|
Lê îro rojê ji ber belavbûn û
zêdebûna berfireh ya wê madeyê di piraniya welatên cîhanê û zirar û ziyanên wê
ye bûye pirseke giştî û hewcehî bi helwêsteke navneteweyî û hevdengiyeke giştî
heye. Çimku her rojê zêdebarê girtina canê hezaran kesan, bi milyonan kes jî ber
bi jinavçûn û mirinê dibe. Ev made bi curên weke (Tiryak, Murfîn, Beng, Çers,
Heşîş, Giras, Marî Ciwana, Kokayîn û...) tê nava bazara cîhanî. Li gor rapora
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, niha pitir ji 220 milyon kes di cîhanê de tûşî
madeyên hişber bûne û hevdem di pêkhatina karên ne yasayî de xwedî bandoreke zaf
e. Bi awayekî ku karnas û pisporên Ewropayî, qewimîna pitir ji %50 ji tawanan bi
awayekî rasterast yan ne rasterast bi madeyên bêhişker girê didin, bi terzekê ku
bikaranîna zêde ya vê madeyê, astê tawan û binpêkirina yasayê di cîhanê de jorde
biriye.
Niha madeyên sirker pitir li welatên
weke Efxanistan, Birme, Taylend, Amerîkaya Başûr bi taybetî Kolombiya, Pero û
Bolîviya û welatên Hind, Pakistan, Turkiye û Lubnanê tê berhemanîn ku pitir bi
armanca bidestveanîna qazanca aborî ye, ji ber ku di welatên ku madeyên sirker
têde tên berhemanîn, astê îtiyadê li gor welatên din pir kêm e. Bi awayekî ku
welatê Efxanistanê di salên borî de zêdebarê berhemanîna %78 a gişt madeyên
bêhişker di cîhanê de, pêka welatên hevsînor ên xwe, bi kêmî ji vê madeyê mifahê
distîne. Lê dahata wî welatî ji firotina madeyên sirker di salê de, gihîştiye 3
milyon Dolaran. Li gor berhevdanên encamdayî, di astê cîhanî de, dahatên salane
ên madeyên sirker heya sala 2015’an dê bigihîje radeya 7 tirîliyon Dolaran. anî
kirîn û firotina madeyên hişber piştî firotina niftê, duyemîn bazara mezin a
cîhanî bidestve aniye.
Welatê Îranê, seba hevsînorbûn tevî
welatên berhemhêner ên madeyên sirker, zêdetirîn mifahê ji tiryakê distîne, bi
awayekê ku di warê bikaranîna tiryakê de, xwediyê pileya yekem di cîhanê de ye û
astê bikaranîna rojane a madeyên sirker di vî welatê de 3/7 ton e, ku pêka vê
yekê her salê nêzîk bi 1400 ton ji madeyên sirker di Îranê de tê bikaranîn. Du
salan berî niha, di vê derbarê de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, belavbûna madeyên
bêhişker di Îranê de %2/8 ragehand û got ku welatê Îranê zêdetirîn asta kesên
tûşbûyî bi madeyên hişber di cîhanê de heye ku xincî zirar û ziyanên mirovî,
salê pitir ji 10 milyar tûmenan, derbeya aborî ji welatê Îranê dide. Ku hemberî
%29 a gişt dahata ne xalis a neteweyî û 1/5 hemberî wê bacê ye ku desthilat ji
xelkê distîne. Herwiha li gor ew serhejmariyên ku li ber dest in, li dirêjahiya
18 salên borî de, nêzîk bi 48 hezar û 500 ton madeyên sirker hatiye nava Îranê
ku tenê %12 a vî hatiye eşkerekirin û girtin û tê texmînkirin ku her salê tenê
360 ton ji vê madeyê tê eşkerekirin û dest bi ser de tê girtin. Yanî bi awayekî
giştî, herdem %10 heya %15 a ew madeyên sirker ku bo nava axa Îranê tê şandin,
dest bi ser de tê girtin. Heta li gor gotinên hejmarek ji karnas û pisporên vê
warê, madeyên ku tên girtin, di rastî de zêdehiya madeya eslî ye, çimku kesên
mutad dikarin kêmtir ji 20 deqîqeyan madeyên sirker bidestve bînin, ku ev yeka
nîşaneya zedebûna madeyên bêhişker û firotina bê asteng a vê madeyê di Îranê de
ye.
