|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Bangewaza YJDK Îranê Li Swêdê Bona
Kuştina Hovane Ya Keçekê Li Kurdistanê
 |
Bangewaza YJDK
Îranê li Swêdê ji bo:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêxistinên Mafê Mirovan, Rêxistinên Parêzvanî ji
Mafê Jinan, partî û rêxistinên siyasî û azadîxwaz yên Kurdistanê, jin û mêrên
alîgirê mafê mirov û azadî û wekheviyê!
Kuştina keçeke 17 salî li herêma bin desthilata Hikûmeta Kurdistanê bi tawana
evîndarî û seba wê çendê ku hez ji xortekî kiriye, dilê hemû miroveke xwedî seh
ku bawerî bi yeksanî û mafê wekhev heye, tejî ji kul û keser kir. |
|
Pir xuya û eşkere ye
ku sedema kiryarên han vedigere ser paremayîbûna civakî, çanda zal a
mêrserdestiyê û dab û edetên kevn. Eva ku kiryara han li dijî mirovahiyê yekem
kiryar nine û kiryar dawîn jî nabe, cihê şik û gumanê tune, lê girîng eva ye ku
desthilatdarên Kurdistanê hewce bû cehd kiriban û bikin ku yasa her çi zaftir li
ser bingehên mafê mirovan were darêtin û hevdem were birêvebirin. Divêt cezayê
giran bo wan kesan bihê diyarîkirinê ku tund û tûjî bi her terzekî li dijî
mirovan bi giştî û nemaze li dijî jinan û zarokan dimeşînin.
Bêdengî li hember kuştina Duayê îxanet li dijî bîra azadiya însan û mafê mirovan
e. Hemû ev kesên ku li hember vê cinayetê bêdengiyê hildibijêrin, di nêrîna me
de bi qasê ew kesên ku xwîna Duayê rijandine, tawanbar in.
Yekîtina Jinên Demokrat yên Kurdistana Îranê li Swêdê, tevî mehkûmkirina vê
cinayetê û nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştina Duaya bêtawan, daxwazê
dike ku:
1. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi micidî û hest bi berpirsiyarîkirinê, hemû ev
kesên ku bi her terzekê di kuştina “Dua”yê de dest hebûne, binçav bike û cezayê
ji bo wan diyarî bike. Bila dilopên xwîna Duayê bibe dilopên dawî ên xwîna
keçeke Kurd ku bi her navekê di Kurdistanê de tê rijandin.
2. Hemû rêxitinên mafê mirov û mafê jinan, hemû evîndarên rêya azadî û
bexteweriyê û hemû jinên Kurdistanê bi giştî nabe li hember vê cinayetê de
bêdeng bibin. Bilindbûn û yekîtiya dengan dikare canê keç û jinên me di pêşerojê
de li hember kuştin û tund û tûjiyê biparêze.
Bi hêviya wê yekê ku cezadana bikujên Duayê bibe destpêka ji holê rakirina tund
û tûjiyê li dijî jinan di Kurdistanê de.
Yekîtiya Jinên
Demokrat yên Kurdistana Îranê
2007.04.28 |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|