|
Mafê jinan mafeke
însanî ye, ev yeka ew qas girîng e ku dikare aliyê kêm civakê bîne ser vê
baweriyê ku jin û keç jî mirov in. Di welatên cîhana sêyem de koletiya siyasî û
olî nahêle ew ramane were perwerdekirinê.
Bawerî bi vê çendê ku jiyan girêdayî bi hebûna jin û mêran e, ne yek ji wan! û
di guhertinên jiyanê de jin xwediyê pêwendiyan in û ev yeka jî eşkere ye û
piraniya xelkê sivîl gihîştine vê bawerê. Lê mixabin di serdemê îro de li
piraniya welatên cîhana sêyem de ku xelk ber bi pêş çûye, hikûmet îznê nade ku
raya han di civakê de birêve here. Jinan weke nîva civakê karîne bi eyankirina
nerazîbûna xwe derheq nabûna demokrasiyê di welatê xwe de, xelkê cîhanê ji van
kiryarên nemirovane ku di welatên wan de diqewimin, agehdar bikin. Eva jî bi xwe
kariye bibe hayderek bona welatên pêşketî da ku aliyê kêm seh bi nerazîbûnê
bikin, bixasmanî ew welatên ku biryarderên Carnameya Gerdûnî a Mafê Mirovan bûne.
Nerazîbûna jinan di her civakekê de li hember wan ferq û cudahîdanan û zilmên ku
derheq wan tên kirin, bûye sebeb ku hevgirtin û hevdengiyek di navbera jinan de
li gişt cîhanê de pêk were û eva jî bixwe bûye sebeb ku dirûşmên wan bi hev re
nizîk bin, bi awayekê ku niha bizava jinan xwediyê çendîn dirûşman e ku wek hev
in. Nerazîbana wan jî herdem li ser vê çendê bûye ku di civakê de ketine nava
tengasî û çarçoveyeke sînordar de û ji aliyê regezê nêr û nehezên xwe ve weke
regeza pile du tên mêzekirinê.
Jinan herdem bi bîra wekhevxwaziyê karîne vê çendê bidin îsbatkirin ku ew
mirovên erînî ne û heta bê mêr jî dikarin hewcedariyên jiyana xwe û zarokên xwe
bidest bixin, nemaze di dema şer de. Herçiqas ku pêkanîna derfeta han bo jinan
tenê li demên şer de bûye û piştî wê çendê ku şer bi dawî hat û mêr vegeriyane
mala xwe, dîsan derfeta pişikdarîkirin di pirosesa berhemanînê ji jinana hate
wergirtin û carek din xistne nava çarçoveya malê de û tenê bêwejinan mafê
karkirinê hebûn.
Di Daxuyaniya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî a sala 1948’an de ku
bona pêkanîna nêrîneke hevgirtî derheq mafê mirovan bo gişt welatên cîhanê hate
pêşkêşkirinê, hatiye ku gişt mirov divêt li hember azar, îşkence, hatin û çûn,
regez, pênas, saxlemî, sîstema perwerdehiyê û... bihên parastinê û wekhev bin.
Herwisa di benda 2 a vê daxuyaniyê de hatiye ku mafê mirovan bo gişt xelkê ye û
hemû kes li hember yasa û qanûnê de wek hev in.
Lê heya niha jî di welatên paremayî û daxistî de hindek fakterên weke serhişkî,
ol û berjewendiyên siyasî - civakî rê nedaye ku xelk ji vî mafî mifahê wergirin,
ku eva jî weke binpêkirina mafê mirovan tê hesibandinê û pêwîstî bi lêkolînê
heye. Eva jî di halekê de ye ku bi rohnî di peymannameya 1948’an de qala vê
çendê hatiye kirin ku tu ferq û cudahiyek di navbera jin û mêran de tune ye û
jin jî weke parek ji civakê dikarin bi awayeke giştî û mil bi milê mêran
beşdariyê di jiyana civakî, siyasî, aborî û... bikin.
Di konferansa sala 1948’an de ku Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan têde hate
pejirandinê, di gavek din de nûnerek jî hilbijartin ku her sal ji bo Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî raporekê derheq tund û tûjî li hember jinan li gişt welatên
endam di vê saziyê de amade û pêşkeşî Lijneya Mafê Mirovan a ser bi vê saziyê
dike, piştre ji aliyê lijneya han va pêdeçûnek giştî derheq ew raporê tê kirinê.
