|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Ji Xatûna Xebatkar Ya Kurd Roya Tilûî, Gef Hate Xwerin
 |
Berpirsên ewlekaeî ên rejîmê, gef ji
xatûna Roya Tilûî, xwrine ku ger ew xebat û çalakiyên xwe ên siyasî û
beşdarîkirinê di bernameyên radyoyî û televîzyonî de bidomîne, wê demê dê fîlma
îtirafên wê anku fîlma veşartî dê were belavkirin.
Berpirsên Dezgehê Ewlekariya rejîma
Îranê, midehekê berî niha hevjînê xatûna Roya Tilûî, çalaka Mafê Mirovan, gazî
Wezareta Ewelekariyê kirin û ji wî daxwaz kirin ku li dema herî kin de |
|
xatûna Roya Tilûî, ji peyama gefa
berpirsên ewlekariyê agehdar bike.
Berpirsên Ewlekarî ên Îdareya
Ewlekariya rejîmê her wiha gotin ku ew agehdarê ciyê jiyan û karê xatûna Roya
Tilûî û du zarokên wê li derveyî welat in û gef xwerin ku ger çalakiyên wê
bidomin, navhatî li tu ciyeke cîhanê de nikare bi rihetî û ewlehî bijî.
Hêjayî gotinê ye ku xatûna Tilûî, di
bûyerên havîna 1384(2005)’an de, li bajarên Kurdistana Îranê de, çend mehan
hatibû binçavkirin. Navhatî piştî azadbûn ji girtîgehê bi neçarî welat bi cî
hişt. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|