Li dirêjahiya dîroka Îranê de, xebat
li dijî qaçaxa madeyên sirker bi awayekî rûyekî, herdem yek ji stiratejiyên
fermî ên dewletan bûye, lê di rastî de pêka ew belge û dukomêntên ber dest li
dirêjayhia sedsala borî de, ev yeka ji aliyê desthilatdaran ve, herdem weke alav
û emrazekê bûye bona gihîştin bi armancên aborî û civakî. Bi terzekê ku piştî
gihîştina Melayan bi desthilatê, hebûna zirûfa jeopolotîk a vî welatî tevî
cînarên xwe ên weke: Efxanistan û Turkiyê, bala navendên ewlehî ên rejîmê bo
aliyê xwe ve rakişand. Rejîma Îranê ji aliyekê bi birêvebirina piropagendan,
îdeaya xebat li dijî qaçaxa madeyên sirker dike û heta di civîna sala 2005’an a
di Viyena paytexta welatê Otrîşê de, bona qerebûkirina zirar û ziyanên xwe ên li
encama bikarhatin madeyên sirker, dawxaza 500 milyon dolaran ji Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî kir. Lê ji aliyekê din ve rastiyên heyî di civaka Îran û
Kurdistanê de bervajiyê îdeayên rejîmê ne. Bi awayekê ku pêka îtirafên yek ji
berpirsên Dezgeha Sîxorî ya rêjîmê, naskirî bi taqima “Seîd Îmamî”, qorixkirina
alvêr (kirîn û firotin) madeyên hişber di navxwe û derveyî sînorên welat de bû,
yanî beşa aborî a Wezareta Ewlekariya rejîmê dest bi ser madeyên sirker digirt û
bona gihîştin bi qazancên aborî û siyasî ên xwe difirotin.
Pêka serhejmariya rejîmê bi xwe,
Kurdistan li dehsalên 60 û destpêka dehsalên 70’an de di refa herêmên paqijên
Îranê de bûye, lê me dît ku di heyameke kêmtir ji 5 salan de, belavkirina
madeyên bêhişker weke diyardeyeke berçav û haşanekirî lê hat û roj di roj li
halê xurtbûne de ye. Rejîma Îranê bi nîsbet hatina madeyên sirker bo nava axa
Kurdistanê, xwediyê wê derfetê bû ku bikare ji rêya ragehandin û piropagendkirin
li dijî zirar û ziyan û encamên nebaş ên madeyên sirker xelkê Kurdistanê agehdar
bike, lê ewa ku îro rojê di civaka Kurdî de bo rejîma Melayan girîng e,
rêkhatina Kurdistanê tevî armancên rejîmê ne. Çimku piraniya ew kesên ku di
Kurdistanê de bi tonan karê bi kom yê firotina madeyên bêhişker dikin, ser bi
dezgehên rejîmê ne û zêdebarê eşkerebûna wan bo xelkê, ji aliyê rejîmê ve heta
tûşî asteng û cezayeke sivik jî nehatine. Herçend hindek caran herjmarek ji wan
kesên ku bi kêmî madeyan difroşin, ji aliyê rejîmê ve hatine destbiserkirin û
ketine nava zîndanê, lê ew jî piştî dana diraveke hazirî weke ceza, hatine
azadkirin ku bêşik cezayên han tu encameke baş lê nakeve.
