|
rewşa niho ya Îraqê, hilbijartinên
vê dawiyê yên SENA û Parlemana Amerîkayê, hilbijartinên Meclîsa Xobregan û
Şêwrên Gund û Bajaran li pêşerojeke nêzîk di Îranê de û herweha berdewam bûna
pirsa Navikî ya wî welatî bûne bi mijarên hevpeyvîna Radyo Dengê Kurdistana
Îranê tevî birêz Elî Mêhrperwer, endamê Deftera Siyasî ya PDK Îranê û berpirsê
Komîsyona Çapemenî a partiyê.
Pitir ji mehekê ye ku PKK’ê li
ser daxwaza aliyên hindur û derve agirbest îlan kir û weke bi xwe daye zanîn dê
xwe bo heyameke demkî ji pevçûnên bi hêzên Turkiyê re biparêzin. Lê weke em
dibînin ev agirbeste heya niha jî yek alî bûye û rayedarên Turkiyeyê jî didin
xuyakirin ku PKK’ê bi fermî nas nakin û dê êrîşên xwe jî bo ser hêzên PKK’ê
bidomînin. Birêz Mêhrperwer hûn wan bûyer û helwestane çawa dinirxînin? Gelo hûn
bawer in ku dê encameke baş hebe?
Agirbest û desthilgirtin ji şer di
nefs û hindurê xwe de tiştek baş e, lê gelo ev agirbeste encameke siyasî a
dilxwaz dê hebe yan na, eva meseleyeke din e, çunku agirbestê pêwendî bi vê rewş
û zirûfê ve heye ku têde hatiye ragihandin. Gelo ev agirbeste bo tenahî û
aramkirina rewşê ye heta ku derfeta gotûbêjan di navbera du aliyên şer de pêk
bîne? Gelo vê agirbestê çiqas girîngî û pûte bo aliyê beramber heye, aliyê
beramber jî xwazyarê wê ye yan jêre girîng nine? Gelo aliyê beramber pêşwazî ji
wê agirbestê kiriye yan ret kiriye? Herwek di pirsyara we de jî hatibû dewleta
Turkiyê dest ji êrîşên xwe hilnegirtiye yan bi wateyeke din bersiva erênî jêre
nedaye.
Renge ev agirbeste parek ji
proseseke mezintir be û ji bo bi encamgihandina piroseyê hewce be. Ger em
lênihêrînekê bi dîroka şerê PKK’ê û Turkiyê bikin, eva çend agirbest in ku
mixabin ji aliyê dewletê ve bersiva erênî wernegirtine.
Dewleta Turkiyê PKK’ê weke hêzeke
terorîst nas dike û amade jî nine ku pêre bikeve danûstandin û gotûbêjan. Weke
di nûçeyan de tê bas kirin, Amerîka, Turkiye û Îraq, heyetek hevpar ji bo pirsa
PKK’ê pêk anîne, ji bo destvekirîbûna heyetê jî li pêxema çareserkirina pirsê,
agirbest dikare alîkar be. Serkevtina proseyê heya qaseke zaf girêdayî bi
micidbûna Amerîkayê bo çareserkirina pirsê ye. Amerîka di peymana leşkerî a
Natoyê de hevalbendê Turkiyê ye. Ji aliyekê ve Amerîkayê hewcehî bi ragirtina
pêwendiya dostîniya bi Turkiyê re heye, him Turkiya jî pûte û girîngiyê ji
hevalbendiya bi Amerîkayê re dide, ji aliyên din jî Amerîka xwazyarê êrîşa
leşkerî a Turkiyê bo ser binke û navendên PKK’ê li axa Kurdistana Îraqê nine,
çunku rewşa deverê dê aloz bibe û aramî û tenahiya herêma Kurdistanê namîne,
lewre ragirtina dostîniya Kurdên Kurdistana Îraqê ji Amerîkayê re girîng e.
Amerîka çiqas bikare Turkiye û Kurdên Turkiyê ji hev nêzîk bike û formoleke cihê
qebûlkirina hemû aliyan bo vê pirsê peyda bike, ew di pêşerojê de dê eyan bin.
Di vê navberê de rola Yekîtiya Ewropayê ji bo givaşxistin li ser Turkiyê ku
mafên çandî û siyasî yên Kurdan misoger bike, divêt weke sebeb û faktereke erênî
bihê hesibandin. Pêvajoya bûyeran heya niha nîşan daye ku Turkiye ne amade ye bi
PKK’ê re dakeve gotûbêjan. Ev pirse tenê girêdayî bi vê çendê ye ku fakterên
derekî çiqas dikarin karîger û bibandor bin.
