 |
Nahîd Riyazî
Wergerandin: Hemîd Muxtarî
Seba xizanî û bêkariya berfireh û nebûna tu hevkariyeke civakî û dewletî ji bo
jinan di Îranê de, îro rojê hejmareke zaf ji jinên ku berpirsiyariya xwedîkirina
zarokan li stûyê wan e û xwediyê tu çavkaniyeke dahatî ninin, neçar in ku karê
qaçax a madeyên bêhişker bikin.
Di rastî de desthilatdarên rejîma Komara Îslamî ku bi xwe sebebkarê hejarî û
betalî bêşoliya pareke zaf ji xelkê û bi |
|
taybet jin û
zarokan di Îranê de ne, heya niha hejmareke zaf ji van jinan di Îranê de bi sûçê
kirîn û firotina madeyên sirker bi darvekirin û cezayên giran hatine
mehkûmkirinê. Eva di halekê de ye ku bi çendîn keretan hebûna destên
desthilatdarên rejîmê di kirîn û firotin û qaçaxa madeyên sirker û diziya
diraveke zaf, seba kêşeyên hundirîn ên di navbera wan de, ji aliyê bandên rejîmê
bi xwe ve hatine eşkerekirinê. Her cara ku ev dirav tên eşkerekirin, pitir ji
sedan milyar tûmen e û gişt dezgehên rejîmê bi wan diravan bi rê ve diçin.
Îro rojê jin û zarok di bin desthilata reş ya Îrana Îslamî de texa herî zêde ya
destkurt, hejar û bêkar di vî welatî de ne. Jinên bêkar û bêpar ji her terze
hevkariyeke civakî ku di çanda Îslamî de bi jinên bêserperişt (çavdêr) yan jinên
ku serperiştiya wan nebaş in, hatine nasîn, di rewşeke herî xirab ya aborî û
civakî de ne. Rejîma Îranê bi zêdekirina nasnavê “bêserperişt”ê bo jinan, di
rastî de dixwaze ji aliyekê ve li ser çanda mêrserdestiya Îslamî ya xwe û li ser
bêbihabûn û girêdayîbûna jinan bi mêran ve pêdagir be û ji aliyekî din ve
berpirsiyarbûna xwe li hember hevwelatiyên civakê bixe stûyê jinan û
serperiştiya wan anku mêr û xizm û kes û karên wan.
Îro rojê çavkaniya dahata parek ji jinên ku berpirsyariya xwedîkirina zarokan li
stûyê wan e, tenê xwefirotin (zîna) yan firotina madeyên bêhişker yan her du ne.
Eva di halekê de ye ku serwet û saman û dahata desthilatdarên Îslamî di Îranê de
li dirêjahiya pitir ji du dehsalan ji temenê desthilatdariya wan bi ser xelkê
de, pir zêde bûye.
Nirxandinek:
Jinên ku di Îranê de seba xizanî û belengaziyê û li rûyê neçariyê ve dest bi
xwefirotin û firotina madeyên sirker didin, neçar in bona bidestveanîna bijîva
jiyana xwe û zarokên xwe, her terze daxwaz û şert û mercekê ku ji aliyê bandên
qaçax yan kiryarên cendekê wan bi wan re tê kirin, qebûl bikin. Ger di vê
derheqê de ji wan re bûyerek derkeve holê, tu binyat û yasayek hevkariya wan
nake. Ne tenê eva belku ger ev jinên han werin girtinê, dê tevî cezayên şelaq
lêdan, darvekirin û kevirbaranê berbirû bin. Eva ku çima jin neçar bi kirîn û
firotina madeyên bêhişker dibin, tu kes berpirsiyarê xizanî û desttengiya wan û
zarokên wan e û çima tu sazî û binyatek hevkariya wan jinên ku berpirsiyariya
xwedîkirina zarokên wan li stûyê wan e û xwediyê tu kar û dahatekê ninin, nake.
Bêşik eva tenê karê hikûmetekê ye ku sebebkarê xizanî, belengazî, bêkarî,
cezayên hovane, kevirbaran, daliqandinê û hwd ... ji bo xelk û zarokên civakê
pêk anîne. Ev rewşa di civakên ku têde heta gelek bi kêmî rêzê ji mafê mirovan
digirin û jin û zarok xwediyê mafekê ne, tevî rewşa jinên Îranê farq û
cudahiyeke zaf heye. Di Civakên Rojavayê de, jinên ku berpirsiyariya xwedîkirina
zarokên xwe li stû girtine, aliyê kêm xwediyê hindek mafan in. Zarok ji aliyê
binyatên dewletî ve têne piştevanîkirinê û di demên hewce de ji malbatên wan re
hevkariyên civakî tê kirin.
Ger malbata wan bi her hêcetekê nekarin berpirsiyariya xwedîkirina zarokan li
stû bigirin, wê demê dê civak berpirsiyariya wan li stû bigire û dê rewşeke
mirovî û normal ji bo zarokan pêk bîne. Lê di bin desthilata rejîma Îslamî a
Îranê de, binpêkirina mafê mirovan û heta mafê zarokan gihîştiye qaseke pir
berfireh û zêde. Bona rizgarbûn ji rewşa han, tenê rêyek maye, ew jî sernixûniya
rejîma Komara Îslamî a Îranê ye. |