|
Paşê
ji bo xwendina bilind diçe Izmîrê. Li zanîngehê di beşa mîmariya peyzajê de bi
cî dibe. Paşê derdikeve derveyî welêt. Gelek nivîs û xebatên wî yên edebî di
kovar, rojname û malperan de belav bûne. Wî hejmarek bername bo Tvyê, li ser
navdarên kurd û wêjeya kurdî amade kirine û belav kirine. Sê pirtûkên wî yên
helbestan bi navên “Awirên bi hêvî”, 1999 weşanxaneya Rewşen li
Almanyayê.“Xem vedixwum bi tasa sor ji demê”, 2000
weşanxaneya Medya li Swêdê. “Peyvên êşmij”, 2004 weşanxaneya Nûdem
li Stenbolê. Nivîskar ji awira wergeran ve pir xurt e. Ji zimanê Tirkî û Swêdî
hejmarek nivîs wergerandiye kurdî. Pirtûkên wî yên wergerê ev in; “Muo û
Pelle”, “Madiken û Ciwanên Îro”.
Hevpeyvîn: Azad Kurdî
Vê dawiyê romana “SÊ TERÎŞ” weke
yekemîn berhema we ya romanê hate çap û belavkirin. Em ji te pîroz dikin. Çawa
bû ku we biryar girt vê romanê binivîsin?
SB:
Min berê jî hejmarek berhêm pexşanî nivîsandibûn û belav kiribûn. Hê di sala
1996’an di serê min de plana nivîsandina deqeke dirêj hebû. Min wê demê çîrokek
dirêj bi navê Çend bîstik ji şoreşê nivîsand û di kovara Avaşînê de balav
kir. Dû re çend çîrokên din ên dirêj afirîn û di kovarên Nûdem û Avaşîn de belav
bûn. Piştî van ceribandinan, meyl û bala min bêtir çû ser helbestê. Min bê
navber helbest nivîsandin û belav kirin. Lê di serê min de her nivîsandina
berhemeke dirêj ku karibe têkoşîna van bîst salên dawî bi hemû aliyên xwe di
nava xwe de bihevîne hebû. Di van bîst salên dawî de gelê me li Bakurê
Kurdistanê gelek êşên dijwar dîtin. Bi hezaran mirov hatin kuştin, sirgûn bûn,
gundên wan hatin valakirin, dewletê rêxistinên tarî û gemarî ava kirin û ciwanên
kurdan bi destên hevdu bi hev dane kuştin... Min jî bi vê berhemê xwest ez
wêneyeke derveyî û hundirîn ya vê demê di keseyatiya çend ciwanan de bidim.
Dixwazim li ser çîroka romanê bo me
biaxivî. Mijara çîroka vê li ser çi ye û çawa bû ku we ew mijar ji romana xwe ya
yekemîn re hilbijart?
SB:
Mijara romanê li ser evîn, têkoşîn, berxwedan û sirgûnê ye. Du ciwanên
welatparêz û kurdperwer bi navê Gulbihar û Dilovan li zanîngehê
dixwîn. Ew hem di nava kar û barê siyasî de ne û hem jî evîndarên hevdu ne. Lê
pismamekî Gulbiharê heye. Ew jî, endamê rêxistina Hizbilahê ye. Ji sala 1990 û
heta 1993’a, rêxistina Hizbilah bi alîkariya dewletê gelek ciwanên kurdperwer û
dilsozên gelê kurd rolinîvro di nîvê çarşiyê de dikuştin û kesekî jî nevêrîbû
xwe li wan bikira xwedî. Pismamê Gulbiharê dikeve rêya dotmama xwe. Ew ji mamê
xwe re dibêje; an dê Gulbihar ji axa sar re be an jî, ew ê ji min re be. Ew mam
û pismamê xwe bi kuştinê çavtirsandî dike. Gulbihar jî, bo xeterek neyê ser bav
û birayên wê, ew vedigere Nisêbînê. Lê Gulbiharê jî, sozek ji hezkiriyê xwe re
daye...
Di heman demê de Dilovan jî, ji ber
protestokirina qetlîama Helepçeyê ji aliyê polîsan ve tê girtin. Ew çend mehekî
di hepsê de dimîne. Piştî azad dibe, ew yekser tê Nisêbînê ku Gulbihara xwe
birevîne Ewropayê. Lê Gulbihar dike nake nikare bav û birayê xwe di nava agirê
Hizbilahiyan de bihêle û here. Ew dilê xwe di nava xwe de bedena xwe de
difetisîne... Dilovan li Ewropayê nûçeya şehîdbûna Gulbiharê dibihîze. Gulbihara
ku ji bo Pêşmergeyan xebat dikir, dikeve kemînekê û bi birîndarî tê girtin. Di
encama lêdan û lêxistinên pir dijwar û hovane de, Gulbihar şehîd dikeve, wê di
goreke nediyar de vedişêrin...
Girîngiya her romanekê, di
bikaranîna zimanê wê de ye. Zimanê romana “SÊ TERÎŞ” xwediyê çi taybetmendiyekê
ye?
SB:
Min di vê romanê de pir girîngî da ziman. Min xwest ez hêz û tuwaniya zimanê
kurdî nîşan bidim, bê çawa bikare di bin barê romana nûjen de rabe. Min di vê
romanê de zimanê helbest, çîrok û gelêrî di nava hev de straye. Loma jî, min
gelek formên vebêjeriyê di romanê de bikar anîne, da ku ez meydana zimanên fireh
bikim.
