|
Mihemed Mîlanî
W: Hemîd Muxtarî
Mafên
mirovan, bi zindî ji dayîkbûna her mirovekê dest pê dike û bi mirina wî/wê bi
dawî têbe. Her mirovek ku ji dayîk dibe û tê ser rûyê dinê, xwediyê mafên
medenî, siyasî û civakî ye. Helbet mafên han bi awayekî rêzokî bi
hevre girêdayî ne û bêy hebûna ewlehî û tenahiyê pêk nahên.
Ev mafên han pêk tên ji:
A) Mafên Medenî
Mafên medenî(sivîl) bi mafên takekesî di yasayê de tê gotin. Ev maf hindek
îmtiyazan bi xwe ve digire ku îro rojê ji aliyê piraniya me ve hatine
pejirandin, lê bidestveanîna wan demeke dirêj dixwaze. Mafên sivîl yanî eva ku
her kesek bikare bi dilê xwe di her ciyekê ku hilbibijêre bijî, di warê ol û bîr
û raderbirînê de azad û serbest be, mafê xwedîtiya taybetî hebe û xwediyê mafên
wekhev li hember yasayê de be. Lê mixabin heya niha ev mafê rewa di Îranê de
nehatiye birêvebirin. Heta di hindek cihan de yan baştir e em bibêjin di zaf
herêmên Îranê de, bi terzeke nemirovane û dûr ji yasayên navneteweyî tê
binpêkirin, bi xasmanî derheq mafê jinan, rejîma Îranê tu rêzekê jê re nagire û
herçend ku pir caran jî ji aliyê saziyên navneteweyî û mafên mirovan ve derheq
vê çendê hatiye mehkûmkirin û hişyarî jêre hatiye dan, lê ev yeka ne tenê nebûye
sebebê li berçavgirtina mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve, belku kiryarên
han bi awayekî berfirehtir û bi eşkere û nepenî ji aliyê karbidestên rejîmê ve
tê birêvebirin.
B) Mafên Siyasî
Cura duyemîn a mafên hevwelatîbûnê, mafên siyasî ne, bi xasmanî mafê
beşdarîkirin di hilbijartin û xwe berendamkirin di hilbijartinan de. Mafên han
jî bi rihetî bidestve nehatine, jin neçar mane mideheke zaf bendewar bimînin û
ev mafe heya astekê di encama xebata bizavên jinan û heya asteke demdirêj jî di
encama beşdariya jinan di aboriya fermî li dema şerê Îran û Îraqê û herwiha
mehkûmbûna rejîma Îranê derheq mijara han li hember qewl û sozên xwe ji bo ew
sazî û rêxistinên navneteweyî misoger bûne.
C) Mafên Civakî
Cura sêyemîn ya mafên hevwelatîbûnê, mafên civakî ne. Mafên han tê wateya
rihetiya aborî û ewlehiya civakî bo tev xelkê di civakê de. Mafên civakî yanî
hebûna îmkanatên saxlemî, dabînkirina hewcedariyên jiyanê li dema bêkariyê û
diyarîkirina astê heqdestê. Bi gotineke din, mafên civakî pêwendî bi
xizmetkirinên rihetiyê di civakê de heye. Herçiqas ku di pir herêmên Îranê de
berî dabînbûna mafên yasayî û civakî, îmkanatên cur bi cur ên rihetiyê hatibûne
dabînkirin, lê li gor mafên civakî û ewlehiya jinan di civakê de, siyasetên
paremayî û qirêj tên domkirin û mafên wan bi eşkere ketine tirsê. Mafên civakî,
mafên herî dawî bûn ku pêk hatin. Sedema vê çendê eva ye ku gihîştina bi mafên
medenî û bi taybet mafên siyasî di rastî de bingeha xebat bona bidestveanîna
mafên civakî ye ku tê wateya heysiyeta zatî û ewlehiya canî. Gelo bidestveanîna
vê yekê di çarçoveya desthilatdariya rejîma niha ya Îranê de tê dîtin?!
Divêt were gotin ku di rastî de ev yeka di rejîma Îslamî a Îranê de tenê weke
dirûşmekê ye li ser rûpelên yasaya bingehîn a rejîmê û bi awayekî piratîkî qet
nehatiye û nahê cîbicîkirin. Rejîma Îranê demeke dirêj e ku biryara mehkûmkirinê
li ser jinan daye sepandin û biryarên weke zîndanê bi armanca perwerdekirina
jinan û guhertina riftara wan derheq xwestekên Melayan der dixin yan bi sûça
neparastina li xwekirinê li gor ola Îslamê tên mehkûmkirin. Li vir pirsek tê
holê, Erê gelo çawaniya lixwekirinê yan girêdana desmalan e ku ewlehî û dîspilîn
û yasayê dixe tirsê û divêt weke sûça resmî were nasandin û sûçbar bi vî terzî
bên cezakirin, yan terorên di nava şeqaman ên çend salên borî di bajarê Tehranê
de ji aliyê “Besîc” û “Pasdar”an?!
Yan belavkirina goştê pîs yê heywanan di nava xelkê de ji aliyê rejîmê ku bûye
sebebê peydabûna nexweşiyên bêçareserî di civakê de, yan cezadana xwendekaran di
18.04.1378’an, de tenê bi sûça dana dirûşmên gel serdestiyê û avêtina kevçikan
ji qada sêyem a xewgehan, yan belavkirina madeyên sirker di navendên temînî û
hînkirinê û tûşkirina ciwanan bi madeyên bêhişker?! Herçend ku rejîma Îranê
îdeaya vê çendê dike ku li gor sozên xwe li hember saziya navneteweyî û
rêxistinên din yên mafên navneteweyî li dijî girûp û bandên qaçaxa madeyên
sirker xebatê dike,lê di rastî de rejîma Îranê yekemîn sebebkarê xurtbûn û
berfirehbûna madeyên sirker di nava ciwanan de ye û bi destê xwe jiyana ciwanan
ji wan distîne,kîjan divêt werin mahkûmkirin û cezadan?!
Erê gelo eva ne rast e ku ne wekheviya jin û mêran di civakê de gihîştiye qasê
xwe û rejîm qet nikare wan riftarên xwe ên nemirovane li dor jinan veşêre û vê
siyasetê bide sekinandin. Rejîma Îranê get îznê nade ku jin werin nav meydana
siyasatê de û heke îzna dengdanê di hilbijartinan de dayiye wan, ne ji ber vê
çendê ye ku bawerî bi mafê jinan bona dengdanê hebe, belku bona jordebirina astê
dengan û mifahwergirtina xirab ji dengdana jinan li hember raya giştî a cîhanê
ye. Di dawiyê de divêt bibêjim ku bidestveanîna mafên hevwelatîbûnê qet di
çarçoveya rejîma Komara Îslamî a Îranê de nahên cîbicîkirin. |