|
roj li benda bihîstina dehan bûyerên
hov û nemirovane ên bi vî awayî li dijî civatên xelkê Îranê ne, di jiyana me ya
di bin destê wê rejîmê de, eva ê bûye tişteke xwezayî û pir normal!!!
Kuştina keçeke 12 salî ya Belûç bi
destê Efserekî hêzên Komara Îslamî a Îranê hiş li serê min bir û wijdana min
hejand. Ez bawer im, her kesê ku ew nûçe bihîstibe yan niha bizanibe, dê
hesteke nexweş wekî min hebe û dê birame û kûr bifikire ku çima gerek wiha be?!
Roja çarşem, 17’ê Gulana 2007’an,
hêzên rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Zahidanê – ser bi parêzgeha Sîstan û
Belûçistanê ku akinciyên wî bajarî neteweya Belûç a xizan û bindest in – dikevin
dû otomobêlek ji cura “Pejo” ku ciwanekî Belûç bi navê Elyas Saranî,
dajot. Ji ber ku wî îcazenameya ajotkariyê tune bû, wî dixwest ji destê wan
bireve. Elyas piştî ku digihîje mala xwe li taxê “Berq”ê li Zahidanê, ji
otomobêlê tê xwar û xwe radestî hêzên rejîmê dike. Efserekî hêzên leşkerî ên
rejîmê bi navê Kiştger dema ku eseh dizane, ajotkar Belûç e, di cî de êrîşe dike
ser xwûşka Elyas ya 12 salî a bi navê Roya Saranî, ku di nav otomobêlê de
bû. Wî bi lêxistina çend guleyan li ber çavê xelkê, ew keça sivîl û bêsûç
dikuje. Roya, keça bê xal û xerez, bi biryayê xwe re ji ceribîna xwendinê ya
dibistana navîn vedigeriya malê, lê bi vî awayê hov û dirindane jiyana wê hate
standin û tevlî karwana goriyên cinayetên reş û nemirovane ên dîroka tarî a 28
salî ya Komara Îslamî a Îranê bû.
Ne pêwîst e ku ez bi hûrî û
berfirehî li ser sedem û delîlên vê cinayeta hov û hezaran cinayet û komkujiyên
din ên van desthilatdarên xedar û zordest rawestim û hest û ramanên xwe bînim
ser rûpelên kaxizê û ...
Di dawiya vê nivîsê de, ez tenê vê
yekê dibêjim ku bi raya we eva heq û çarenivîsa keça xwendekar û sivîl ya
Belûç(Roya Saranî) û hezaran goriyên din yên neteweyên Îranê, nemaze gelê Kurdan
eku rojane bê sedem tên kuştin? Ma sûç û gueha wê ciwana nûgihîştî çi bû?
Ez qezawet û fikirîn û biryarê ji
bo we xwendevanên hêja dihêlim... |