|
Roja înê 18’ê Gulana 2007’an,
endamên kabîneya nû a dewleta Fransayê hatin ragehandin.
Li gorî biryara Nîkola Sarkozî,
Serok Komarê nû yê Fransayê, hejmara Wezaret xaneyên Fransayê hatin kêm kirin û
15 wezîr dê kar û barên Wezaretan birêve bibin.
Hêjayî gotinê ye ku di kabîneya nû
a dewleta Fransayê de, di nava wan 15 wezîrên hilbijartî de navê 8 mêr û 7 jinan
dikeve berçav û eva yekemîn car e ku heta di welateke Ewropayî de jî
hilbijartina wezîran bi vî awayî bibe. Di dewleta nû de Xatûna Mîşil Alîw Marî
ku di dewleta pêşîn de berpirsyariya rêvebirina Wezareta Parastinê, weke
berpirsa Wezareta Hundir, hate hilbijartin. Her wiha dana berpirsyariya Wezareta
Dadwerî a welatê Fransayê bo xatûna Reşîda Datî ku di esl de Ereb e, nîşaneya
encama xebata jinan bona pêkanîna civakeke wekhev û demokratîk e. |