi hezaran jinên karker ên jin jî seba nebûna kar bi taybetî kareke jêhatî
û baş, ji bo bijîva jiyanê û hevkarîkirin tevî hevjînên xwe, zarok û mêrên xwe
rû li encamdana karên herî dijwar anku karkirin di kûrexaneyên çêkirina kelpîçan
dikin ku ev bixasmanî ji bo jinan karekî pir |
|
zehmet û giran e.
Karkirin di kûrexaneyan de zêdebarê vê çendê ku kareke şev û rojî û di meydaneke
germ û di nava axê de ye, divêt herdem heriyê bigirin û bikin kelpûç, ne tenê ji
bo jinan belku ji bo mêran jî kareke pir zehmet e.
Jinên Kurd serbarê vê çendê ku divê di kûrexaneyan de hevkariya mêrên xwe bikin
û wekî wan li meydanê de mijûlê kar bin, ji aliyekê din ve jî divêt di karê nav
malê de weke xwedîkirina zarokan, çêkirina xwarin û çayê, nan patin û şuştina
cil û berg û amanan û wd ... jî encam bidin, çimku ji dîtingeha mêran de karê
han ên jinan in.
Bi giştî di kûrexaneyan de derfeta bêhnvedan ji jinên karker hatiye standinê û
di dema veheviyanê de jî kar dikin, bo mînak dema ku hemû endamên malbatê bo
nanxwarin û ça vexwarin û bêhnvedanê bihev re kom dibin, divêt dîsan jî jin
mijûlê şuştina amanan, paqijkirina nav malê û ... bibin. Heta roja înê jî ku
roja bêhnvedanê ye, jin sibê heya êvarê mijûlê şuştina kincan dibe.
Jinên pêgiran di kûrexaneyan de
Hejmarek ji wan jinên ku pêgiran (ducanî) ne û di kûrexaneyan de kar dikin, ne
tenê ji veheviyan û xwarina hewce bêpar in, belkî li dirêjahiya gişt dewrana
pêgiraniya xwe de û heta piştî zarokbûyînê jî ji hemû çavdêriyên nojdariyê bêpar
in, heta çend caran jî ji ber nebûna nojdaran, jin zarokê xwe ji dest dide yan
bi xwe canê xwe ji dest dide û ger jin nemire, divêt piştî çend rojan zêdebarê
hebûna êş û azara piştî zarokbûnê, dîsan karê xwe ên berê dest pê bike.
Evane hemû û zaf tiştên din weke karên dijwar ên kûrexaneyê û nexweşxaneyên cur
bi cur, bûye sebeb ku jinên karker bi tevahî di bin zext û givaşan de bin û heta
laş û rûçikê wan jî weke xwe namîne.
Eva rast e ku karkirin di kûrexaneyan de bi giştî zehmet e, lê ev kara bo jinan
du sê qat zehmettir e, ji ber ku divêt ew karên nav malê jî bikin. Tabkirin û
qebûlkirina ev hemû karên giran bo jinan pir dijwar e, lê xizanî û belengazî ji
aliyekê û paremayîbûna civaka me ya Kurdî ji aliyek din ve ê bûye sebeb ku jin
bi giştî û bixasmanî jinên karker hemû zext û givaş û dijwariya jiyanê qebûl
bikin.
Divêt eva jî were gotin ku parek ji wan zext û givaşên ku li ser jinan dimeşin,
divegere bo van ne wekhaviyên ku di civaka Îranê de di navbera jin û mêran de
heye û bêşik ev ne wekheviya bandora xwe li ser komeleyên karkeran de jî daniye.
Ji bo nehêlana wan newekheviyan û ji bo bidestveanîna mafê wekhev a di navbera
jinan û mêran de eva jin in ku divêt pitir ji hemû kesekê li meydanên cur bi cur
ên kar û jiyanê de xebatê jêre bikin. |