Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvînek Bi Xatûna Dr. Roya Tilûî, Wergira Xelata  “Azadiya Raderbirînê”

 

Amadekar: Gulan Cemşîdî

Wergeran bo Kurmancî: Selîm Zencîrî

“Wîm Dîtmen”  Serokê Şaredaraiya “Lahe”yê: xatûna Tilûî ku Kurd û xelkê Îranê ye, xebatkara mafên mirovan û mafên jinan û mafên gelê xwe anku gelê Kurd e. Vê xatûnê bi awayekî sivîl û aştîxwazane xebat kiriye, lê desthilatdarên Îranê bi tund û  tûjî pêre livîn û riftar kirine û ji ber derbirîna bîr û rayên

xwe, ew heps û îşkence dane, lewre piştî wê ku bi garantî (barimte) serbest hate berdan, neçar ma ku ji welat bireve û di encam de li Amerîkayê de bibe bi penapera Siyasî, lewre em li vir rêzê ji vê xatûnê digirin û bi hêjayî vê xelatê dizanin (Malpera Helwêst).

 

 Civata Qelem a tayê Holandayê, roja 18.11.2006’an li bajarê Lahe ya Holandayê bona rêzgirtin ji çalakiyên sivîl û mafên mirovî yên te, xelata salane ya xwe pêşkêşî we kir. Tevî pîrozbahî ji te, dixwazim ku hûn hinekê li ser dîroka vê xelatê bo xwendevanên me biaxivîn. Gelo berî we tu kesayetiyên din yên Kurd yan Îranî heya niha ev xelate jêre hatiye pêşkêşkirin?

 Derheq xelata azadiya raderbirînê” bi qasê ku ez jê haydar im rêxistina “Pen” a cîhanî komîteyek heye ji bo piştevanîkirin ji nivîskarên binçavkirî û destbiser ku bi sebeba nivîsîn û xebata dûr ji tund û tûjiyê tûşî pirsgirêk û astengan dibin. Vê komîteyê bi hevkariya rêxisitna “Oksfam Novîd” li Holandayê, xelateke hevpar bi navê xelata “azadiya raderbirînê” hene û her sal 5 nivîskaran li seranserê cîhanê de destnîşan dike ku ji ber karê nivîsîn û xebata aram ya xwe tûşî zîndan û azaran bûne.

 Îsal ez û 4 nivîskarên din hilbijartin. Yek ji wan Îsmaîl Beyreqdar bû ku xelkê Sûriyayê û 14 salan di girtîxaneyê de bûye. Nivîskarî din Ermenî ş xelkê Turkiyayê bû ku ji ber nivîsên derheq helandin(asîmlasyon) a gelê ermenî, neçar ma ku ji Turkiyayê bireve. Herwiha du nivîskarên din ku xelkê Polanda û Bîlarûsê bûn. 4 nivîskar mêr bûn û nivîskara jin tenê ez bûn him weke Kurdek û him jî jinek ji Rojhilatê. Diyare di vê serdemê de eva yekem xelata navneteweyî ya me bûye û ez hêvî dikim sal bo salê, çalakên civaka me bibin xwediyê xelatên navneteweyî yên zêdetir û bi vî awayî bibin bi dengek ji bo gelê me di asta cîhanî de.

 Derheq beşa duyem ya pirsyara te Îraniyan, him jinan û him jî mêran, heya niha gelek xelatên navneteweyî bidest xistine û nemaze heya astê xelata Nobel ya Aştiyê jî çûne. Ev xelata azadiya raderbirînê, beriya min di sala 2000’an de pêşkêşî nivîskar û çalaka mafê jinan, Xatûna Mêhrengîz Kar, hatibû kirin. Ya ku bo min girîng bû gotina birêz “Wîm Dîtmen” derheq Kurdistan bûna min û cehd û xebata min dijî stema neteweyî bû. Eva jî îşare bi amadebûna zirûfeke navneteweyî bo bihîstina dengê Kurdên Rojhilatê dike û divêt bi hişyarî ve ji vê zirûfê mifah bihê standin. Tişteke din jî ku bo min girîng e eva ye ku min bihîstiye “Îtilaat”(dezgeha Ewlekarî û sîxorî) a  Îranê û  dezgeha dadê li Kurdistanê, gelek bi vê xelatê nerihet û êşiyan e û ketine propagendeyan bo bêbuha û bêqîmet kirina ev dengî û êrîşên dubare li ser kesayetiya min. Helbet em xebatkarên Kurd bi van terze kiryarane şil nebûne û nabin.

