|
Hemîd Muxtarî
E- Mail:tishk_ronahi@yahoo.com
Heke mirov ji wan weşanên
pêwendîdar bi bûyerên civaka Îranê binêre, eyan dibe ku diyarde û kirîzên wekî
xwekuştin, jihevveqetiyan, îtiyad, helatina mêjiyan, bêkarî, xizanî û… gihîştiye
ew gasê xwe.
Herçend zaf nivîs û pirtûk li ser
van diyardeyan û ew zext û givaşên rejîmê bo ser civaka Îranê hatine nivîsandin,
lê ez bawer im mirov herçiqas li ser van diyarde û kirîzan bibêje û binivîse û
raya giştî a cîhanî ji van pirsan agehdar bike, hêj kêm e.
Roj nine ku li Îran û bi taybet di
Kurdistanê de çendîn ciwan bi egerên cur bi cur wekî bêkarî, tûşbûn bi madeyên
bêhişker, mereq, bêhêvîtî û… dawiyê bi jiyana xwe neînin.
Birastî sedema xurtbûn û
berfirehbûna diyardeyên han di Kurdistanê de vedigere ser çi?
Rêçareyênjinavbirina wan çi ne?
Ger em lênihêrînekê bi ser dîroka
gelê Kurd bi giştî û Kurdên Îranê bi taybetî bikin, ji mere xuya bibe ku
Kurdistan herdem çepera azadixawzî û xebat li dijî zulm û zordariyê, ne tenê
bona neteweya Kurd, belkî ji bo gişt gelên Îranê bûye û di vê rêbazê de hezaran
jiyana xwe goriyê aştî û azadiyê kirine.
Lewma rejîma Îranê bona bêhevîkirina
wan bo gihîştin bi armancên neteweyî û azadîxwazane û dûrxistina wan ji pirsên
siyasî, bi fends û fêl û pîlanên xwe ên nemirovî û dûr ji her orf û yasayekê
weke tûşkirina wan bi madeyên bêhişker, pêkneanîna delîveyên karî, pêkanîna zext
û givaşan bo ciwanan, leşkerîkirina Kurdistanê, dixwaze ciwanan ji xebat bona
bidestveanîna azadiyê bê hêvî bike û wan ji vê rêbazê dûr bixe.
Rejîma Îranê vê dawiyê jî bi
pîlaneke din anku piştevanîkirin ji girûpeke terorîstî bi navê “Xebatkarên Ola
Îslamê” dixwaze ciwanên Kurd bo encamdana kiryarên terorîstî hay bide. Xwefiroş,
qazancperest û endamên wê li dijî daxwazên neteweyî ên xelkê Kurdistanê dipeyvin
û dixwazin bi vê çendê ciwanan ji xebat bona gihîştin bi armancên serbestiya
netewî ên xwe dûr bixin û ber bi encamdana karên terorîstî bibin. Taqima navhatî
bi piştevaniya rasterast ya rejîma Îslamî û bi rênîşaniya Îdareya ewlekariyê
çalakiyên xwe dimeşîne.
Ji aliyeke din ve nebûna karxaneyên
berhemanînê di Kurdistanê de bûye sebeb ku ciwanên kurd bona bidestveanîna kar,
ber bi bajarên dinê ye Îranê weke Tehran, Esfehan û… bimeşin û bi vî terzî ji
xebat û çalakiyên siyasî tên dûrxistin û dikevine nava telika asimîlasiyonê de.
Rejîma Îranê bi van pîlanên xwe kariye heya astekê serkeve, lê nekariye xebata
wan bona bidestveanîna mafên xwe bide sekinandine.
Diyare îro rojê tenê neteweya Kurd
nine ku di xizanî û hejariyê de dijî, îro rojê ew zextên aborî gişt xelkê
Îranê mandî. Hêla xizanî û hejariyê roj bi roj diçe jor.
Ji aliyeke din ve tepeserkirina
xwendekar,jin, karker, mamosta, netewe û gişt çîn û qatên civakê, bûye sebebê
nerazîbûna zêdetir ya xelkê Îranê.
Ji aliyê din ve siyasetên derekî ên
rejîmê derheq tevî çekên etomî, destavêtin di kar û barên welatên cîran
bixazmanî Îraq, Lubnan û Felestîn, encamdana karên terorîstî, piştevanîkirin ji
girûpên terorîstî û… bûye sebeb ku Îran bikeve bin dorpêçên aborî yên
navneteweyî de.
Herwisa ne ewlehîbûna Îranê bûye
sebebê derkeftina piraniya kompaniyayên bîhanî û heta şîrketên Îranî di vî
welatî de. Bêşik encama siyasetên han, berî her tiştî bandora xirab li ser rewşa
aborî a xelkê Îranê dike.
Herwisa tevî kirîzên han pirsgirêkên
hundir ên rejîmê jî xurtir bûne. Girtina Mûsewiyan, baylozê rejîma Îranê ê berê,
yek ji mînakên pêvajoya han e. Herçiqas ku astê zext û givaşên navneteweyî li
ser Îranê berfireh be, pirsgirêk û arîşe di nava rejîmê de jî xurttir dibe.
Li dawiyê de divêt were gotine ku
tenê rêçareya ji nav birina kirîzên aborî di Îranê de berî her tiştî hewcehî bi
hebûna demokrasiyê di vî welatî de heye. Demokrasî bê şik dikare çareseriya zaf
pirs, kirîz û diyardeyên xelkê Îranê ewle bike. Dema demokrasî hebe, dada
civakî, ewlehiya civakî, wekheviya mêr û jin, mafên neteweyî û zaf pirsên din dê
werin çareserkirin. Bona pêkanîna civakeke demokratîk hewcehî bi hevgirtin û
hevkariya gişt xelkê Îranê, bi bernameyeke bingehîn û usûlî û bi hevahengiya
gişt partiyên demokrat û azadîxwaz ên Îranî heye. |