Herwisa destdirêjiyên zayendî û neçarkirina jinan bona çêkirina zarokan weke
tawanek di gişt cîhanê de hate ragehandin û weke yasayek jî li biryara Dadgeha
Tawanên Navneteweyî de ku li Roma Paytexta welatê Îtaliyayê de, di sala 1998’an
de birêve çû, hate pejirandin û birêvebirinê.
Mafê Mirovan dikare bibe harîkareke mezin da ku gotûbêj werin piraktîzekirin û
şirove û dahûrandin jî li ser bê encamdan, da ku bi awayekî herî rihet û hêsan
pirs bên çareserkirinê û gelek nedome. Mixabin herçend ku piraniya biryarên han
heya niha jî di çarçoveya dirûşman de mane, çimku nekariye bo jinên ku di cîhanê
de tên tepeserkirinê, bibe parêzvaneke bihêz. Lewra jinên ku tên tepeserkirinê,
di wê demê de dikarin ji van mafan mifahê wergirin ku di welatê xwe de dest pê
bikin û ev pirosesa jî dê zaf bidome da ku were cî bi cî kirin.
Hez û hêviyên jinan cur bi cur in û dikarin li cihên cuda cuda de kar bikin, lê
girîng eva ye ku çalakiya bizava jinan heya çi astekê dikare pirsên cur bi cur
ên taybet bi regeza mê bîne ber bas û li ser cî bi cî kirina wan micid be.
Ez bawer im ku dirûşma azadiya cîhanê girêdayî bi azadiya jinan e, heta heta
dirûşma bizava jinan e, çimku binpêkirina mafê jinan ber ji pêşveçûn û
serkevtina civakê digire û tenê eva bo bizanva jinan girîng e ku xebata me bona
bidestveanîna wekhevî û yeksaniyê bo gişt mirovekê ye.
Îro rojê me hewcehî bi elimandin û perwerdekirina gişt kesan di warê mafê
mirovan de heye. Xuya ye ku di vê navberê de, Rojhilata Navîn herdem mijûlê
pevçûnên regezperestî û herêmçîtiyê bûye, qet rêz bo mafê mirovan û bitaybet
jinan nagire.
Hewce ye çalakvanên mafê jinan ji her demekê zêdetir, ne tenê di warê teorîk,
belkî bi awayekî piratîkî bona perwerde û hînkirina jinan û nasiyarkirina wan
tevî mafên xwe cehd û xebatê bikin. Divêt birêvebirina vê pirosesê di
perwerdekirina zarokan û nifşa nû de dest pê bikin. Herçiqas ku divê em
çavnihêrê birêveçûna tund û tûjiyê li dor xwe bin. Lê eva karekî herî hewce ye
da ku em bikarin pirsên xwe ber bi çareseriyê bibin û bo nifşa piştî xwe bi cî
nehêlin. Xuya ye divêt em ji vê çendê jî agehdar bin ku hatin bo nava meydana
xebatê, bê pirogram û bername, nikare xwedî bandor be û dê tevî cura herî mezin
a tund û tûjiyê berbirû be.
Çalavanên mafê jinan weke parêzvan û hînkerên mafê jinan, erkeke pir giran li
stûyê xwe girtine û ew jî pêkanîna seh û hestekê ye bona serbilindî û egera rêya
azadî û rizgariyê.
Di Peymannameya Mafê Mirovan de gişt mafê mirovan hatine berbasê, lê ez dikarim
bibêjim ku di 171 welatên ku carnameya navhatî îmza kirine, qazanc û
berjewendiyên piraniya wan qet rê nedaye ku li hember soz û îmzayên xwe de seh
bi berpirsiyariyê bikin û birêve bibin.
Di dawiyê de ez dixwaz dikim ku em weke çalakvanên mafê jinan, ji niha ve xebat
û çalakiyên xwe dest pê bikin da ku zarokên îro û jinên pêşerojê ji azadiyê
bêpar nekin û bihewlînin da ku tawanên xwe ji wan re bi cî nehêlin. |