|
Roja yekşem, 6’ê
Gulana 2007’an, jineke kurd a bi navê Rena, hevsera Wehab Yûnisîperwer, xelkê
gundê Hêşmava a ser bi herêma Mirgewer a bajarê Urmiyê xwe kuşt.
Rena xwediyê 4 zarokan bû. Wê ji ber arîşe û pirsgirêkên navbera xwe û mêrê xwe,
dermanê jehrê vexwar û jiyana xwe ji dest da. Sedema pirsgirêkên navbera wan,
berlêgirtina wê ji aliyê mêrê xwe ve bona xwendinê bûye. Rena ku xwendewariyê wê
kêm bû, ji bo hînbûna xwendin û nivîsandinê diçû dibistanê û êvariyan dixwend.
Mixabin bi sedema berlêgirtin û rênedan bi wê bona xwendin û perwerdehiyê û
xurtbûna pirsgirêkan di navbera wan de, wê jiyana xwe ji dest da û bû goriyê
arîşeyên civakî û deb û edet, ramanên kevneperset, paşverî û kevneşop. |