Civaka kurdî, xincî ew derbeyên ruhî
û hizrî ên ku di encama bêhurmetîkirin bi nasnameya neteweyî de jê ketiye, tevî
kirîzên weke bêhêvîtî, xizanî, bêkarî, fehşa û... berbirû ye. Ji aliyekî din ve
siyasetên du curî ên rejîmê bi nîsbet xebat li dijî madeyên sirker bûye sebebê
xurtbûn û berfirehbûna zêdetir a kirîz han û xwast û vîna cîhanî, bona
pêşîgirtin ji diyardeyên han ku li encama siyasetên rejîma Îranê de hatiye
afirandin, bêdeng e. Her niha di gişt kûçe û kolanên Kurdistanê de, hemû cure
madeyên sirker bi rihetî dest dikeve. Ji aliyê din ve, rejîma Îranê bi hemû hêza
xwe asteng û pirsgirêkan li ser rêya saziyên ne dewletî (NGO) û navendên xelkî
ên pêşîgirtin ji bikaranîna madeyên sirker pêk tîne û li hember kar û çalakiyên
wan herdem hêcet û mihaneyan tîne û her di vê derheqê de zaf kes ku endamên wan
saziyan bûn û gel ji encamên xirab ên wan madeyan agehdar dikirin, ji aliyê
dezgehên ewlekarî ên rejîmê ve hatine binçavkirin û pêşî ji domandina kar û
xebata wan hatiye girtin. Zaf caran rejîma Îranê kesayetiyên siyasî ên parêzgeha
Belûçistanê li bin navê xebal li dijî qaçaxa madeyên sirker îdam kirine, da ku
bi vî terzî neyarên xwe ên siyasî ji nav bibe. Herwiha belavbûna madeyên sirker
di nava binkeyên leşkerî û zîdanên rejîmê de nahê haşakirin û heta pir caran
berpirsên rejîme bi xwe basa vê yekê kirine. Îro rojê zîndanên bajarên
Kurdistanê ji wan ciyên herî bixof in ku madeyên sirker bi rihetî tê de dest
dikeve. Madeyên han bi nirxeke pir kêm û heta hindek caran bi belaş dikeve destê
ciwan, kesên biçavkirî û girtiyan, bi taybetî li bajarên Kurdistanê de ku
girtiyên siyasî û kesên tûşbûyî bi madeyên sirker di yek cî de tên zîndanîkirin
û eva yek ji armancên rejîmê ye. Madeyên hişber ku demekê tenê ji aliyê kesên
temenjor bona çareserkirina êş û azarên cendekî dihate bikaranîn, di heyamê 10
salan de gişt çîn û qatên civakê bi xwe ve tûş kir û temenê îtiyadê gihîjande
bin 18 saliyê de û zaf in ew malbatên ku bi hev re tûşî vê madeyê bûne û ji
hemûyan dilêştir, tûşbûna xwendkar, şagirdên xwendingehan, keç û jinên
Kurdistanê bi van madeyên sirker e. Bi awayekî ku îro rojê heta di xwendingeh,
fêrgeh û heta navendên çandî û werzişî jî madeyên sirker bi azadî tên firotin.
Ji aliyekê din ve bandên mafiyayî ên rejîmê xincî Kurdistana Îranê, herêmên
Kurdistana Başûr jî xistiye tirsê û di salên borî de rêjeyeke berçav a madeyên
sirker şandiye Kurdistanê, bi rengekê ku cîpêyê vê diyardeya biyom û bitirs bi
nîsbet salên borî di Kurdistanê de xuya dike. Herwiha sened û belgeyek ku çend
mehan berî niha belav bû, vê çendê nîşan dide ku rejîma Îranê gef ji Hikûmeta
Herêma Kurdistanê xwaribû û gotiye ku heke Hikûmeta Herêmê îznê bide ku
vexwarinên alkolî werin Îranê, ew jî dê madeyên bêhişker û Ensar El Îslamê
bişîne Kurdistanê. Bi baldan bi rastiyên berdest û berjewendiyên siyasî û ne
mirovî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê, ev yeka bi başî rohn dibe ku rejîma
Îranê ne tenê amade nine ku pêşî ji xurtbûn û berfirehbûna madeyên sirker di
Kurdistanê de bigire, belku ji vê yekê weke alavekê bona pêşvebirina armanc û
siyasetên xwe û berevanîkirin tevî hizrên neteweyî ên neteweyên Îranê, bi
taybetî neteweya Kurd di Kurdistana Îran û Kurdistana Îraqê de û hewiha bona
pêkanîna zext û givaşan bo ser welatên Ewropayî li hember kiryarên xwe de bi kar
tîne.
Lewra
hewce ye ku gişt partî û saziyên ne dewletî (NGO)ên çalak di meydana xebat li
dijî madeyên sirker û îtiyadê de, zedebarê eşkerekirina siyasetên du curî ên
rejîma Îranê li hember diyardeya qaçaxa madeyên sirker, xelkê ji encamên xirab û
bitirsên vê diyardeyê agehdar bikin. Di vê derbarê de xincî kanalên esmanî û
ragihandinên giştî, hewce ye di hundirê welat de jî piştevaniyeke tewaw a madî û
menewî ji tev saziyên ne dewletî ên berlêgirtin ji madeyên sirker bê kirin. |