Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Azar Û Îşkencekirina Girtiyeki Siyasî Di Girtîngeha Bajarê Urmiyê De

 

Hêzên “Hifazet” ên ser bi binkeya Ewlekariya girtîxaneya bajarê Urmiyê, midehekê berî niha tevî berpirsê girtîgehê û di bin çavdêriya rasterast ya berpirsê zîndanê û herwiha birêveberê giştî yê zîndanên Parêzgeha Azerbaycana Rojava, bi hêceta lêkolînê di bendên zîndanê de, êrîş kirin ser girtiyekê siyasî û xistin ber lêdan û kutan û bêhurmetîkirinê. Herwiha ew îmkanatên ku ji aliyê malbat û kes û karên wî, jê re hatibûn çandin, hatine ji nav birin yan dest bi ser de hate girtin.
Dema ku girtiyên siyasî nerazîbûna xwe ji kiryara han nîşan didin, tevî riftareke nebaş û hov ji aliyê hêz û karbidestên rejîmê ve ber bi rû dibin û girtiyek bi navê Esed Emîrî ber bi ciyê eşkencekirinê ku jê re “Qerentîne” dibêjin, hate şandin. Di vî cihî de çend zîndanên takekesî hene ku kesên girtî piştî eşkencekirinê li wir de tên ragirtin.
Hejayê gotinê ye ku niha pitir ji 63 kesan ji zîndaniyên siyasî, di rewşeke pir xirab di girtîxaneya bajarê Urmiye de hatine girtin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî