Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Keça Kurd, Benaz Mehmûd çima û çawa hate kuştin?

 

Mezintirîn rojnameya Înglîzî nivîsand ku bav, ap û xizmên keçeke 19 salî di kuştina wê de sûçdar hatine dîtin.

 Li gora daxuyaniyeke polîsên Înglîz keça bi navê Benaz bû qurbana “parastina şerefê.”

Rapor diyar dike ku Bezan hatiye xeniqandin, piştre laşê wê xistine çenteyekî kincan û ew di hewşa malê de veşartine.  

Sedema kuştina vê keçê weke gelek cînayet û kuştinên din eşq û evînî bû ye… pêwendiyeke eşqê di navbera Benaz û xortekî Kurd ji rojhilatê Kurdistanê (Rehmet Silêmanî) çêbûye, lê malbata wê nerazî bû ye… 

Berî ku were kuştin Benazê 4 caran polîs agahdar kiribû ku malbata wê dixwaze wê bikuje.

Polîs bi ne parastina wê, bi tundî ji aliyê medyaya Înglîz ve hate rexnekirin, polîsan dikaribû wê biparêzin û rê li pêşiya vê cînayetê bigirin, lê wan texmîn nedikirin ku bavek rabe û ji ber evîniyê keça xwe bikuje.

 Polîs piştî 3 mehan ji wendabûna wê, li laşê wê rast tê. 

Erd bi qasî 6 metreyan hatibû kolandin û laşê wê têde hatibû veşartin. 

Dema ku temenê Benaz 10 salbûn malbata wê ji Kurdistanê hatibû Brîtanya, ew di 17 saliya wê de zewicandibûn, lê

mêrê wê pir lêxistibû û ew berdabû. 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî