Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Jinên Îranê, Goriyên Yasayên Paremayî Û Dijî Mirovî Ên Rejîma Komara Îslamî

 

Wirya Rehmanî

Wergerandin: Hemîd Muxtarî

Her li destpêka bidestvegirtina desthilatê ji aliyê rejîma dijî jin a Komara Îslamî heya niha, jinên Îranê yê bûne goriyê sîstema bêdadî a Komara Îslamî. Sîstema hiqûqî a Îranê ku li ser bingeha çavkaniyên Fiqhî ên kevin hatiye darêtin, sîpa wekheviya mafê jin û mêran bi giştî binpê

kiriye û ferq û cudahiyeke zaf bi ser jinan de daye sepandin. Çavkaniyên vê bêdadiyê, Yasaya Medenî, qanûna Bingehîn û bi taybet Yasaya Cezayên Îslamî ye ku komek ji cezayên tund û hovane bi xwe ve girtiye ku norm û pîvanên cîhanî ên mafê mirovan û pêkhate û guhertinên nava civaka Îranê de dijberî heye.

Ev xalên jêrîn çend mînakek ji wan bêdadiyan e ku sîstema zagonî a Îranê bi ser jinan de daye sepandin.

1ـ Pirjinî: Yek ji girîngtirîn xalên nava yasaya Îranê de ku bi eşkere bêhurmetiyê bi kesayetiya jinê dike, anîna çend jinan ji aliyê mêran ve ye. Li gor madeya 942’an a yasayên Îranê, mêr dikare bibe xwediyê çendîn jinan. Li tu yek ji yasayên Îranê de hejmara wan jinan nehatiye diyarîkirin, lê pêka fîqha Îsalmî, mêr  hevdem dikare bibe xwediyê çar jinan. Hêjayê gotinê ye ku di zewicînên demîk de anku (Sîxe) de, hejmara anîna jinan bê sînor e û mêr dikare bi dehan jinan bîne.

2ـ Mafê Lixwekirinê: Li gor madeya 638 a Cezaya Îslamî, li berçavnegirtina lixwekirina Îslamî bi sûç tê hesibandin û ew jinên ku bê li berçavgirtina lixwekirina Îslamî ji malê tên derê, bi cezayên zîndanê ( ji 10 roj heya 2 mehan ) yan cezayê diravê hazirî (ji 50 hezar qiran heya 500 hezar qiran) tên mehkûmkirinê. Hêjayê gotinê ye ku yasaya han çawaniya lixwekirina Îslamî diyarî nekiriye û biryardan li ser vê mijarê xistiye bin destê desthilatdar û birêveberên qanûnê. Ev kêmasiya rê ji bo girtin û sepandina tund û tûjiyan li ser jinan xweş kiriye.

3ـ Mafê Xwedîkirina Zarokan: Li gor madeya 116’an a yasaya  medenî, li dema ji hev   Weqetiyana jin û mêr ji hev, mafê xwedîkirina zarokê kur ji (ji  mehekê heya 5 salan) û keç (ji mehekê heya 7 salan) bo dayîkê hatiye dan. Lê ev hindik mafa jî li dema zewicîna dayîkê tê wergirtin. Pêka madaye 1170’an a yasaya medenî, heke dayîk li dirêjahiya wê demê de ku xwedîkirin zarokê li stûyê wê ye, şêt be yan mêr bike, mafê xwedîkirina zarokê lê tê standin. Herwisa li gor yasayê mafê bav û  bapîr derheq xwedîkirina zarokan ji mafê dayîkê pitir e. Derheq  kar û barên madî yê zarokê jî, mafê bav û bapîr ji mafê dayîkê zêdetir e û zêdebarê wê çendê jî pêka madeya 200 a qanûna cezaya Îslamî, ger zarok bi destê bav û bapîrê xwe were kuştin, bav û bapîrê wî/ê bi cezayê “Qisas (kuştin)”ê nahên mehkûmkirinê û razî bûn yan nebûna dayîkê li ser biryara han ne xwediyê tu bandorekê ye. Lewma ger zarok bi destê bav yan bapîrê were kuştin, dayîk ne xwediyê cezadana bikujan e, lê ger dayîk zarokê/a xwe bikuje, li ser daxwaza bavê dikarin dayîkê bi cezayê kuştinê mehkûm bikin.

