|
weke penaber
çûye Fînlandayê. Niha
rûniştiyê bajarê “Lapênrant”ê ye û di zanîngeha teknîkî de weke asîstanekê kar
dike.
Welatê zêdetir ji 20 milyon Kurdan
di navbera Îran, Turkiye, Îraq û Sûriyayê de hatiye parvekirin. Piştî hiloşîna
Împeratoriyeta Osmanî, dewletên mezin yên wê demê bi taybet Birîtaniya, Îran û
Turkiyê pêşiya serxwebûna Kurdistanê girtin. Ji wê demê ve Kurd hatine
parvekirin û tên çewisandin.
Niha deng û basên derheq Kurdistanê
him cihê dilxweşiyê ne, him jî cihê nigeraniyê. Li Îranê rewşa mafê mirovan bi
giştî xirab e. Rewşa mafê mirovan li Kurdistanê bi taybet piştî hatine serkar a
Mehmûd Ehmedînejadê tundrew xirabtir bûye. Li midehê sala borî de bi sedan Kurd
bi sedema bîr û baweriyên siyasî yan bi guneha “Xebat dijî ewlehiya welat”
hatine zîndan, îşkence û îdamkirin, yan ji welat hatin dûrxistin.
Rewşa Kurdan di Îraqê de hinekê
baştir e. Kurdistana Îraqê bi sedema yekgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê heya
qasekê aram e û hêdî hêdî jêrxana aboriya welat avedan dibe û pêşketin û
geşekirinek baş a aborî bi xwe dîtiye.
Bi raya Mecîd Heqî, rewşa Kurdan li
Turkiyê cihê baldanê ye. Serbarê cehd û tekoşîna Turkiyeyê ji bo endambûn di
Yekîtiya Ewropayê de, çareseriya doza Kurd ji bo wî welatî zehmet e. Ger Turkiye
bi vê çarçoveya coxrafî a niha ya xwe bibe endamê YE’ê, wê demê nîviya
rûniştiyên wê, dê bibin Ewropî û Kurdistan dê bibe deriyê navbera Rojhilat û
Rojavayê.
Ez wekî Kurdekê him jî wekê
Fînlandiyekê, alîgirê endambûna Turkiyê ji bo YE’ê dikim û piştevaniyê ji cehd û
tekoşîna Fînlandayê ji bo nêzîkkirina Turkiyê ji Ewropayê re dikim. Kurdên
Turkiyayê bi giştî alîgiriya endambûna Turkiyayê bo Ewropayê dikin, çunku eva
take rêyek e ku Turkiye bibe bi welateke demokratîk û cihê jiyana şaristanî û
mirovane.
Wisan tê xuyakirina ku Turkên
Turkiyayê ji rexneyên Ewropa û Komîsarê berfirehkirina Ewropayê, birêz Olî Rêhn
di pêwendî tevî rewşa xirab a mafê mirovan û azadiya ramanê di vî welatî de
nigeran û nerihet in. Xelata Nobel ya Wêjeyê ji Orhan Pamuk re, piştgiriyeke baş
ji azadiya raman û raderbirînê di Turkiyayê de û herwiha rohn û eşkerekirina
netirsane ya rabihoriya wî welatî bû.
Kekê Mecîd dibêje: Berî her tiştekê
ev xelate ji Turkan re baş bû, çunku eva alîkariya wan dide heya ku netirsin û
biwêrane qala rabihoriya tal a xwe bikin, herweha rexneyan jî jê bigirin.” Mecîd
Heqî gelek çalakane li Fînlandê di pêxema mafên Kurdan de dixebite û ji rêya
çalakiyên çandî ve pirsa Kurdan derbasî rojeva xelkê Fînlandayê dike.
Ew li ser vê bawerê ye ku Kurd niha
li Ewropayê de baştir tên fêmkirin û hebandin. Xelkê Fînlandayê bi sebeba dîroka
taybet a welatê xwe û herwiha bi sebeba ciwan û gencbûna welatê wan, reng e ji
hemû xelkê Ewropayê baştir Kurdan fêm bikin, her çiqas ku helwesta fermî ya
dewleta Fînlandayê cihê dilxweşî û rezamendiya Kurdan nine (ne b idilê Kurda
ye). Ji aliyê din bi sedemavêc û berjewendiyên aborî û siyasî helwesta Fînlandê
ji aliyê Kurdan tê berçavgirtin. |