Wiha dihat çavnihêrîkirin ku
piştî bi dawîhatina meha Remezanê, tund û tûjî li Îraqê de kêm bibin. Lê teqînên
li dû hev yên Bexdayê ev raye guherîn û midehek e ku medya û ragihandinên giştî
bi awayekî din qala pêşeroja Îraqê dikin. Rayedarên Amerîkî jî derheq asayiş û
tenahiya Îraqê hin pêşniyarên nû derxistine holê. Bo mînak “Cêms Bêkir”, Wezîrê
Derve yê berê û Serokê desteya Kongireyê bona pêşgirtina siyaseteke nû ji aliyê
dewleta Amerîkayê di Îraqê de, di nava rêçareyan de, parvebûna Îraqê aniye holê.
Bi raya we li gor rewşa niha ya Îraqê, parvebûna Îraqê heya çiqas dikare tevî
rastiyên siyasî yên vî welatî de be?
Êrîşa Amerîkayê bo ser Îraqê û
hiloşandina wî welatî, di bin dirûşma cîgirkirina demokrasî û avakirina
hikûmeteke demokratîk di Îraqê de bû. Her weke em dizanin, hêzên leşkerî yên
Amerîkayê ji bo herifandina desthilata hakim bi ser Îraqê de tûşî kosp û
astengeke wiha nebû û di mideheke kurt de dawî bi qonaxa yekem a şer anî û karî
dest bi ser Îraqê de bigire, lê di birêvebirina welat de rastî gelek şaşiyan bû.
Dijberên hatina Amerîkayê bo
deverê, tenê hikûmeta Îraqê û ew para xelkê Îraqê ku di rejîma berê de xwedî
berjewendî û poanên zaf bûn, nebû, ji ber ku welatên ku rejîmên dîktator têde
desthilatdar in, hatina Amerîkayê bi tirsek mezin bo ser rejîmên xwe dizanîn.
Lewre bi neyarên hindurê Îraqê re ketin hevkarî, maytêkirin û sînorên xwe bo hat
û çûna terorîstan vekirî hiştin, Îran û Sûriyeyê di vê derheqê de rola sereke
lîstin. Ji bilî wê jî dest bi dest bûna desthilatê li nav civaka Îraqê, anku ji
Sunî bo Şîiyan û heya qasekê jî bo Kurdan, Şîî û Sunî li hemberî hev de
sekinand.
Şîiyên ku bi dirêjahiya jiyê
hikûmeta berê hatibûn çewisandin, him desthilat bi dest girtin, him jî siyaseta
tolhildanê ji Suniyan li pêş xwe girtin. Ger eva siyaseta hemû Şîiyan jî nebe,
aliyê kêm hin girûpên ku pêwendiyeke xurt bi Îranê re hene, birêveberên vê
siyasetê bûn. “Elqaîde” jî di vê navberê de û ji rewşeke jêhatî ku jêre pêk
hatibû, ji aliyekê tevî hêzên hevalbendan şer dikir û ji aliyê din jî agirê şer
di navbera Şîî û Suniyan de gur û xurttir dikir.
Niha pêtir ji vê ku tund û tûjî rû
ji hêzên hevalbendan bin, rû ji xelkê sivîl yê Îraqê ye. Merema sereke ya
terorîstan, kuştin û têkdana aramî û tenahiya vî welatî ye. Vêça kuştina jin,
zarok, karker, polîs, kasibkar û ... be, ji wan re ferq nake. Her li rex vê yekê
de, kuştina Şîî û Sunî, şerê mesebî û desthilatê di nava wan de her roj bi dehan
kuştî û birîndaran dide.
Radestkirina desthilatê ji aliyê
Amerîkiyan ve bo xelkê Îraqê di destpêkê de, şaşiyên taktîkî yên piştî hev yên
bona rêvebirina welat, maytêkirina Îran û Sûriyayê, teyîsandina şerê navbera Şîî
û suniyan, Amerîkî anîne ser vê bawerê ku ger stratejiya xwe neguherînin, aliyê
kêm hin senaryoyan bona aramkirina rewşê bikar bînin, weke parvekirina Îraqê bi
ser sê deverên Sunî, Şîî, Kurd akincî.
Diyare ev senaryoye jî asteng û
pirsgirêkên taybet bi xwe hene, çunkî neyarên vê senaryoyê jî kêmtir ji neyarên
dagirkirina Îraqê ninin. Ji bilî wê jî bas ji vê tê kirin ku bo aramkirina
rewşê, Amerîka bi Îran û Sûriyayê re bikeve gotûbêjan, taku dev ji maytêkirinên
di hundirê Îraqê de berdin. Min jêve ye ku ew jî yek ji wan hewlane ye ku heya
niha dane. Ger siyaseta Îran û Sûriyayê heya niha eva be ku şerê xwe bi
Amerîkayê re di xaka Îraqê û bi xelkê Îraqê re bikin û ger bi tewawî jî ne
serketî bin, aliyê kêm rewş bi qazancê wan hatiye guhertin, çawan dê dev ji vê
siyaseta xwe hilbigirin. Meger eva ku Amerîka îmtiyaz û poanên zêdetir bi wan
bide ku eva jî di rastî de tê wateya paşdekişan û têkçûna Amerîkayê û gelek
giran dê jêre xilas bibe.