4-Mafê Şahidî: Yasaya Îranê yan tu girîngiyekê nade bi şahidiya jinê, yan heke qebûl jî bike, li gor yasayê, şahidiya 2 jinan weke ya mêrekê tê hesibandin. Hindek caran bê hebûna şahidiya mêr, şahidiya jinê nahê pejrandinê û hindek caran jî bi tu terzekê nahê qebûlkirinê.

5- Berpirsiyariya Cezayî: Despêka temenê cezayî bona kur û keçan ne wekhev e. Li gor madeya 1210 a qanûna medenî, temenê balixbûn û berpirsiyariya yasayî bo kuran 15 sal û bo keçan 9 sal e. Lewma berevajî pîêvanên mafê mirovan, heke keçek bin temenê 18 saliyê kesekê bikuje, bi xwe jî bi cezayê kuştinê tê mehkûmkirinê.

6- Têkeliyên Regezî: Di zagonên cezayî ên Îranê de, têkeliyên zayendî ên azad sûç tê hesibandin û bi “zîna” tê navkirin. Cezaya “zînayê” bo jinên bê mêr 100 derbe şelaq û bo jinên xwedîmêr kevirbaran e. Herwisa dibe ev cezaya nemirovî li hember çavên xelkê birêve here. Hêjayê gotinê ye ku pêka madeya 637’an a yasaya cezaya Îslamî, têkeliya jin û mêrê (ger zîna jî nebe) sûç tê hesêb û cezaya wê 99 derbe şelaq e.

7- Mafê “Qisasê”: Li gor madeya209’an a yasaya cezaya Îslamî, heke mêrek jinekê bikuje, ew mêre bikuj e, bi cezayê kuştinê nahê mehkûmkirinê. Tenê bi vî şert û mercê ku xizm û kesên jina hatî kuştî yek ji du ya diravê xwînbihayê mêrekê bidne kes û karên bikujê. Eva di halekê de ye ku ger jinek mêrekê bikuje, ew jina bê tu şert û mercekê bi cezayê mirinê “Qisas”ê tê mehkûmkirinê.

8- mafê xwînbiha (diye): Li gor madeya 300 a yasaya cezaya Îslamî, xwînbihaya jineke misilman (çi bi enqest ya ne enqest hatibe kuştin)nîviya xwînbihaya mêrekî Misilman e. Lewma em dikarin bibêjin ku rejima Îranê wekheviya jin û mêran binpê kiriye. Herwisa pêka benda 6’an a madeya 487’a  qanûna cezayên Îslamî, xwînbihay zarokeka liberxwebirî “cinîn” a keçeke derbazbûyî ji 4 mehan nîviya xwînbihaya “cinîn” a kurekê ye. Herwisa pêka madeyeke din a yasaya Îranê, ku bi rastî bêhurmetî ye bi pîrozbûna rola dayîkê, eva ye ku heke jineke pêgiran ku (xwediyê cenîna kurekê 4 mehan e)were kuştin, xwînbihaya ew zarokê liberçûyî ê 4 mehî du hemberî xwînbihaya diya wî ye.

9- Mafê Mîratê: Li gor gişt madeyên taybet bi mîratê (madeya 841 heya 949’an a yasaya medenî) mafê mîrata keç, jin û dayîkê, nîviya mafê mîratê kur, mêr û bav e.

10- Neçarkirin li pêwendiyên hevseriyê de: Pêka mdeya 1108’an a yasaya medenî divêt jin herdem radestê daxwazên regezî ên mêrê xwe be û ger q        ebûl neke, ji mafê “Nefeqê” (xwarin û kincan) bêpar dibe. Yasaya han mafê destdirêjiya mêr bo ser jinê bi fermî dinase. Eva di halekê de ye ku li gor pîvanên cîhanî ên mafê mirovan, destdirêjîkirina mêr bo ser jinê sûç tê hesibandin û cezayeke tund jî jêre hatiye diyarîkirin.

