 |
Amadekar û wergerandin: Mecîd Heqî
Wergerandin bo Kurmancî: Selîm Zencîrî
Profesor Mihemed Yûnis, wergirê Xelata Nobel ya Aştiyê, dijî hejarî û
destvekirîtiya dewlemendan bo hevkariya xizan û belengazan e. Ew li ser vê
baweriyê ye ku bazara azad û sermayeyê divêt xwediyê armancên civakî jî bibin.
Mihemed
Yûnis, 88 salî û pirofesorê aboriyê ye.
Dema ku di sala
1983’ande |
|
Banka “Grameen” li Bengiladîşê ava kir, li bervara avabûna wê heya niha
pitir ji 7 milyon kes ji xelkê herî xizan û jar yên cîhanê qer û wamên biçûk ji
banka navhatî wergirtine û jiyana xwe pêre borandine.
Wam û qerên biçûk (maykro kirêdît) yên Bankeya Giramînê bo kesên destkurt û
xizan kêmtir ji 100 Dolaran dest pê dike. Qerdarên herî zêde yên Giramînê jin
pêk tînin û vê wamê bona bazerganiyên biçûk û destpêkirina jiyana aborî ya
serbixwe distînin û di vê rêyê de ne tenê ji xizanî û destkurtiyê rizgar dibin,
belkî pêwîstiya rêzgirtinê jî bidest dixin.
Qerên Giramînê gelek bi sûd in û nêzîk bi 99 ji sedê ya qerdaran, qerên xwe
dîsan wedigerînin. Yûnês di vê derheqê de dibêje çimku xelkê hejar baş dizanin
ku ger qerên xwe nedin, carek din nikarin daxwaza wamê bikin. Konsepta qerên kêm
di zêdetir ji sed welatan de û yek ji wan di Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de
belav bûye. Armanca Yûnis ji navbirina xizanî û hejarî di vê sed salê de ye û
bona gihîştin bi vê armancê jî cehd û xebatê dike.
Ji nav birina xizanî û hejarî û pêkanîna rewşeke jêhatî ya jiyanê bo Kurdan di
Rojhilata Kurdistanê de armanca pêşerojê ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
ye, ku di dirûşma Sosyalîzma Demokratîk de reng vedide. Ji ber vê çendê nasîna
bîr û baweriya wergirê vê Xelata Nobel ya Aştiyê, armanca partiyê ji xebat bo
nehêlana hejarî li Kurdistana Îranê rohntir dike:
Erê gelo bi rastî we bawerî bi vê heye ku xizanî dê ji nav biçe, yan xebat li
dijî xizaniyê tenê “engîze”ya gihîştin bi vê armancê ye?
Xizanî tiştek nîn e ku ji aliyê hejaran ve pêkhatibe. Hejarî berhema sîstema
hakim bi ser civakê ye. Yek ji nimûnên baş ramana asayişa civakî di wî welatî
(Bengiladîş) de ye. Sîstema tenahiya civakî cehdê dike ku li cihê jinavbirina
xizaniyê, wê di cihê xwe de bihêle. Divêt armanca me avakirina mûzeya
belengaziyê be, heta ku zarokên me seredana wê bikin û bizanin ku hejarî çawa
bûye.
Gelo Banka Giramînê hêsankariyan bo zehmetî û dijwariyên jiyanê dike yan jî
bi rastî jiyanê diguherîne?
Em di jîngehekê de ne ku ji sedî sed a zarokên wan kesên ku qer ji Giramînê
wergirtine, dixwîne. Ew ne tenê xwendekar in, ji ber ku hejmarek zaf ji wan
xwendina bilind diborînin û diçine zanîngehan. Gelek ji wan dibine şareza,
bizîşk û endazyar. Ew xort û keçên qerdarên nexwendewar in ... lewra nifşeke bi
tevahî cuda di vê derheqê de heye.
Çima tu li ser vê bawerê yî ku hitbar wergirtina bankê mafê serekê yê mirov
e?
Ji mafên sereke yên mirov, mafê destgihîştin bi xwarinê, xizmetên saxlemiyê,
xwarin, mafê kar û ... ye. Kê mafê min bo xwarinê misoger dike? Çi kesek wî mafî
diparêze? Gelo ew dewleta min e? ... na! Di rastî de eva welatî ne ku divêt
mafên xwe biparêzin. Mafê qerwergirtinê an ku mafê xwe şixulandin (xwe li ser
kar damezirandin). Hitbarwergirtin bi vê wateyê ye ku ez dikarim ji wî pareyî bo
anîne hola rewş û derfeta karkirinê bi xwe mifahê bistînim... ger hemû tişteke
din jî têk biçe, wê gavê ez dikarim berrika xwe di nav avê de derxînim.