Di hilbijartinên Parlemana
Amerîkayê de, Demokratan serkevtinên berçav bi dest xistin û rengê vê yekê dide
ku Serok Komarê gera tê jî ser bi demokratan be. Di rewşeke wiha de hûn
siyasetên Amerîkayê derheq Rojhilata Navîn û bi taybet Îranê çawa dinirxînin?
Sedema serkevtina Demokratan piştî
12 salan bo sedemên cur be cur vedigere. Pirsa Îraqê dikare yek ji wan be.
Encama rapirsiyan dide zanîn ku qasê jêhezkirina Buş li Amerîkayê de hatiye bin
40 ji sedê, ku eva jî qaseke kêm e. Eva rast e ku hatine serkar a Demokratan
renge hin astengan derxîne pêşberî bernameyên Buş de û weke berê ji piştevaniya
kongireyê bê mifah be. Lê divêt em ji bîr nekin ku çi Demokrat û çi jî
Komarîxwaz, stratejiyeke hevpar dişopînin, yan bi wateyeke din ev du partiyene
bi taktîkên cuda û taybet bi xwe van bernameyan cî bi cî dikin. Nexa li hember
qazanc û berjewendiyên Amerîkayê de di hêlekê de diçin pêş û hêla sor jî
naborînin.
Derheq pirsiyara we, siyaseta
Demokratan jî nikare cudahiyek wiha tevî siyasetên Komarîxwazan de hebe. Di hin
waran de jî renge Demokrat tundtir bin. Bo mînak rehîngirtina karmendên
Balyozxaneya Amerîkayê li dewrana Demokratan de bû û bi hatine serkar a
Komarîxwzan serbest hatin berdan. Herweha nifûz û hitbarta Cihûyan di nava
demokratan de zêdetir e, yan bi wateyeke dinê Cihû pêtir bi Demokratan nêzîktir
in û helwesta Îsraîlê jî bi nîsbet Îranê rohn û eşkere ye.
Pirsa bidestveanîna çekên Etomî ji
aliyê Îranê jî her bi wê qasê ku ji bo Komarîxwazan girîng e, ji Demokratan re
jî girîng e û vê yekê bi tirsek mezin bo ser aştiya cîhanê dizanin.
Piştevanîkirina Îranê ji terorîzma cîhanî û dijberîkirina bi prosesa aştiyê di
Rojhilata Navîn de, pirsek nine ku demokrat çavên xwe li hember de bimiqînin.
Her wekî min berê jî îşare pê kir renge tenê di taktîkên xwe de ferq û cudahiya
wan hebe.
Eva ku renge di hilbijartina Serok
Komariya tê de Demokrat serkevtî bin, girêdayî bi domkirina vê rewşa niho ye, lê
bo pêşdîtinên rast, hêj zû ye, çunku pêvajoya guhertinan û serkevtinên Amerîkayê
dikare bandor û tesîr li ser raya giştî hebe.
Bi baldan bi birêveçûna du
hilbijartinên “Meclîsa Xobregan” û Şêwrên Gund û Bajaran di pêşerojeke nêzîk de
ku partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî ev hilbijartinane baykot kirine, gelo
Komara Îslamî heya çiqasekê dikare ji rêya wan hilbijartinane ve demê derheq
pirsa etomî ya xwe di gotûbêjên tevî aliyên pêwendîdar de, heder bide(bikuje).
Bi giştî hûn pêşerojê çawa dibînin?
Min jêve ye ku ev hilbijartinane bi
taybet hilbijartinên Şêwrên Gund û Bajaran, karîgeriyeke wiha li ser gotûbêjên
bi welatên 5+1 nake. Ev diyalog bi qasê micidbûna welatên Ewropayê, Çîn û Rûsiya
ye di berengarbûna bi Îranê re girêdayî ye. Vê gavê Amrîka ji hemûyan micidtir
e, piştre Ewropayî. Lê Çîn û Rûsiya ne tenê bo givaşanîna ser Îranê ne micid in,
belkî dijberê derkirina her biryarnameyeke tund û tûj in ku di Konseya
Ewlekariyê de li dijî Îranê der biçe û Îranê jî pir bi başî kariye ji vê
valahiyê mifahê bistîne û ji demê mifahê bistîne û demê jî heder nede, ji ber ku
ji demê bo pêşvebirina bernameyên xwe mifahê distîne. Prosesa baykot û hisara ji
aliyê Konseya Ewlekarî bi ser Îranê de bi vî awayê ku diçe pêş, rengê vê hindê
nade ku ne zor tund û rijd bin, ne bi zûyî jî biryar tê dayîn û ne jî zaf dê
birêve biçin. Heya niha di wan rikeberanêyane de, tenê Îranê qazanc kiriye. |