|
Îro rojê Bêkarî pirsa
herî mezin ya civaka me ye. Bi lênihêrînek kûr û girseyî mirov jî re eyan dibe
ku pirsa zewicînê ji pirsa bêkariyê mezintir e. Bêkarî yek ji sebebên herî
sereke ye bona pêkhatina pirsgirêk, kirîz û fisadên civakî, ku bi awayekî herî
berfireh û xurt di civakê de belav bûye.
Bêkarî yek ji wan kirîzên herî dilêş e ku civaka me ya ciwan tevî xwe ber
birûkiriye. Xwe rakêşana ciwanan bo aliyê dewletê û nebûna pêwîstiyên hewce bo
danîna sermayeyên rêxistinî bona pêkanîna kar, yek ji wan pirsan e ku di
darêtina budceyan de gellek bi kêmî tê liberçavgirtin.
Hebûna bêkariyê, encama wan siyasetên şas û nedirust e ku îro rojê gişt
birêveber û siyasetvan, bi berfirehî bas lê dikin. Li ser vê çendê ku sedemên
cur bi cur bûne sebebê pêkhatina kirîza han, gotinek tune ye!
Di sala 2006’an de weşana lêkolînên aborî a Rojhilata Navîn (MÎS), di raporeke
kemilî a şiroveyî de li ser kirîza bêkariyê di Îranê de nivîsand: “Kirîza
bêkariyê di Îranê de, %40 xelkê vî welatî anku 28 milyon kes bi xwe ve girtiye û
gişt nifûsa civakê bi awayekî rêjeyî tûşî xizanî û feqra aborî kiriye.
Her îsal dewlata Îranê bi xwe ragehand ku %12 xelkê wî welatî bêkar in. Lê
serhejmariya han ji aliyê çend şarezayan, nerast hatiye zanîn.
Cîgirê pêwendiyên kar ya Wezareta Kar û Barên Civakî yê Îranê di vê derheqê de
got: “Yek alîbûna aboriya welat dibe sebebê xurttirbûna bêkariyê di welat de û
niha kirîza bêkariyê jî yê bûye sereketirîn pirsa bajarên mezin”.
Astê bêkariyê di parêzgehên Îranê de bi hev re ferq hene û astê herî zêde a
kirîza bêkariyê di parêzgehên li ser sînoran de ku piraniya wan di warê olî ve
Misilmanên Sunî ne û ji parêzgehên belengaz ên Îranê ne, ji bajarên dinê ye
Îranê jordetir e. Her 4 parêzgehên Kurdan li Îranê, di vê hêla xizanî û bêkariyê
de cih girtine. |