11- Mafê Jihevveqetiyanê (Telaq): Li gor madeya 1133’an a yasaya medenî, mêr her dem ku bixwaze dikare ji hevjîna xwe veqete(cuda bibe), lê jin ne xwediyê mafeke han e.

 12- Mafê jinavbirina “Cenîn”ê: Pêka madeya 489’an a yasaya cezayên Îslamî jinavbirina cenînê sûç e û her demek ku jin zarokê xwe li ber xwe bir, gerek xwînbihaya wê/î “cenînê” (çend mehî be) bide û ji wê xwînbihayê para dayîkê tune ye.

13- Mafê hevwelatîbûnê: Yasaya medenî a Îranê, tu mafeke hevwelatîbûna serbixwe bona jinan diyarî nekiriye, li gor qanûna han zarok nikare ji rêya dayîkê ve mafê hevwelatîbûnê wergire, lê bav dikare mafê xwe ê hevwelatîbûnê bide zarokê xwe.

14- Mafê Diyarîkirina mal û ciyê akincîbûnê: Li gor madeya 114 a yasaya medenî, jin divê di wê mal û cihî de  bijî ku mêrê wê jêre diyarî kiriye. Pêka vê çendê yasa mafê diyarîkirina mal û ciyê akincîbûnê ji jinê wergirtiye.

 15- Mafê Malbatî: Li gor madeya 1105 a qanûna medenî, mêr serokê malbatê ye û jin bê îzna mêrê xwe nikare ji malê here derê. Bi vî awayî heke razîbûna mêr nebe, ne tenê jin ji mafê kar kirinê li derveyî malê de bê par dibe, belku bi niyeta dîtina dayîk û bavê xwe yan kirîna tiştan jî bê razîbûna mêrê xwe nikare malê bi cî bihêle. Herwisa li gor yasayê, derketin ji welat, jin bêy hebûna razîbûna nivîskî a mêrê xwe nikare ji welat here derê.

16- Mafê Hilbijartina jinê: Li gor madeya 1059’an a yasaya medenî, mêr di hilbijartina hevjîna xwe de azad e, heta dikare tevî jineke ne Misilman yan jî bîhanî bizewice, lê jin ne xwediyê mafeke han e.

Madeyên navhatî mînakek ji wan yasayan e ku mafên herî destpêkî ên civakî û zayendî yê jinan têde hatiye binpêkirin û bi taybetî bêhurmetîkirin bi jinan û  dûrragirtina wan di  civakê, rê ji bo diyardeyên weke xwekuştin, xweşewitandin, helatin ji malê, laşfiroştin, tund û tûjî, destdirêjî, jihevveqetiyan, ji navbirina “cenînê”, bikaranîna  madeyên bêhişker û pêkanîna ferq û cudahiyan di dibistan, xwendingeh û zanîngehan de, xweş kiriye.

Rejîma Komara Îslamî, zêdebarê vê çendê ku sîstemeke olî ye û wekheviya jinê û mêran napejirîne, cehdê dike bi navê olê bona pêkanîna wan ferq û cudahiyan, hêceta bîne û weke emr û biryara xwedê nîşan bide. Rejîma Îranê her bi hêcetên han kesên azadîxwaz û neraziyên van ferq û cudahiyan bi dijberîkirin tevî ola û biryarên xwedê mehkûm kiriye û wan bi awayên cur bi cur tepeser dike.

Lewra di zirûfekê de ku dijberîkirin tevî mafê jinan bûye siyaseta sereke a rejîma Îranê, hêvîdarbûn bi guherîna yasayên han pir şas e û her weke ku ezmûna 28 salan a desthilatdariya rejîma Îranê eyan kiriye, tenê ji rêya hiloşîna rejîma navhatî ye ku wekheviya mafê jin û mêr û dadperweriya zayendî di Îranê de cihgir dibe .

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî