|
Herçiqas ku berpirsiyarên
rejîmê bi nav bernameyên hînkirin û perwerdehiyê bona ber lêgirtin ji nexweşiya
Îdzê dest pê kirine, lê rewşa civakî yê bûye sebeb ku piraniya kesên tûşbûyî bi
nexweşiya îdzê, xwe nedin nasandin.
Li gor rapora “Al Arabiya”,
pêka serhejmariyên fermî heya niha pitir ji 1800 Îranî seba tûşbûn bi nexweşiya
îdzê jiyana xwe ji dest dane.
Rapora “Al Arabiya” di halekê
de ku dîmenek ji ciyê razandina kesên tûşbûyî bi nesaxiya îdzê di nexweşxaneyên
Îranê de nîşan dide, hejmareke pir kêm ji wan kesan qebûl kirine, razî bûne ku
li hember kameraya “Al Arabiya”yê amade bin, çimku hez nakin derd û kulên
wan seba tûşbûn bi nexweşiya bêçareserî a îdzê û dûrketina wan ji civakê seba
tûşbûn bi vê nexweşiyê xurttir be. Lewma serhejmariyên fermî rastiya hejmara
kesên tûşbûyî bi nexwşiya îdzê nîşan nade.
Li gor serhejmariya han, di Îranê
de, 14 544 hezar kes tûşî nexweşiya îdzê bûne.
Li dirêjahiya vê raporê de hatiye
diyarkirin, seba vê çendê ku hejmareke zaf ji kesên tûşbûyî bi nexweşiya navhatî
xwe nedin eşkerekirin, egera tûşbûn bi nexweşiya îdzê di vî welatî de zêde bûye.
Li gor serhejmariyên fermî, %69 ji
kesên tûşbûyî bi nexweşiya îdzê seba mifahwergirtin ji derziyên hevbeş ên di
nava kesên tûşbûyî bi madeyên sirker û %13 jî seba hebûna pêwendiyên zayendî
rastî vê nexweşiyê hatine.
Lê çavkaniyên tendurustî û saxlemiyê
hişyariyê didin ku egera vê çendê heye ku zirûfa han were guherîn, bi taybet ku
piraniya civaka Îranê ji ciwanan pêk hatiye, lewa hînkirinên zayendî bo ciwanan
di vê derbarê de pir hewce ye.
Mîno Muhiz, berpirsiyara Komîteya
lêkolîn ji bo xebat li dijî nexweşiya îdzê di Îranê de, di hevpeyvînekê de tevî
nûçegihanê “Al Arabiya”, di doma vê raporê de dibêje ku baştirîn dermana
îdzê, pêşîgirtin û şikandina dîwara bêdengiyê li hember vê nexweşiyê ye. Derheq
berlêgirtin ji nexweşiya îdzê, gereke ciwan werin perwerdekirin û çawaniya liv û
riftara mirovî tevî kesên tûşbûyî bi nexweşiya navhatî, bi xelkê were elimandin.
|