Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Zarokên Îranê Ji Cîhaneke Hêjayî Jiyana Xwe Bêpar İn

 

Hemîf Muxtarî

tishk_ronahi@yahoo.com 

Piştî pesendkirina Peymannameya Cîhanî a Mafê Zarokan di sala 1989’an û birêvebirina wê di sala 1990’an de, bona rêzgirtin ji zarokan û dabînkirina mafên wan, ji aliyê gişt welatên cîhanê roja 1’ê

Hezîranê, weke Roja Cîhanî a Zarokan hate diyarîkirin. Îro rojê di nava 193 welatên cîhanê de, 191 welatan ev peymanname û birêvebirina wê pejirandine.  Peymannameya Mafê Zarokan yekemîn peymannameya navneteweyî di dîrokê de ye ku bi awayekî bilez ji aliyê piraniya welatên cîhanê hate piştevanîkirin û pejirandin. Ev yeka nîşaneya vê çendê ye ku piraniya netewe û dewletên cîhanê bi armanca pêkanîna cîhaneke bêtir bona zarokan hevdeng in.

Rejîma Komara Îslamî a Îranê jî di meha Adara sala 1993’an de, bi danîna şert û mercan, ev peymannameye pejirand. Lê bi rastî rejîma Îranê di birêvebirina madeyên vê peymannameyê de micid e û diparêze?!

Emê li jêr, bi anîna çend mînakan ji madeyên peymannameya han bona selimandin vê çendê ku rejîma Îranê tenê bi merema xapandina raya giştî a cîhanê bûye endamê vê peymannayeyê, dê nivîsara xwe bidomînin.

Yek ji wan mînakan, madeya 32’an ya Peymannameya Mafên Zarokan e ku dibêje: “Divêt Zarok li hember her karekê de ku gefê ji geşekirin û saxlemiya wan dike, bihên parastin. Dewlet divêt temenê kar û rewşa zarokan diyarî bike”.

Lê mixabin em dibînin ku di Îranê de, bi hezaran zarokên heta bin 10 saliyê de jî di şeqam, zeviyên cotkariyê yan kargehên ristina mafûran û... de bona bidestveanîna debara jiyanê mijûlê karkirinê ne, yan têne îstîsmarkirin û dibine goriyê rewşa civakî, aborî, malbatî, çandî û bijêva jiyana xwe. Pêka serjimêriyên nû, pitir ji %80 ya zarokên rêgehan zarokên şolê ne.

Yan madeya 7’an ku dibêje: “Her zarokekê mafê vê çendê heye ku bibe xwediyê nav û nasnameya xwe ya taybet a neteweyî”. Lê mixabin di Îrana bin desthilata rejîma Komara Îsamî de, divêt navên ku bo zarokan tên hilbijartin, Farsî û Îslamî bin. Diyare li vir merem ji Îslamê tenê ola Şîiyên 12 Îmamî ye. Bi vî terzî zarokên Kurd hem di warê neteweyî û hem di warê olî ve dikevin ber ferq û cudahiyan.

Di madeya 27’an de hatiye ku: “Her zarokekê mafê vê çendê heye ku di warê cendekî,hiş, ruhî û civakî de pêş bikeve”. Lê li gor gotina Dr. Mihemed Hesen Îmamiyan, cîgirê saxlemî û dermanî yê Zanîngeha Zanista Nojdariyê, pitir ji %50 ji zarokên bin 5 saliyê di Îranê de, ji xwarineke hewce û baş bêpar in û pêre dinalin û kêmbûna wê dibe sebebê zû mandîbûna zarokan, jêrdeçûna astê pêşkevtina xwendewariyê û astengeke li hember xurtbûn û geşekirina aborî û çandî a welatê me.

Di madeya 37’an de hatiye: “Çi zarokek nabe bikeve bin îşkence û riftarên zalimane û girtinên ne yasayî. Dasepandina cezayên îdam û hepsa hertimî divêt derheq zarokan de nemîne û bên hilgirtin”.

Yan madeya 19’an ku basê nehêlana riftarên xirab bi nîsbet zarokan dike û dibêje: “Erkê ser milê dewletê ye ku li hember her cure liv riftareke nebaş ya dê û bavan yan jî serperestan li hember  zarokan, raweste û zarokan biparêze û bona pêşîgirtin ji her cure mifahwergirtineke xirab ji zarokan, kiryarên hewce ên civakî encam bide”.

Lê bi rastî rejîmek ku bi xwe piropagenda çanda şer û tund û tûjiyê di xwendingeh û dibistanan de dike, hêzên ewlekarî û întîzamî di rêgeh û parkan de xelkê didin ber lêdanê û biryara şelaq û lidarvekirinê li hember çavên xelkê birêve dibe, riftarek ku bandora neyinî li ser zarokan û riftara civakê didanê, çawa dikare zarokan ji tund û tûjiyê biparêze?!

Rejîmek ku bi xwe sîstemeke tund û tûj e, bê şik nikare zarokan li hember tund û tûjiyê biparêze.

Eva tenê çend mînakek ji madeyên Peymannameya Mafê Zarokan bûn  ku rejîma Îranê gellek bi rohnî binpê dike. Heke em bixwazin li ser tev madeyên peymannameya navhatî biaxivin û çawaniya birêvebirina wan di Îrana bin desthilata rejîma Îsamî de şirove bikin, bê şik ne tenê bi nivîsarek wiha kurt kuta nabe, belku zêdetirî çend pirtûkan cî digire.

 Di encamê de, divêt em bibêjin ku rejîma Îranê tenê bona lêbandina raya giştî a cîhanê yê bûye endamê Peymannameya Mafê Zarokan û dixwaze rûçikeke demokratîk yê rûyekî ji xwe nîşan bide û bi vî terzî xuya dike ku rêz ji bo mafê zarokan digire û girîngiyê dide wan. Lê di bingeh da tu soz û berpirsiyariyekê derheq vê peymannameyê ji xwe nîşan nade û bi awayekî pir hovane mafê zarokan binpê dike û heya niha bi sedan zarokên bin 18 saliyê, li hember çavên xelkê îdam kirine, yan xistine girtîxaneyê yan îşkence kirine.

 Tenê di sîstemeke demkratîk, xelkî  û berpirsiyan û mirobpwere de ye ku zarok dikarin bibin xwediyê cîhaneke hêjayê xwe.   

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî