 |
Hemîd Muxtarî
Çend rojan berî niha ku biryara birêvebirina gelaleya xebata li dijî “Bed Hicabî”
(neparastina lixwekirinê li gor Ola Îslamê), hate dan, hêzên Întizamî ên Komara
Îslamî ya Îranê bona birêvebirina vê biryarê bi amadebûna xwe li ser şeqam,
meydan û cihên hatin û çûnê de, dest bi êşandin û girtina xelkê dikin. Li go
ragihandin û çapemeniyên Îranê heya niha pitir ji hezaran kes ji jin û keçên
Îranê li ser rê û cihên giştî seba lixwekirina kincên ku bi raya desthilatdarên
rejîmê |
|
binyat û yasayên
Îslamê bin pê dike, ji aliyê hêzên rejîmê ve gef ji wan hatiye xwarin ku
êdî bi vî terzî nehêne sûk û bazarê. Ger kesek li hember biryara han
berxwedaniyê bike yan binpê bike û serê xwe li hember daxwazên hêzên rejîmê
neçemîne, dê ber bi binke û navendên leşkerî werin şandin û bihên girtin. Di vê
derheqê de li rojên borî, bi sedan kes hatine girtinê û piştî wergirtina soza
nivîskî ji aliyê rejîmê ve û guherîna kincên xwe, hatine azadkirin.
Di rastî de rejîma Komara Îslamî a Îranê li mêjdem e ku dixwaze civaka Îranê ber
bi paş ve bibe. Civakek ku jinan mafê hatin û çûnê têde tunebe, di mal de bimîne
û ger zaf hewce be ku di malê de were derê, divêt di kêleka dîwaran de ev jî bi
lezî derbaz be. Nabe tu kes rûçikê wan bibîne yan dengê wan guhdarî bike. Nabe
mêr mêzeyî jinê bike û heke carekê mêze kir, bo kereta duyan divêt di dema
derbazbûn li hember jinan de, serê xwe nevî (nişîv) bike.
Nabe mêr tevî jinan biaxivin û heta silavê ji wan bikin yan wan bo xwarin û
vexwarinê gazî bikin. Divêt jin bo miriyên xwe bigirîn, li gor ramana
kevneperestan piraniya jinan cehnemî ne û ... ku pitir hikûmeta Talîban di
Efxanistanê de xwediyê wan ramanên kevn û şaş bû. Lê aqibet û çarenivîsa wê bû
çi?
Diyare ev gelaleye yekê nine û ya dawî jî nabe. Ger di bîra we xwandevanên hêja
de be, Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê heyamekê berî niha gelaleyek din jî ku
dixwast rê û şeqamên mêr û jinan ji hev cuda bikin, anî ber bas, lê bi rastî
karî bi serê xelkê de bide sepandin?
Rejîma Îranê pitir ji 28 salan e ku cehdê dike ew raman û hizrên xwe ên paremayî
bi ser xelkê de bide qebûlkirin, herçend ku di destpêka desthilatdariya xwe de
karî heya astekê serkeve, lê di serdemê niha de ku di cîhanê de guhartinên zaf
pêk hatine, rûçikê rastîn yê rejîmê bo xelkê eşkere bûye û cîhan roj bi roj
zêdetir ber bi cihgirbûna demokrasiyê diçe. Herwiha hişyarbûna raya giştî a
cîhanê û berfirehbûna xebata neteweyên Îranê û xelwebûna rejîmê di astê
navneteweyî de û zaf faktên din dest dane destê hev û rejîma Îranê xistiye bin
zext û givaşan.
Îro rojê xelkê Îranê bi giştî tevî mafên xwe nasyar bûne ku eva gaveke erênî ye
bona serkevtina wan. Xelkê Îranê daxwaza pêkhatina civakeke azad, demokrat û
sivîl dikin.
Dewletek vekirî û berpirs li ser kar be, rêz ji bo mafên siyasî, civakî û wd...
were danîn û civakek demokratîk ku yek ji mercên herî sereke ên civakeke serdem
û îroyîn e pêk bihê.
Bila em lêbinêrin ka gelo rejîma Îranê xwediyê tu yek ji wan taybetmendiyên
navhatî ye?
Sîstemek kevneperest û hişk ku qet nekariye û amade nebûye biyava taybet û giştî
ya xelkê ku yek ji hewcehiyên herî sereke di pêkanîna civakeke demokratîk de ye,
binase û rêz û hurmetê ji bo serxwebûna wan danê, çawa dikare xelkî be?!
Rejîmek ku heta di jiyana asayî ya xelkê de desttêwerdanê dike, heya terzê
lixwekirin, xwarin û vexwarinê bo xelkê diyarî dike, tu rêz û hurmetekê bo
azadiya raderbirînê, hilbijartina hizr û ramanan, azadiya rexnegirtinê û jiyana
azad û serbixwe a xelkê nagire, çawa dikare demokrat be?!
Rejîmek ku di yasaya bingehîn ya wê de bi dehan esl û madeyên ferq û
cudahîdanînên olî, nejadî, zayendî, ramanî, çînayetî û ... tên dîtin, çawa
sîstemeke xelkî ye?!
Divê were gotin ku di civakekê de ku biyava taybetî – giştî û çarçoveya
desthilatdariya dewletê ji hev nehê cudakirinê, nikare ber bi demokrasiyê here.
Bi kurtî, di çarçoveya desthilatdariya rejîma Îslamî a Îranê de ku ol û dewlet
tevlî hev kirine û li gor qazanc û berjewendiyên xwe Îslamê şirove dikin, nabe
me tu hêviyek bona rêzgirtin ji mafê mirovan di vê çarçoveyê de hebe û bo
gihîştin bi vê armancê tenê rêyek heye, ew jî xebat ji bo pêkanîna civakeke
vekirî, serbest û demokratîk e. |