 

 Lêkolîn vê rastiyê didin xuyakirin ku nebûna azadî û binpêkirina mafê jinan, ji bilî sedemên siyasî, kakilek çandî jî heye ku em bi mêrserdestî yan bavsalarî di pêkhateya civakî a xwe de  dibînin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

 Rast e. Eva çanda mêrserdestiyê ye valahiya desthilata siyasî ya mêrserdestiyê li dijî wekheviya regezî(zayendî) pêk tîne. Mixabin ev çande li hemû cihekê bi mere ye, çi li Îrana bin desthilata Komara Îslamî de be, çi jî li derveyî welat û heta li nava Kurdên niştecihê Amerîka û Ewropayê de.

 

 Tevgera jinên azadîxwaz û wekhevîxwaz di Îranê de dîrokek sedsalî heye. Pişikdariya jina Kurd di çêkirina vê dîrokê de çiqas bandor hebûye? Çiqas jina Kurd kariye xizmetê bi pêşvebirina vê bizavê di Îranê de bike?

 Bizava jina Kurd jî dîrokeke nêzîk bi sed salî heye. Xaleke girîng di bizava jina Kurd de eva ye ku berdewam di bin bandora bizava neteweyî de bûye. Ger em bizava jina Kurd jî bi parek ji bizava cîhanî a jinan bizanin, divêt vê yekê jî qebûl bikin ku tevgera jinên deverê jî karîgerî li ser bizava jina Kurd hebûye û bervaj jî. Bi awayeke eşkere û taybet  di van salên dawiyê de ye ku bizaveke taybetî a jinan di Îranê de serîhildaye û nasnameyeke serbixwe heye, herweha ser bi tu îdeolojiyek taybetî jî nîne. Di Kurdistanê de jî bi vî awayî, di vê rewş û zirûfa hemdem de bizavek taybet ya jinan serîhildaye û di pêwendiyeke  kûr tevî bizava jinên Îranê de ye.

 Bizava jinên Kurd qala çewsandina duhember ya jina Kurd bi sedema zordariya neteweyî, serbarê stema zayendî ya hevpar dike. Wate faktera stema neteweyî jî weke sedemeke çewsandina jinan tîne. Fakterek ku heya niha ji aliyê jinên gelên din yên Îranê ve bi taybet neteweya xwedî desthilat ve nedihat dîtin û hesab jêre nedihat kirin. Bi xweşî ve niha bizava medenî û aştîxwazane ya jina Kurd cihek hêja û jêhatî heye û nivîskar û teorîsyenên bizava jinên Îranê pêtir tekezê li ser doza jinên Kurd dike û nikarin veşêrin û li ser de jî nivîsandine.

 

 Piştî hatine serkar a Komara Îslamî li Îranê de, partiyên Kurdî heya çiqas karîne xizmetê bi bizava jinan bikin û siyaset û ramanên partiyên Kurdî li Kurdistana Îranê heya çiqasekê di xizmet pêkhatina vê  dozê de bûye?

 Her partiyekê bi xwe saziyek jinan ava kiriye, lê ev rêxistinane serbixwe ninin. Partiyên me qala wekheviya jin û mêran û hewcehiya pişikidariya jinan di hemû astekê de bi taybet di asta bilind ya siyasî de bikin. Lê di piratîkê de vî karî nakin û axaftinên wan bi kiryarên wan re cuda ne. Ger rast dibêjin bila li vir şûnde rê bi jinan bidin heya ku di astên bilind yên partiyê de beşdar bin, helbet bi xwe jî biryarder bin, nek belêbêj bo mêran. Bi raya min jinên partiyan ji bilî cehd û xebatê bo gihîştin bi astên bilind yên siyasî di partiyên xwe de, divêt cehdê bikin weke takê serbixwe jî di bizava jinên Kurd de pişikdar bin.

 

 Hûn ji bilî xebat di warê mafê jinan de, li warên din weke mafên mirov û mafê gelê xwe de jî çalak in? Çalakiyên we li berevanîkirin ji pirsa Kurd û doza neteweya me çarçoveyeke berfireh ya jiyana siyasî ya we bixwe ve girtiye. Hûn weke xebatkareka Kurd çawan mêzeyî vê xebata dûr û dirêj û pir ji şanaziya gelê me dikin? Yan di hevokek kurt de bi raya we pêşeroj rohn e yan dûr?

 Pêşeroj ji bo neteweyeke yekgirtî dikare rohn be. Lê gelo em  yekgirtî ne? Gelo jiber hevkutan û xwexweriyê haya me ji dujmin heye? Demekê aso rohn dibe ku ew hêza ku ew bo jinavbirina hev mifahê jê distînin, ji bo yekgirtin û pêkanîna dengeke xurt û qahîm a navneteweyî mifahê jê bistînin.

 Divêt me lênihêrînek dubare li ser xwe û sedemên serneketinên xwe heya vê seredemê hebe. Bi rastî me hewcehî bi guhertin û nûbûnê heye. Di cîhana îroyîn û hevçerx de bi ramanek kevn û kevneşop  tu destkevtên me nabin.

 

 Birêz Tilûî niha hûn li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de dijîn. Heya vî cihî ku ez jê haydar im çendîn caran ji aliyê navendên cur bi cur yên pêwendîdar bi pirsên Îranê pêşwazî ji we hatiye kirin û di heftiya borî de bû ku hevdîtinek ji bo we li Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatibû lidarxistin. Teoriya sereke ya qalên we di wan hevdîtinane de çine? Heya çiqasekê di wan derfetane de we xebat bo berevanîkirin û nasandina doza berheq ya gelê xwe kiriye? We çiqas di gihandina peyama xwe de serkevtin bidest xistiye?

 Pirsiyareke baş û bicî ye. Ez weke çalakvaneka bizava jinan û mafên mirovan di vê çarçoveyê de dixebitim. Ez bawer im bi çeka mafê mirovan ve, dikare çewsêner(çi çewsênerê xwedî desthilat û çi jî çewsênerê bê desthilat) bihê çekkirin. Dema ku tu dibêjî ez birêveçûna paymannameya mafên mirovan dixwazim, hemberî te nikare bibêje nabe. Nikare bibêje jî ku min bawerî bi mafê mirovan heye, lê bo te nabe. Zimanê mafê mirovan hinde zimaneke lojîk û aram e ku hewcehî bi tu helwestek xurt ya nasyonalîst û hişk û demargirane çi ji aliyê me û çi jî ji aliyê beranber de tune ye. Nemaze ew aliyê ku bersiva aram û  aştîxwazaneya te bi tund û tûjiyê bide – weke Komara Îslamî – tawanbar tê kirin. Ger em dîwarekê di dora xwe de bikêşin û xwe ji cîhana pêwendîdar û Gilobal cuda bikin, em dê jinav biçin û ji holê rabin. Min berdewam gotiye ez Kurd im. Ew mafê însanî ku mafê te ye, mafê min ya/ê Kurde jî. Dujminatiya min bi tu neteweyeke (netewe nek desthilata çewsêner) din re nîne, lewre min kariye bi zimanê mafê mirovan ve tirîbonek baş û binirx bo  berevanîkirin ji mafê mirvî yên neteweya xwe bidest bixim. Nemaze gihîştime astê xelata navneteweyî jî. Çend caran jî li koşka sipî û Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî bûme mêvan. Girîngtir ji wê jî pêwendiyên min bi rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan re pir zaf in. Ev fersendên ku ji min re hatine holê, bo her jneke Rojhilatê jî be, dê min keyfxweş bike. Çunku çend salan berî niha tu biha û pûteyek bi jina Kurd a Rojhilatê – heta di nava mêrên me de jî – nedihat dayîn. Lê niha di asta navneteweyî de dengê me heye. Hewceye bibêjim ku ez yek ji wan jinên çalak  yên Kurd im ku xebat û tekoşînek zaf hene, li vir jî serê rêz û hurmetê bû hemûyan diçewînim, bi taybet bo ev nifşa nû ji nivîskarên jin ku di hundirê welat de bişikivîne û şanaziyê bi wan dikim.

Di dawiyê de ji aliyê xwe û hemû xwendevanên Kurdistanê ve sopasiya te dikim û hêviya serkevtinên pitir bo we.

 Sopas bo we jî.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 25’ê Rezbera 1387’ê Rojî