Zimanê romana Sê Terîş bi qasî ku
nûjen û helbestî ye, bi vê radeyê jî, ji devokên herêmî, gotinên pêşiyan,
biwêjan û zargotina kurdî ya dewlemd bixwedî bûye. Bûyerên cuda û seyr ên di
nava tevna romanê de hene, zimanê xwe yê taybet afirandine. Xewn, bêrî, poşmanî,
bîranîn, monologa Dilovan a digel xwe, ajal û xwezayê ji derfetên taybet ên
zimanê
helbestvaniyê bixwedî bûne.
Dîsa min di vê berhemê de hewl da,
ez zimanê xwe yê taybet bikar bînim. Bi hevokên kurmanciyê bileyîzim û ji wan
hindek hevokên nû ava bikim.
Bi baweriya we dîroka romannivîsiya
Kurdî kengê dest pê kiriye, yan cîhanê çawa?
SB:
Dema gotin tê ser romannivîsiya pêşî ya kurdî, navê ku pêşî tê bîra min Erebê
Şemo ye. Bo Ewropiyan Servantes û Don Kîşta wî çi be, bo min jî, Ereb û
Kela Dimdima wî ew e. Erebê Şemo û kurdên Sovyeta berê hindek xebatên baş
kirin. Bi qasî zanebûna min divê mirov li wir li hêlîna romana kurdî bigere.
Hêkên ku wan di wê demê de danîn, îro bi firê dikevin.
Dû re Heciyê Cindî, Evdrehim Qazî û
Îbrahîm Ehmed û hwd. Ji ber ku haya min ji van nivîskaran heye. Û min berhemên
wan xwendine, ez bi wêrekî van navan hildidim.
Bi raya min mirov îro nikare romana
kurdî bide ber romana cîhanê. Ev yek ji aliyê dîrokî, şert û mercên civakî de ne
durist e. Rewşa civakî ya ku gelê me îro di navê de ye, li ber çavan e. Wek
mînak zimanê kurdî hê jî li Turkiyeyê qedexe ye...
Piraniya zimanzan û wêjevanên Kurd
li ser vê baweriyê ne ku romannivîsiya Kurdî jar û qels e. Hûn sedemên vê yekê
di çi de dibînin?
SB:
Ma wê çawa ne jar be? Ne dewleteke me ya navendî, ne ziman û ne jî alfabeyeke me
ya standart heye. Zimanê me qedexe, çand û hêjayiyên me yên dîrokî hatine
talankirin. Wekî din jî me wekî milet hê pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser
nekirine. Şer, talan, berxwedan, koçberî, hejarî û bindestî heye û dema rewşa me
ev be, em ê çawa karibin romanên xurt binivîsin ku jê re zimanekî pir dewlemend
û berfireh pêwîst e.
Min li jorê behsa tecrûbeya kurdên
Sovyetê kir, ji ber ku hejmarek faktorên destdar di wê demê de peyda bûn, me dît
her çiqas hindik be jî, roman hatin nivîsandin.
Lê îro, rewş cuda ye. Tu nivîskarên
kurmanciyê di dibistanên kurdî de fêrî xwendin û nivîsandina ziman nebûne. Em bi
keda xwe ya ferdî hewl didin, xwe fêrî zimanê nivîsandinê bikin. Rewşa ku
nivîskar û ziman têde ev e.
Lê dîsa jî, di van salên dawî de
hejmarek roman derdikevin, nivîskarên ciwan pir hewl didin xwe da ku karibin bi
zimanê kurmancî berhemên wêjeyî biafirînin.
Nirxandina we li ser rewşa wêjeya
Kurdî çi ye?
SB:
Ez ê ji ber van sedemên diyar nirxandina xwe bi wêja kurmanciyê bi sînor bikim.
Ji ber ku min bi xwe heta niha ji romana Pêşmerge û Jana Gel (bi tîpên latînî û
kurmancî) pêştir tu romanên din bi tu zaravayên din ên kurdiyê nexwendine. Lewra
jî, ez xwe ji bo nirxandineke giştî ya wêjeya kurdî mafdar nabînim.
Rewşa wêjeya kurmanciyê bi giştî ber
bi başiyê de diçe. Di warê helbestê de kurmancan radeyeke baş bi destê xwe ve
anîne û roj bi roj jî, hejmara ciwanên ku radihêjin pênûsê pirtir dibin. Ji xwe
pirtûkên helbestan ji pirtûkên din ên hemû cureyên wêjeyî pir pirtir in.
Di warê çîrokê de jî, rewş yek kêm
yek zêde baş e. Mirov pêşketineke berbiçav dibîne. Lewaziya ku heye di warê
romanê de ye. Romana kurmancî hê di destpêkê de ye. Romanên ku bi her awayî
karibin bersiva hunera xwe bidin, mixabin hê jî nehatine nivîsandin. Çend
romanên me yên ku nêzîkayiyê li pîvanên giştî yên romanê dikin hene, lê ev jî
têr nakin. Mijarên roman, çîrok û helbestên me hê jî, pirrengî û berfireh
nebûne. Jiyana rojane, bîranîn û serpêhatî bi zimanê axaftinê di nava forma
romanê de têne dubarekirin. Piraniya nivîskarên me xwe bo avakirina zimanê xwe
yê wêjeyî nawestînin. Mirov tu taybetiyeke xweser ya zimanî, lehengî, wesifdana
hawîr û derûnî di berheman de nabîne. Yanî wek ku min li jor got; hê jî romanên
ku bi giştî karibin di bin barê xwe de rabin pir hindik in.
Ez spas dikim ku we dema xwe ji me
re veqetand û pirs bersivandin.
SB:
Ez jî spas dikim. |