Çima Meykro Kirêdît di Amerîkayê de sînordar in?
Pêtir ji 70 pirogramên Maykro Kirêdîtê di Amerîkayê de hene. Ceribîn û ezmûna
hevpar ku bi wan pirograman re heye, eva ye ku dirêjheyam ninin. Ew nikarin
xerca xwe derxînin. Tesîr û bandoreke baş li ser jiyana xelkê heye. Rewşa
vegerandina qeran baş e, sedema wê? Miaşê karmendan di wî welatî de gelek zaf e
(li jor e). Asta bazerganiyê di wî welatî de gelek li xwarê ye. Li Bengiladîşê
miaşê mehane yê karmendan ewqas di xwarê (jêrê) de ye ku em dikarin hemû karekê
bikin.
Prosesa cîhanîbûnê di çi rewşekê de ye?
Prosesa Globalîzasyonê bi xelkê hejar ve bi başî pêş nakeve ... gelek caran
cîhanîbûn weke şahrêyeke 20 alî (hêlî) ye li dora cîhanê. Lê pirs û girifta
sereke bûna barkêşên mezin (tirêlî) li Amerîkayê ye ku her hemû 20 hêlan dagir
dikin.
Tu hêlek bo birinchilgirên Bengiladîşê namîne. Ku wisa ye ger eva rast be, çima
em nabine xwediyê yasaya hat û çûnê? Çima yasayek tune ku bibêje ev hêl(rê)ane
bo erebaneyên birinchilgir hatine diyarîkirin? Ev hêle ji bo tirimbêlên mezin
(barkêş)e... niha tirimbêlên mezin hemû hêlan dagîr dikin. Lewra me hewcehî bi
yasaya hat û çûnê heye. Îro rojê di Globalîzasyonê de tu yasayên hat û çûnê nîn
in. Eva rewşeke anarşîstî ye. Ji ber vê ye ku xelkê hejar û xizan ditirsin.
Hûn dibêjin ku divêt karkeran jî weke sermayeyê, azadiya bezandina sînoran
hebin. Gelo bi li berçavgirtina rewşa niha ya koçberî û mişextiyê daxwaza han
rast e?
Belê, ev xwasteke piratîk û kiryarî ye. Eva ne tê vê wateyê ku her roja yekem
hemû kes dê bihên bo sînor. Dikare sînor hêdî hêdî werin vekirin. Hin kesên
bêhêvî cehdê dikin bi awayeke neyasayî ji bo xwe derbaskirin ji sînoran li behrê
bidin. Lê xwasta giştî bo xwe ji behrêdan dê kêm bibe û rîska xwe xendiqandinê
dê kêmtir bibe, çimku şanseke bêtirs (xweş) bo hat û çûyîna di nav sînoran de
heye. Ger hemû welat hêza kar werbigirin, gelek rê ji me re tên vekirin. Bi vî
rengî jî zext û givaşa li ser welatekê jî kêm dibe.
Hûn rexneyê ji banka cîhanî bo pirograma xebat li dijî hejariyê digrin. Hûn
li ser biîsrarbûna serokê banka cîhanî, birêz Pawil Volfotêz li ser xebata li
dijî xizanî û belengaziyê çawa difikirin?
Em hemû li xebata dijî fisadê (gendeliyê) de piştevaniyê dikin. Lê çima xizanî?
Ger ez serokê Banka Cîhanî bûma û min wam ji welatekê re bo avadaniyê bo mînak
Bengiladîşê re daba, min dê dewletê re gotiba ku: Belê em dê qer bidin we bona
avakirina pirekê, lê divêt ev pire xwediyên wê xelkê hejar bin. ... Bi vî awayî
eva dibe bi şîrketeke taybetî ku mifah û qazanca wê diçe pexela xelkê hejar û ew
dê bi vê qazancê sermayegozariyê bikin û dê pirek din jî pê avedan bikin.
Xelata Nobelê çi wateyek bo banka Giramînê heye?
Eva teqînek mezin e li balkişandin û derketinê. Karek din ku xelata nobelê
kiriye nîşandana pêwendiyên navbera aştiya cîhanî û hejariyê ye. Xizanî tirsek
mezin li dijî aştiya cîhanî ye. Xelata Nobel ya Aştiyê ev rastiye ye û cihê
belengaz û feqîran (derheq aştiya cîhanî) bi başî nîşan daye. Xelatderan ev
pêwendî û rastiye dane selimandin... Hejarî metirsî ye li ser aştiya cîhanê. |